Nûçeyên Iraqê
Civak

Reqa ber bi asayîbûna rewşê ve diçe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bazara Înê li Reqayê, ku yek ji bazarên dîrokî yên bajêr e, careke din hat vekirin paş derxistina "Dewleta Îslam" ji bajar. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Bazara Înê li Reqayê, ku yek ji bazarên dîrokî yên bajêr e, careke din hat vekirin paş derxistina "Dewleta Îslam" ji bajar. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Dîmeneke ku di salên dawîn de peyda nedibû, bajarê Reqayê careke din mişt çalakî yepaş derbasbûna zêdetirî salekê li ser rizgarkirina bajêr ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Yarîgeh mişt dibin bi zarokan, qehwexane tejî ne bi ciwanan û karê çaksazîkirinê bi pêş dikeve tevî nebûna temwîl û fînansê, şênîyan ji Diyaruna re ragihand.

Encumena Sivîl a Reqayê -- birêveberîya xweser ya Kurd û Ereban -- xizmetguzarîyên serekî yên mîna av, xwarin û kehrebeyê ji xelkê re dabîn dike.

Rih bi bazaran hatiye, bi taybetî bazara Înê ya navdar, ev yek jî têkilîyên di navbera şênîyên bajêr û şênîyên deverên gundewarî yên bajêr vedijîne.

Nangehek li Reqayê nan bi buhayekî pir kêm difiroşe şênîyan. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Nangehek li Reqayê nan bi buhayekî pir kêm difiroşe şênîyan. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Derfetên kar

"Rêxistinên mirovî, bi hevkarî ligel Şaredarîya Gel a Reqayê, yarîgehên zarokan li bajêr nû kirine ," Sena Hac Hesen, ya ku bi rêxistineke mirovî ya guhlêdanê li zarok û jinan dike dixebite, wiha got.

Wê ji Diyaruna re dîyar kir ku wan dar û dirext çandine, û park bi cihên leystinê û şîyatokên ewle zêde kirine.

Wê daxuyand ku hîna yarîgeh bi hewceyî hinek nûkirinê ye û hinek alav ji wan kêm in ji ber nebûna temwîlê, û got ku ew bi tevahî hatibû wêrankirin di cenga ku li bajar qewimî de.

Hesen got ku DAIŞê ew yarîgeh veguhertibû goristaneke bi kom, "divê hemû laşên li wir hatine binaxkirin bo goristanên bajar bên veguhestin".

Di heman demê de, encumena sivîl pêşbazîyên kar bo ciwanên Reqayê li hemû deveran organîze dike, Mihemed Casim, yê ku bi komî encumena xwecihî re dixebite, wiha got.

Wî ji Diyaruna re got ku heta aniha ew di organîzekirina pêşbazîyan de berdewam in, û got ku dora 1,700 ciwan ji hemû pisporîyan, di nav de xebatkar, pîşesaz û hilgirên bawernameyan zanîngehê, belgeyên xwe pêşkêş kirin.

Wî got ku projeyên çaksazîkirinê yên encumenê derfetên kar ên baş ji ciwanên navçeyê re vedikin, û da zanîn ku pêşbazîyên kar ên dawî bûn encama kirêkirina çend erebeyên bo çaksazîkirinê û avakirinê ji alîyê komîteya birêveber ve.

Bazarên çalak

Şênîyekî Reqayê bi navê Mehmûd Emîn got ku jîyan "heta asteke bilind asayî bûye" li bajêr.

"Şênî ewle ne, bi taybet ku hemû alîyên jîyan asayî bûne li bajêr tevî ku ev hêdî hêdî pêk tê," wî ji Diyaruna re daxuyand.

Wî got ku xwarin bi buhayên guncan berdest in, û hinek ji wan mîna nan pir arzan in, û dora 40 nangeh li bajar û gundewarên wî dixebitin, ev yek jî alîkarîyê dike di peydakirina vê madeya girîng.

Bazara Înê ya navdar a bajêr, a ku xwedan navdarîyeke dîrokî ye, dergehên xwe dîsan vekirine li cihê xwe yê resen li bakurê bajêr.

Wî got ku firoşgehên wê tistên serekî, cil û pêdivîyên nav malê bi buhayên kêmtir ji buhayên dukanên din difroşin, vê yekê jî trafîk û xirecira di navbera bajar û gundên wî de vejîyandiye.

"Asayîş û sazîyên din bi dilgermî erkên xwe bi kar tînin û ewlehî diparêzin û buhayên sûkê dişopînin û kalîteya berheman bi awayekî berfireh çavdêrî dikin," Emîn got.

Çalakîyên werzişî û civakî vegerîyane qehwexane û xwaringehên bajêr, û ciwan careke din li hev kom dibin piştî ku ev dîmen li bajêr nemabû.

Wî got ku vê yekê bi awayekî berbiçav têkilîyên di navbera şênîyan de vegerandin.

Karê nûavakirinê didome

Di heman demê de, rahiştina kavilan bi hevkarî ligel hêzên ewlekarî û tîmên tengavîyê tên encamdayîn bo destnîşankirina mayîn û teqemenîyên ku di nav mozelan de yan jî di gorên ku DAIŞê kolane paş ew ji bajar birevin de, Xalid Mistafa, yê ku di komîteya nûavakirinê ya Encumena Sivîl a Reqayê de dixebite wiha got.

"Bi tenê 15% ji kavilan mane ku bên hilanîn, û herwiha kavilên ku xelk wan rakin," wî ji Diyaruna re got, û ew dê li gorî karnameyeke cuda bê qedandin li ser esasê dema pêwîst û qasê mozelan.

Wî got ku pêşketina kar di werzê zivistanê de dê hêdî dibe ji ber rewşên keşûhewayê.

"Giranî aniha li ser qedandina hejmarek ji karên têkildarî kehrebê ye," Mustefa got, û da zanîn ku stûnên ronîya li ser wizeya rojê dixebitin li kolanan hatine danîn.

Wî got ku ji ber ku fînanse tune ye, karên nûavakirinê li ser hesabê xelkên ku dixwazin ku malên wan bên nûavakirin tên encamdayîn.

Karê çaksazîyê li jêr "serpereştîya endazyarên ser bi Encumena Sivîl a Reqayê ve ne, bo rêgirtin li ber binpêkirinên di derheqê mulkên taybet û giştî de", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xelkê Reqayê Ereb in. Em naxwazin ku Kurd me hukim bikin.

BERSIV BIDE