Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam malbatên bêwar ên Xûtayê ji malên wan li Idlibê derdixe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Malbatên bêwar yên ji malên xwe li Fûaya Idlibê hatin derxistin li ser destê Tehrîr el-Şam nerazîyan li dijî rêxistinê li dar dixin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Malbatên bêwar yên ji malên xwe li Fûaya Idlibê hatin derxistin li ser destê Tehrîr el-Şam nerazîyan li dijî rêxistinê li dar dixin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam sivîlên bêwarbûyî yên Xûtaya Rojhilatî ji malên wan li gundewarên bakurî yên Idlibê derxistin daku endamên xwe û malbatên wan di wan malan de vehewînin, çalakvanekî bi navê Heysem Idlibî Çarşemê (19ê Kanûna yekem) ji Diyaruna re piştrast kir.

"Ew bi darê zorê hatin derxistin û berî aniha ew nehatin agahdarkirin ku divê ji malên xwe bar bikin," wî got.

Komên çekdar ên ser bi Tehrîr el-Şam êrîş kirin Fûayê û malbat ji xanîyên wan hatin derxistin, xanîyên ku ew di wan de dijînji dema ku ew li gorî rêkeftina agirbestê bi rejîmê re, ya ku di Adarê de hat wajûkirin, hat koçberkirin.

Di demekê de ku bi sedên sivîlan dixwestin ji Xûtayê koçber bibin û berê xwe bidin bakurê Sûrîyayê.

"Gelek malbat şevder man, li ber baranê û seqemê," Idlibî got.

Wî got ku xwenîşandan û nerazîbûnên şeva Sêşemê hatin lidarxistin hiştin ku Tehrîr el-Şam heftîyekê bide malbatên mayî bo ew malên xwe vala bikin "bo hilmijîna hêrsa xelkê".

"Hinek ji malbatên ku ji malên xwe hatin derxistin malbatên kesayetên opozîsyonê ne, kesayetên komên ku dijberîya Tehrîr el-Şam dikin," wî got, û da zanîn ku ew dijberîya xwe ji rêxistinê re eşkere dikin ji dema hatina bo herêmê, ji ber kirdarên wan û bednêzîkatîyên bi bêwaran re.

Qeyrana xanîyan li Idlibê

Wî got ku ev malbat "aniha bêmal in û tu xanî jî li deverên bakurî [yên Sûrîyayê] peyda nabin, bi taybet li Idlibê".

Idlibî got ku qeyrana xanîyan kampaxtir dibe ligel pêla nû ya bêwarîyê ji deverên li gundewarê Idlibê ji ber topbarakirinên nû yên rejîmê.

Wî li ser zimanê dîdvanan got ku dê xanîyên valakirî bo endamên Tehrîr el-Şam bên radestkirin.

Hevbendîya tundrew "hewl dide ku çekdarên xwe li tevahîya bajarokê Fûayê bi cih bike, bi taybet çekdarên ne Ereb", wî got.

Wî got ku komên din ên opozîsyonê li Fûayê berî aniha ji bêwaran xwestin ku xanîyên xwe vala bikin lê ew ji vê daxwazê vegerîyan ji ber nebûna xanîyên berdê.

Wî daxuyand ku alozîyeke mezin li bajarok peyda bûye, û da zanîn ku "bêwaran biryar daye ku ji Fûayê dernekevin di hewlekê de bo betalkirina biryarê [ya Tehrîr el-Şam] û bo rê ji wan re bê dayîn ku vegerin malên xwe".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Tiştê, ku divê malbat bibihîsin têkildarî korîdorên derketinê yên ku SAA û hevalbendê xwe vekirine, bo ew derkevin û bi selamet bimînin? Her kesê dibêje ku sivîl li Idlibê bi reza xwe li wir in di baştirîn halet de hatine xapandin û di xerabtirîn halet de ewdixwazin ku li wir bin û li wir bimirin. "Rabin û derxînin" xelkê Idliba Sûrî û şênîyên din, yan dê Turkîya û ya jê re tê gortin hevpeymanîyan rojavayî dê we weke mertalên zindî bi kar bînin li dijî dijberî/şervan/cîhadî/ û terorîstan li Idlibê. Baştir e ku Kurd bi hikûmetê re bigihin rêkeftinan, tevî ku divê hinek sazişan qebûl bikin. Ji ber eger Trump hêzên Amerîkî ji Sûrîyayê vekişandin, dê Kurd hemû ew deverên ne-Kurdî ku bi alîkarîya Amerîkayê dest danîne ser ji dest bidin, û dê li hember hikûmeta Sûrî lawaz bibin. Eger Trump hêzên Amerîkî venekişîne dê ew careke din weke serok neyê hilbijartin. Kesek heye ku amade ye ku Ttmp di hilbijartinên 2020 de bişkîne ew dî Bernie Sanders e û wî ragihandiye ku ew dê hêzên Amerîkî ji Sûrîyayê vekişîne û dawî li polîtîka derve ya aniha ya Amerîkayê ya destêwerdana serbazî ya yekalî li rojhilata navîn, bi piranî bo guhertina rejîmê, bîne.

BERSIV BIDE