Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bi hezaran endamên DAIŞê li Îraqê rastî darizandinê tên

Xalid Taî

Endamên DAIŞê yên ya jê re tê gotin "Wîlayeta Diyalayê" ku ji alêyê hêzên Îraqî ve hatine girtin di vê wênê tên dîtin ji Îlona sala 2016an ve. [Wêne ji birêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergitin]

Endamên DAIŞê yên ya jê re tê gotin "Wîlayeta Diyalayê" ku ji alêyê hêzên Îraqî ve hatine girtin di vê wênê tên dîtin ji Îlona sala 2016an ve. [Wêne ji birêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergitin]

Bi hezaran endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji ber sûcdarîya wan bi terorîzmê hatine girtin ji sala 2014an ve û ji wê çaxê ve ew rastî darizandin û hukimkirinê tên li gorî sîstema dadgeha Îraqî.

Ev girtin li gorî prosedûrên qanûnî tên cîbicîkirin û li gorî pîvanên mafên mirov ên navdewletî, berpirsên Îraqî got.

Tariq Herb serokê Komeleya Çanda Qanûnî ji Diyaruna re got ku girtin piştî weşndina daxwaznameya girtinê ji dadgehê tê, piştî ku raport tê dagirtin, an piştî tekekes "tê girtin" dema ew hewl dide ku êrîşeke teror cîbicî bike.

Herb got ku girtî derbarê tawanên ew bersûc in ku kirine tê lêpirsîn û derbarê hûrgilîyên têkildar mîna cin û hesên bi wan re hevkar bûn.

"Piştî belgekirina şehadetên bersûc û şahidan û kesên gilîdar, dadgeha tawanan dest bi lêpirsînê dike û di pişt re derbarê tawan û delîlan vekolînê dike û hukim dişweşîne," Herb got.

Derengmayîna gihaştina hukimekî di haletinan de vedigere komek faktoran, di nav wa n de"gelek caran hesê bersûc bi gelek tawanan sûcdar in û li deverin cuda yan hevkarin wan ên din hene".

Wî got ku di van rewşan de, lêpirsîneke dirêj tê xwestin.

Qanûna Îrqaî haletên terorîzmê yên xwedî rêjeyeke bilind ji berpirsyarîyê çareser dike "da misoger bike ku dadperwerî ji qurbanîyan re tê cîbicîkirin û tekekesên bêgunih ne bi şaşî hatine bersûckirin", Herb got.

"Her tişt piştî prosedûrên qanûnî tên, bi girtinê tê destpêkirin û di pişt re lêpirsîn tê cîbicîkirin, heta bigihine weşandina hukimê dawî û hukimkirinê," wî got.

"Ew kesên ku ji ber tuhmeyên terorîzmê tên girtin bi hezaran in," wî got, û not kir ku ew di zindanine asê de girtî ne "û li gorî prensîp û pîvanên mafên mirov ên navdewletî bi wan re tê dan û standin".

"Nêzîkî 100 kesî vê salê hatin îdamkirin piştî delîlên qutebir ew bi tuhmên kuştinê tawanbar kirin," Herb got.

Tedbîrên ewlehî yên xurt li zindanan

Dora 2,300 girtî li Enbarê girtî ne ji ber sûcên girêdayî terorîzmê, serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd got.

Wî ji Diyaruna re got ku tawanbar birine zindanên ku tedbîrên ewlekarî li wan astbilind in, cihê ku prosedûrên ewlekarî lê xurt in "da ku van zindanan misoger bikin û şerê gendelîyê bikin".

"Dema em serdana çi zindanê dikin em tedbîrên ewlekarî yên xurt dibînin û bi awayekî baş bi girtîyan re tê dan û standin û ew komeke programên nûtahîlkirinê yên cihêreng werdigirin," wî got.

Wî got ku workşopên pîşeyî û korsên rahînanê ji girtîyan re berdest in, û not kir ku ew şîretên olî werdigirin, şîretên hewl didin hizra wan a jirêbirî rast bikin.

Kiûd got ku komîte li dadgeha gilîkirinê ya Enbarê hene ku li ser dozên girêdayî terorîzmê kar dikin, komteyên ku ji dadger, peyger û berpirsên istixbaratan pêk tên ên ku lêpirsînê bi hemû girtîyan re derbarê tawanan dikin, tawanên ew ji ber wan bersûc bûne.

Wî got ku piştî girtî tên bersûckirin, "ew ber bi dedgehê ve tên guhestin da ku rastî darizandineke dadmend werin".

Parêzgeha Nînewayê dibêje ku wê dora 2,000 tekekes ji ber sûcên terorîzmê girtine.

Operasyonên şopandin û girtina endamên DAIŞê "bi awayekî xurt bi piştgirîya niştecîyên xwecihî" ne, Hesan Şebîb endamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "sivîl hêzên ewlekarî ber bi cihên DAIŞê ve dibin," û not kir ku alîkarîya di navbera niştecîyên sivîl û hêzên Îraqî de xurttir e ji dema berî êrîşkirina DAIŞê di nîvê sala 2014an de.

"Aniha em jîwarîyeke nû dijîn, ku sivîl û hêzên ewlekarîyê mil bi mil li rex hev di heman xendekê de li dijî terorîzmê radiwestin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500