Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî milîsên girêdayî Pasdaran vedixwîne leşkerîya neçarî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Polîsê leşkerî yê Sûrî li pey welatîyên Sûrî yên leşkerîya neçarî neqedandine dikeve. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Polîsê leşkerî yê Sûrî li pey welatîyên Sûrî yên leşkerîya neçarî neqedandine dikeve. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Rûtengijînine bilind girtine ser deverên parêzgeha Dêra Zorê ku Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên girêdayê wê li wir in, piştî fermana ku artêşa Sûrî derxistiye ku tê de bang li welatîyên Sûrî dike ku tevlî leşkerîya neçarî bibin.

Milîsên girêdayî Pasdaran pir li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê hene, "ku tu hebûna artêşa Sûrî li wan deveran tune ye," çalakvan Cemîl Ebid ji Diyaruna re roja Çarşemê (26ê Kanûna Yekem) got.

Ebid got "hêzên rejîmê fermanek li herêma Dêra Zorê ji hemû Sûrîyên girêdayî Pasdaran derxist ku hew bi van milîsan re kar bikin û ku berê xwe bidin navendên tecnîd û erkê yedekî.

Ebid diyar kir ku ev mucend dê bo navendên perwerdekirina artêşa Sûrî werin şandin û dê bo xizmetê werin xibitandin.

Artêşa Sûrî, ya ku ji ber hêzên xwe yên kêm dinale, vê dawîyê fermanek derxistiye ku li gorî wê divê welatîyên Sûrî yên ji milîsên Pasdaran re şer dikin li Dêra Zorê tevlî leşkerîya neçarî bibin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Artêşa Sûrî, ya ku ji ber hêzên xwe yên kêm dinale, vê dawîyê fermanek derxistiye ku li gorî wê divê welatîyên Sûrî yên ji milîsên Pasdaran re şer dikin li Dêra Zorê tevlî leşkerîya neçarî bibin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Ebid ragihand ku ev yek "rewşa herêmê li bin guhê hev xist û rûtengijîn çêkir ji ber ku ev vexwendin herêmê ji çekdarên milîsên [girêdayî Pasdaran] rût dike û dê bihêle ev milîs rastî kêmbûna hêza mirovî werin."

Ev ferman ji hêla kesên bang li wan hatiye kirin, hat redkirin ku wan sozek ji rejîm û Pasdaran wergirtibû ku xizmeta bi milîsan re dê ji xizmeta wan a neçarî bê qutkirin.

Ebid got ku Pasdaran bi hezaran Sûrî ji Dêra Zorê di rêya peryan re tecnîd kirin, "ku artêşa Sûrî weke van tiştan pêşkêş nake."

Herwiha, wan soz bi van çekdaran re kiribû ku dê pêşmafîyên ewlekarî ji wan re hebin, ku ew dê ji leşkerîya neçarî yan erkê yedekî di artêşa Sûrî de werin efûkirin, wî wiha zelal kir.

Ebid got ku "fermandarîya Pasdaran hejmareke mezin ji endamên ne-Sûrî anîne deverê daku çi kêmanî di hêza mirovî li wê deverê çêbibe dagire."

Wan dorpêçkirineke ewlekarî li derdora deverê sepand û bi dehan xalên pîşkinînê çêkir daku nehêlin şervanên Sûrî herin, wî anî ziman.

Wî diyar kir ku beşeke bajarê Dêra Zorê yê ku ji alîyê Îranê ve tê kontrolkirin bi awayekî berfireh endamên Sûrî li gel çekdarên Îranî lê belav in.

Ebid eşkere kir ku di heman demê de gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, bi taybet bajarê Meyadînê, belavbûna endamên ne-Sûrî lê peyda dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500