Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Kuştina serkirdeyên DAIŞê xebatên tevgera tecnîdkirinê û herwiha moralan nizim dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Serkirdeyê DAIŞê, Ebu el-Umereyn, ên li di tomareke vîdyoyê de sala 2014an hat dîtin ku girtîyê Amerîkî Peter Kassing îdam dike, di êrîşeke hevpeymanîyê de di 2yê Kanûna Yekem de hat kuştin. [Wêne li ser Înternetê hat weşandin]

Serkirdeyê DAIŞê, Ebu el-Umereyn, ên li di tomareke vîdyoyê de sala 2014an hat dîtin ku girtîyê Amerîkî Peter Kassing îdam dike, di êrîşeke hevpeymanîyê de di 2yê Kanûna Yekem de hat kuştin. [Wêne li ser Înternetê hat weşandin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di şerê ku li Dêra Zora Sûrîyayê û Îraqê berdewam e hejmareke mezin ji fermandar û endamên xwe ji dest dan, tiştê ku bi awayekî dijwar şîyana rêxistinê ya xebatên şer û tecnîdkirinê pûç kir, berpirsan ji Diyaruna re got.

Gelek fermandarên DAIŞê yên çîna yekemîn di vê pêla dawî de li Sûrîyayê ketin, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Serkirdeyê herî balkêş di nav wan deEbû el-Umereynê ku di tomareke vîdyoyê de di sala 2014an de xuya kir ku girtîyê Amerîkî Peter Kassig îdam dike, wî got.

El-Umereyn di êrîşa asmanî ya hevpeymanîyê de di 2ê Kanîna Yekem de hat kuştin.

Welatîyên Birîtanî Alêksanda Kotey û El Şafî Elşêx, ên ku tevlî "Dewleta Îslamî" bûn, ji alîyê QSD ve di Sibatê de li Dêra Zorê hatine girtin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Welatîyên Birîtanî Alêksanda Kotey û El Şafî Elşêx, ên ku tevlî "Dewleta Îslamî" bûn, ji alîyê QSD ve di Sibatê de li Dêra Zorê hatine girtin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Mihemed Cewad Kazim, welatîyekî Îranî ye ku herwiha weke Ebû Îslam Beljîkî jî tê naskirin ji şerên bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re (QSD) li Dêra Zorê di 27ê Mijdarê de hat kuştin.

Yek ji fermandarên DAIŞê yên herî navdar Mehmûd Mehmûd, ê ku Nemsawî ye bi eslê xwe Mesrî ye, herwiha weke Ebû Usama Xerîb tê naskirin, di êrîşeke asmanî ya hevpeymanîyê de li rojhilatê Dêra Zorê di dawîya Mijdarê de hat kuştin.

Ebû Yaqûb el-Meqdisî, yê ku berê "mîrê DAIŞê yê lêkolînê" bû û fermandarên meydanî Ebû Miseb Sehrawî û Ebû Hefis Hemedanî hemû di di heman êrîşa asmanî de hatin kuştin.

Berî vê yekê, îsal cîgirê serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî, Ebû Ebdil Rehman el-Temîmî el-Utêbî el-Cezrawî di êrîşeke asmanî ya Îraqî de di Sibatê de hate kuştin.

Herwiha hêza cewî ya Îraqî Iyad Ubêdî yê weke Ebû Salih Heyfa dihat naskirin hat kuştin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) di Sibatê de du endamên DAIŞê ên ku welatîyên Birîtanî bûn -- Alêksanda Kotey û El Şafî Elşêx girtin.

Endamên DAIŞ Denis Mamadou Gerhard Cuspert, wrlatîyekî Alman e ku herwiha weke Ebû Telhe el-Almanî tê naskirin di Kanûna Duwem de li Sûrîyayê hat kuştin.

Armanckirina DAIŞê tiştekî "girîng e"

Mirina van fermandar û endamên DAIŞê vê salê ûgelek berî wan di salên berî vê de, " ev yek dîyar dike ku piranîya serkirdeyên rêxistinê ji dest çûn, serkirdeyên ku roleke mezin di tecnîdkirina ciwanan ji seranserî cîhanê gerandin da ku di nav refên wê de şer bikin.

"Armanckirina serkirdeyên DAIŞê tiştekî jîndar û bingehîn e di şerê li dijî rêxistinê bo gelek sedeman," analîstê stratîjî liwa Yehya Mihemed Elî, yê ku ji artêşa Mesrî karkinar e got.

Lêxista serkirdeyan tevlihevîyekê dixe nav refên wan de li ser erdê " ji ber tevlihevîya ji ber şîret û fermanan [ên serbazî] ", wî ji Diyaruna re got.

Ji alîyê derûnî ve, jidestçûna van van fermandarên çîna yekemîn bandoreke neyînî li ser moralê çekdaran kir, wî got.

"Eger ew fermandar tevî tedbîrên ewlekarî bo parastina wan yek pey yekî karibe were kuştin, çi fêda ku mayîna wan endamên ?", wî got.

Belavbûna nûçeyên xisarên DAIŞê yên berfereh bandorê li rêxistin û qudreta wê bû tecnîdkirina çekdarên nû dike, Elî got.

Wî anî ziamn ku DAIŞê hêza ku nayê sîgorkirin ji dest da, hêza ku demekê wê xwe pê paye dikir herwiha wê yek ji alavên xwe yên tecnîdkirinê yên sereke ji dest da.

"Armanckirina fermandar û emîrên rêxistinê bi rêbazekî deqîq hate cîbicîkirin, rêbaza ku cîbicîkirina operesyonên serbazî û xebatên istixbaratî yên deqîq dihundirîne," pisporê serbazî lîwa Wail Ebdul Mutelib, ê ku ji artêşa Mesrî karkinar bûye, got.

Ne gengaz e ku van derbeyan bêy agahîyên istixbaratî werin cîbicîkirin, agahîyên rastgo yên ku ji alîyê tîmên li ser erdê kar dikin tên dabînkirin û alavên di warê teknolojî de pêşketî bo çavdêrîkirin û lêpanê, wî ji Diyaruna re got.

Ev alav balefirên bê balefirvan û satelaytê di nav xwe de dihundirînin, ên ku roleke sereke dilîzin "her wekî datayên ku ew dabîn dikin tên berhevkirin û sehkirin li hember agahîyên istixbaratî ku berî vê li ser erdê hatine berhevkirin da ku armancan teqez bikin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500