Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî dixwaze parêzgeha Swêdayê bêçek bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Niştechên Swêdayê devereke sînorî li parêzgeha xwe diparêzin ku li raserî herîma Badîyê ye (bîyaban). [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Niştechên Swêdayê devereke sînorî li parêzgeha xwe diparêzin ku li raserî herîma Badîyê ye (bîyaban). [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî ji kesayetên xuyayî re li parêzgeha Swêdayê got ku ew dê pêvajoyekê pêk bîne daku çekan ji niştecihên herêmê bistîne, çalakvanekî Sûrî wiha roja Sêşemê (18ê Kanûna Yekem) ji Diyaruna re got.

Wî got ku herwiha rejîm bi nîyet e fermanan pêk bîne daku raporekê derbarê erkê leşkerî û yê yedekî li bajarê Swêda û gundewarên wê pêşkêş bike.

"Rûtengijîneke dijwar li bajar, gundewar û giştî parêzgeha Swêdayê rû dide, piştî belavbûna raporine ku dibêjin rejîm bi nîyet e pêvajoyeke berfireh pêk bîne daku dest deyne ser hemû çekên niştecihan," niştecih û çalakvanê siyasî Nîzar Ebû Elî got.

Ebû Elî ji Diyaruna re got ku nûçe ji hêla niştecih û kesayetên siyasî û olî yên berz hat redkirin, yên ku "qet serî ji fermanên radestkirina çekên xwe yan tecnîda leşkerî yan erkê yedekî nadeynin."

Niştecihên Swêdayê û oldarên Durzî daxwaza rejîma Sûrî gengeşe dikin, daxwaza ku çekan redest bikin û di artêşa Sûrî de werin tecnîdkirin. [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

Niştecihên Swêdayê û oldarên Durzî daxwaza rejîma Sûrî gengeşe dikin, daxwaza ku çekan redest bikin û di artêşa Sûrî de werin tecnîdkirin. [Wêne ji Nîzar Ebû Elî hatiye wergirtin]

"Niştecih pêdagîr in li ser mabûna çekên xwe, daku xwe biparêzin, nemaze piştî êrîşa dawî ya ku DAIŞê pêk anîbû," wî got.

Di encama rêzeteqînine xwekujî û êrîşine ku komeke terorîst girtibûn ser xwe de, bêhtirî 250 kes li Swêdayê roja 25ê Tîrmehê hatin kuştin.

Piştî êrîşê, herwiha tundrewên DAIŞê bêhtirî 30 kesan ji gundekî revandin, piranîya wan jin û zarok bûn. Du ji girtîyan hatin kuştin, yekî din jî li wir mir, ên mayî jî di destpêka Mijdarê de hatin berdan.

Li dijî DAIŞê xweparastin

Ebû Elî anî ziman ku niştecihên Swêdayê bawer dikin ku çekên wan "têkçûyên û zîyan ên ku di êrîşê de rastî wan hatin kêm kirin û ku hejmara qurbanîyan jî dibe ji wilo bi gelekî bêhtir ba" eger berevanîya xwe li dijî DAIŞê bi çekên xwe nekirana.

Wî got ku çek di destên kesayetên siyasî û yên berz de ne li Swêdayê, ku ji hêla herkesî rêzdar in", û da zanîn jî ku rahiştina çekan "ne belavbûyî û ne ne di bin kontrolê de ye weke rejîm angaşt dike."

Ebû Elî ragihand ku danûstandinin bi rejîmê re di çend mehên dawî de hiştin lihevkirin derbarê derengxistina mijarên têkildarî radestkirina çekan û tecnîdkirina leşkerî çêbibe heta şer bi dawî bibe.

AFP ragihand ku di meha borî de, Serok Beşar Esed ji kêmnetewa ku dora %3 ji niştecihên Sûrîyayê mînende dike, xwest ku xortên xwe bişînin leşkerîyê.

Piştî xwepêşandanên li dijî hikumetê yên ku fitêla şer di 2011an de li Sûrîayayê vêxist, Durzî ji erkê leşkerîyê efû bûn li hemberî sekina bi rejîmê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500