Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pêşketinên mezin di rahilkirina mayînan de li Îraqê

Xalid Taî

Xebatkarekî stafê Birêveberîya Karûbarên Mayînan jin û zarokan li parêzgeha Nînewayê fêr dike çawa ew xwe ji mayînan û paşmahîyên teqemenîyan bi dûr bixin, wêne roja 29ê Gulanê hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mînan hatiye wergirtin] 

Xebatkarekî stafê Birêveberîya Karûbarên Mayînan jin û zarokan li parêzgeha Nînewayê fêr dike çawa ew xwe ji mayînan û paşmahîyên teqemenîyan bi dûr bixin, wêne roja 29ê Gulanê hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mînan hatiye wergirtin] 

Berpisyaran got ku tîmên nehiştina mayînan ên Îraqî milbimilê sazîyên navdewletî yên pispor dixebitin bo rahilkirina mînên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çandine berîya ew were binxistin û herwiha rahilkirina paşmahîyên din ên şer.

Têkildarî van xebatan, tîmên Îraqî û navdewletî kar li ser bilindkirina agahdarîyê ji metirsîyên teqemenîyan dikin.

"Em dixwazin ku xebatên xwe yên bilindkirina têgihiştina xelkê zêde bikin," Îsa Feyad, serokê Birêveberîya Karûbarên mayînan wiha got.

"Aniha yekîneya me ya gerok kampanîyan li dar dixe bo haydarkirina malbatên bêwar ên nû vegerîyane warên xwe ji metirsîyên alavên teqenîr, mayîn û paşmahîyên şer," wî ji Diyaruna re daxuyand.

Zarokin posterinan hildigirin ku xelkê ji destlêdana tiştên gumanbar agahdar dikin, wêne roja 29ê Gulanê hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mînan hatiye wergirtin] 

Zarokin posterinan hildigirin ku xelkê ji destlêdana tiştên gumanbar agahdar dikin, wêne roja 29ê Gulanê hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mînan hatiye wergirtin] 

Wî got ku yekîne arastenameyên têkildarî reftarkirinê dema dîtina tiştên gumanbar dabîn dike, û xeteke telefûnê ya bê pere heye (182) ku welatî dikarin bi rêya wê xwe bigihînin Birêveberîya Karûbarên Mayînan.

Xelk dikare bi rêya xeta telefûnê ya bê pere (115) xwe bigihîne Birêveberîya Berevanîya Sivîl.

Feyad got ku kampanîyên hişyarîkirinê, semînar û civîn li gelek dibistan, cihên kar û navendên giştî hatine lidarxistin û serdanên meydanî ji kampên bêwaran û malan re hatine organîzekirin.

Wî got ku post û nameyên perwerdahî jî hatine radestkirin.

Pûçkirina teqemenîyan

Feyad daxuyand ku Stafê Birêveberîya Karûbarên Mayînan û sazîyên niştîmanî û navdewletî kar li ser pûçkirina teqemenîyên ku di bin erdê de hatin veşartin dikin.

Wî got ku ev kêş pir berbelav e,bi taybetî li her du parêzgehên Enbarê û Nînewayê.

"Bi saya xebatên me yên rojane û berdewam bo paqijkirina deverên nepaqij, û me encamên erênî bi dest xistine," wî got.

"Me karî bi hezarên alavên teqemenî asayî bikin."

Çekdarên DAIŞê teqemenî li her deverê çandine -- li deverên niştecîbûyî û li jêrxaneyên giştî -- di hewlekê de bo hêdîkirina pêşveçûna otombîlên serbazî, û paşê astengkirina xebatên nûavakirinê û nehiştina seqamgîrîyê.

Muemer Ebdul Selam, birêveberê navenda bakurî ya Birêveberîya Karûbarên Mayînan, eşkere kir ku zêdetirî10,000 teqemenî û mayînan ji Mûsilê bi tenê hatine rakirin..

Wî ji Diyaruna re teqez kir ku deverên nepaqij ên mayî li parêzgeha Nînewayê kêmtir in ji du kîlometrên ducar.

"Me pêşketineke mezin bi dest xistiye, em bi roj û şev dixebitin bo nehiştina xeterîya van paşmahîyan û bo peydakirina jîngeheke ewletir ji sivîlan re," wî got.

"Bi tenê vê dawîyê mişt teqemenî û mayîn bûn. Lê aniha ew paqij in û tejî jîyana medenî ne," wî got.

Ebdul Selam got ku ev yek bi piranîya ji ber hevkarîya di navbera sazên cihêreng de ye, yên ku karê rakirina teqemenîyan dikin.

Xebateke hevahengdar

"Em bi Birêveberîya Endazyarîya Serbazî ya ser bi Wezareta Berevanîyê ve, û Birêveberîya Nehiştina Cebilxaneyê ya ser bi Wezareta Hundir ve dixebtin " û herwiha ligel hejmarek ji rêxistinên navdewletî yên pispor, wî wiha anî ziman.

Ew rêxistin ev in: Koma Şêwirmendîya Mayînan (MAG), HALO Trest, Birêveberîya Karûbarên Mayînan ya Swêsrî (FSD), Handikap Internaşnal, Koma Rakirina Mayînan a Danmarkî (DDG) Alîkarîyên Gelê Nerwêcî (NPA).

"Em ligel van sazîyan in bi tenê karê rakirina mayînan dikin, lê belê projeyên me yên hevbeş hene bo misogerkirina selametîya ji teqemenîyan," Ebdul Seam got.

Wî got ku programên hişyarîkirinê karîn asta têgihiştina vê pirsê bilind bikin, û xelkê han bidin ku agahîyên xwe dewlemend bikin, û nehêlin ku ew destên xwe bidin tiştên gumanbar.

Wî got ku ev hemû rêkar dê canan bi parêzin, lê tevî van xebatan hîna gefa teqemenîyan heye.

Roja 22yê Mijdarê, bombeyke çandî li nêzî bajarokê Şûraya Nînewayê teqiya û çar xwendekar kuştin û hefte din birîndar hiştin, dema ew di rê de bû diçûne dibistanê.

Di Mijdarê de, baranbarînê imbareke çekan a jêrzemînîli devera Kîlo-160 li biyabana Enbarê bêvirand.

Peyvdarê Wezareta Berevanîyê, Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand ku paş baran û lehîyên giran, artêş bê westîyan xebitî bo ewlekirina kesên ku ziyan gihişte wan.

"Me giranîya hemû xebatên xwe yên ewlekirinê daye derxistin û alîkarîkirina sivîlên ziyandar, û me rêgirên axî rêkirin bo nehêlin ku av biherike deverên wan û paşmahîyên ziyanbar bi ser wan de neyîne," wî got.

Wî got ku tîmên endazyarîya Serbazî keşfên meydanî kirin bo piştrastbûn ku dever ji cebilxaneyan paqij e û piştgirîkirina kampanyayên hişyarîkirina xelkê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500