Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî, şervanên êlan li veşartgehên DAIŞê li rojavayê biyabana Enbarê digerin

Xalid Taî

Hêzên cewî yên Îraqî deverên biyabanî li başûrê Rutbayê li rojavayê parêzgeha Enbarê di Cotmeha 2018an de radimalin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên cewî yên Îraqî deverên biyabanî li başûrê Rutbayê li rojavayê parêzgeha Enbarê di Cotmeha 2018an de radimalin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi piştgirîya şervanên êlan dest bi operasyonekê kirin roja Pêncşemê (20ê Kanûna Yekem) da ku li baregehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li navçeya Rutbayê, li rojavayê parêzgeha Enbarê bigerin.

"Duh, yekîneyên ewlekarî û êlî li Rutbayê yên li jêr fermandarîya Firqeya 1êya artêşê dest bi lêgerîneke berfireh bo veşartgehan [ên DAIŞê] kir," cîgirê fermandarê heşda êlan li Rutbayê muqedem Emîn Samî Reşîd ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku operasyon devereke di navbera Seker li devera Rutbayê ya biyabanî heta sînorê Îraqî-Sûrî li başûrê navçeya Qaimêdide dide ber xwe.

Operasyon "di çarçoveya operasyonên parêzî yên em cîbicî dikin tê, da ku em nehêlin endamên terorîst baregehên raz li biyabanê çêkin yan bi dizî ji derveyî sînor derbas bibin", wî got.

Zabitên Îraqî planeke kar giftûgo dikin da ku biyabana Rutbayê ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" paqij bikin, di vê wêneya ku di Hezîrana sala 2018an de hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Zabitên Îraqî planeke kar giftûgo dikin da ku biyabana Rutbayê ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" paqij bikin, di vê wêneya ku di Hezîrana sala 2018an de hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di van pêngavên lêgerînê de, veşartgehên DAIŞê tên kifşkirin, "hin ji wan berdayî ne û hineke din nû hatine avakirin", wî got.

Wî eşkere kir ku di lêgerîneke ku berî deh rojan li biyabanê hat cîbicîkirin, hêzên êlan du malên vehesînê yên nû dîtin, malên ku betanî û pêdivîyên pijandinê yên nû xuya dikirin dihewandin.

"Berî wê operasyonê, me da dûv şeş terorîstan, di nav wan de serkirdeyên DAIŞê, li devera Huseynîyê (li bakurê Rutbayê), û me ew girtin û dane dest ajansa istixbaratan," Reşîd got.

Wî got ku hêzên ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê, artêş û êlan çavdêrîyeke bejî û cewî ya demrêzî li biyabana Rutbayê cîbicî dikin -- biyabana ku teqrîben bi temamî hatiye misogerkirin.

Ligel vê yekê, biyabana sînorî bi Sûrîyayê re bi yekîneyên mezin ên ku bi çekên giran û navgînan hatine dabînkirin hatiye qayimkirin, wî got.

Bajarê Rutbayê "bi sê xetên berevanîyê hatiye dorpêçkirin,û hêzên me[ên êlan] li devera Daba û Feydayê li başûrê bajar hatine belavkirin", Reşîd got.

Wî teqez kir ku hêzên Bersiva Lezgîn û yekîneyên ewlekarîyê yên din li derdora bajar hatine bicihkirin, û dihêlin zehmet be ji terorîstan re ku bi dizî derbas bibin û van asêkirinan derbas bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500