Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq û civaka navdewletî hevkarîyê dikin bo bidawîkirina temwîlkirina terorê

Xalid Taî

Beşdarvanên di workşopekê de li Bexdayê rêyên rûbirûbûna operasyonên şoştina pereyan û temwîlkirina terorê nîqaş dikin di vê wêneya ku di 22ê Kanûna Duyem de li ser înternetê hatiye weşandin. [wêne ji Sendîka Bankên Taybet li Îraqê hatiye wergirtin] 

Beşdarvanên di workşopekê de li Bexdayê rêyên rûbirûbûna operasyonên şoştina pereyan û temwîlkirina terorê nîqaş dikin di vê wêneya ku di 22ê Kanûna Duyem de li ser înternetê hatiye weşandin. [wêne ji Sendîka Bankên Taybet li Îraqê hatiye wergirtin] 

Îraq li ser asta piştgirîya peyman û qanûnên girêdayî qedexekirina temwîlkirina terorîzmê û şûştina pereyan pêş dikeve.

Di van salên dawî de Banka Navendî ya Îraqê nehişt ku hejmareke takekes û kampanîy derbasî sîstema diravî ya niştimanî bibin.

Hesabên van dezgehan hatin cemidandin ji ber çalakîyên şûştina pereyan û têkilîya wan bi rêxistinên tundrew re, di nav wan de "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Qaidê.

Îraq hewl dide ku pêbendîyên xwe yên bi civaka cîhanî retêkildarî qutkirina temwîlê ji ser komên tundrew biparêze, peyvdarê Banka Navendî Eyser Cebar ji Diyaruna re ragihand.

Banksazên Îraqî di Pêşangeha Bexdayê ya Navdewletî de planan giftûgo dikin da ku sîstema bankî ya Îraqî pêş bixin, di vê wêneya ku di 23ê Cotmeha sala 2017an de li ser înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Sendîka Bankên Taybet li Îraqê hatiye wergirtin]

Banksazên Îraqî di Pêşangeha Bexdayê ya Navdewletî de planan giftûgo dikin da ku sîstema bankî ya Îraqî pêş bixin, di vê wêneya ku di 23ê Cotmeha sala 2017an de li ser înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Sendîka Bankên Taybet li Îraqê hatiye wergirtin]

"Em di çarçoveya têgihiştina hevbeş de û hevkarîya bi hevkarên xwe yên navdewletî re kar dikin daku em li helwest û biryarên tên xwestin bi xwedî derkevin, yên çalakîyên terorîstan û jêderên temwîlkirina wan, û gelek tawanên şûştina pereyan lawaz dikin," wî got.

"Herwiha em bi ewlekarîya niştimanî û ajansên istixbaratî re kar dikin û em agahîyên girêdayî diravkarîyên gumnabar bi wan re vediguhêzin," wî got.

Wî got ku çalakîya ne fermî tê şopandin, û anî ziman ku gavên girîng tên dan bo misogerkirina ku dê tawanbarên bi tawanên diravî pêşberî dadê werin.

Ev gav qedexekirina çalakîya diravî ya tawanbaran, girtina hisabên têkildar, çemidandina mal û milkan û jêderên temwîlkirinê dihundirînin, Cebar got.

Pêkanîna biryarên navdewletî

Vê salê, komîteya Banka Navendî ya perpirs ji cemidandina hisabên girêdayî komên terorî bi dehan biryar weşandin da ku takekes û dezgehên girêdayî terorê hukim bike.

Weke mînak, biryara 21ê Mijdarê hat standin bo cemdandina mal û milkên alîkarekî Îraqî yê serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî yê bi navê "Hacî Ebdul Nesar" tê naskirin.

Yek ji kampanîyên li ser lîsteya reş "Piştgirîya Îslam û Misilmanan"(JNIM) e, ay girêdayî Qaidê, ligel milîsên cihêreng û kampanîyên guhastina veguhastina diravên biyanî.

Ev biryar li ser bingeha Biryara Encumena Ewlekarîyê ya NY 2368 tê, a ku tekekes û dezgehên girêdayî Qaidê û DAIŞê ciza dike li gorî Beşê Heftemîn ji Peymana NY û lîsteya cizakirinê ya Gencîneya Amerîkî.

Cebar got ku Banka Navendî pêbend e ku çavdêrîya hisabên bankî û vehuhestinan bike li gorî pîvanên navdewletî, bi rêya bikaranîna teknolojîya dîjîtal a herî nûjen.

Di meha Tîrmehê de, Hêza Kar a Destnîşankirî bo Karûbarên Diravî (FATF) îlan kir ku Îraq bi awayekî fermî ji lîsteya welatên li jêr çavdêrî û şopandinê hatiye rakirin.

Ev yek di encama xebatên Îraqê de tên, xebatên armanc dikin ku şert û mercên stratîjî bo nehiştina şiştina pereyan û temwîlkirina terorîzmê cîbicî bikin. Qanûna hejmara 39ê ya sala 2015an û Cemidandina Mal û Milkên Terorîstan a hejmara 5ê ya sala 2016an mînakên van xebatan in.

Qanûnê bunyadên hikûmî yên fermî yên nû û proseyên ku bi qanûn û tedbîrên navdewletî re hevkêş in da ku jêderên temwîlkirina terorê biçikînin encam dan.

"Pêşketina balkêş"

Li gorî pisporê aborîyê li Zanîngeha Mustenserîyayê Sadiq Behadlî, Banka Navendî û desteyên pêwendîdar ên din pêşketineke balkêş çêdikin di şerê li dijî şûştina pereyan û qedexekirina jêderên temwîlkirina rêxistinên terorî de.

Tevgera pereyan di rêrêya sîstema bankî û ofîsên guhestina pereyan re aniha rastî çavdêrîyeke dijwar tên ji hêla desthilatdarîyên hikûmî yên pispor ve, wî ji Diyaruna re dîyar kir.

Behadlî got ku hevkarîya di navbera Îraqê û civaka navdewletî de li ser bingeha armanca hevbeş a tinekirina temwîla terorê û wêrankirina jêderên temwîlkirinê û çalakîya komên tundrew e.

Her tiştê ji dest Îraqê tê dike da ku temwîlkirina terorê û şûştina pereyan rawestîne, Husên Elawî, mamosteyê ewlekarîya niştîmanî li Zanîngeha Nehrênê, got.

"Hevkarîyeke guldar heye bi rêxistin û sazemenîyên têkildar re yên beşdar bûn di rawestandina gelek torên veguhestina pereyan ên ku piştgirîya komên terorîst dikirin û danîna wan li ser lîsteyên reş," wî ji Diyaruna re got.

Elawî got ku di van salên borî de, Banka Navendî bi awayekî xurt şerê diravkarîyên malî û veguhezerên pereyan yên piştgirîya endamên DAIŞê dikin kir.

Wî ku gelek piştîvanên ku roleke wan a çalak hebû di herikandina pereyan de ji rêxistinê re, yên ku bi awayekî nepenî kar dikirin û nav û edresên sexte bi kar tanîn, hatin girtin û ew pêşberî dadê dibin.

Wî dîyar kir ku kampanîyên çavdêrî û şopandina hisabên bankî, diravkarîyên rojane û ofîsên guhestina pereyan û xizmetguzarîyên benkî berdewam têne cîbicîkirin, bi alîkarîya teknolojîya nûjen û hevparên navdewletî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gelek sipas bo vê şiroveyê.

BERSIV BIDE