Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Dîyalayê êrîşin "wêrek" li dijî paşmahîyên DAIŞê pêk tîne

Xalid Taî

Rêbendên çementoyî tên rakirin û rê li bajarê Baqûbayê li parêzgeha Dîyalayê di 18ê Kanûna Yekem de tên vekirin. [Wêne ji Fermandarîya polîsê Dîyalayê hatiye wergirtin]

Rêbendên çementoyî tên rakirin û rê li bajarê Baqûbayê li parêzgeha Dîyalayê di 18ê Kanûna Yekem de tên vekirin. [Wêne ji Fermandarîya polîsê Dîyalayê hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî ji Diyaruna re ragihand ku wan operasyonine ewlehî yên "wêrek" ku paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) armanc dikin li parêzgeha Dîyalayê pêk anîne.

Polîsê Dîyalayê "karîbû hestekê vehesînê bide xelkê" li hemû bajarên parêzgehê, serokê polîsê Dîyalayê lîwa Feysel Ebadî roja Sêşemê (25ê Kanaûna Yekem) got.

Ebadî ji Diyaruna re ragihand ku "em her tim operasyonine baş û wêrek li dijî paşmahîyên DAIŞê pêk tînin daku em wan ji dîtina wargehine ewle li deverine ne-avakirî bê par bikin."

Ebadî got ku operasyonên polîsê di çend mehên dawîya 2018an de hişt "50 stargehên rêxistinê werin dîtin û şewitandin li zinar û newalên Hermrîn û deverên li rex parêzgeha Selahedînê."

Hêzên Îraqî stargeheke DAIŞê li herêma Hemrînê dişewitîne di wêneyekê de ku li ser enternetê di 31ê Tîrmehê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî stargeheke DAIŞê li herêma Hemrînê dişewitîne di wêneyekê de ku li ser enternetê di 31ê Tîrmehê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ebadî diyar kir ku bi giştî, dora 900 kes di wê demê hatin girtin, kesên ku "bo tawan û terorê ji dadgehê re xwestî ne."

Ebadî anî ziman ku "herî kêm 35 terorîst, di nav de serkirdene tirsnak, di operasyonên ewlehîyê û êrîşên nişkayî de yên li ser çeperên dijmin ên razî, hatin kuştin."

Rewşên ewlehîyê baş dibin

Wî got rewşên giştî li parêzgehê "ewletir û aramtir bûne."

Ebadî anî ziman ku "ev aramî hişt em dîsa tax û rêyên li navenda prêzgeha Dîyalayê vekin ku bo sedemine ewlehî ji berî 10 salan hatibûn girtin."

"Me rêbendên çementoyî ji 10 rêyên sereke û ne-sereke [li Beqûbayê] rakir û me bi awayekî fermî bo trafîka peya û siwareyan vekir," wî ragihand. "Em wextê vê yekê xelas bikin û herin bajarên din ên mayî."

Ebadî got ku rêkarin bo parastina rêyên bazirganîyê hatin kirin ên di parêzgehê re derabs dibin, nemaze rêya Bexdad-Kerkûk a xwedî tevger.

Wî da zanîn ku kamerine ewlehî yên germî hatin danîn û rêbend û navendên kontrolkirinê yên hevbeş hatin avakirin, herwiha pagerên polîsê li hemû deveran digere.

Ebadî diyar kir ku "me tu bûyerên ne asa li ser rêyan nedîtine di heyama şeş mehên dawî de, ku ev yek serkeftina rêkarên me yên parêzî tîne zîman."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500