Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka û Îmarat dicivin bo rahênankirina "Yekîtîya Hesinî 9"

Sultan Bareî li Riyadê

Tankên Îmaratî di leşkerniwandina serbazî de beşdar dibin. Liwayê Defrayê yê Îmaratê bi artêşa Amerîkî re roja Duşemê (17ê Kanûna Yekem) dest bi rahênaneke hevbeş a sê rojan berdewam kir kir li devera Hemrayê. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Tankên Îmaratî di leşkerniwandina serbazî de beşdar dibin. Liwayê Defrayê yê Îmaratê bi artêşa Amerîkî re roja Duşemê (17ê Kanûna Yekem) dest bi rahênaneke hevbeş a sê rojan berdewam kir kir li devera Hemrayê. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Artêşa Amerîkî û Liwayê Defrayê yê Îmaratî roja Duşemê (17ê Kanûna Yekem) dest bi rahênan ku sê rojan berdewam kir kir li devera Hemrayê da ku amadekarîya bo şer zêde bikin û hêza xwe qayim bikin da bersiva çi gefa ewlehî ya hebe bidin.

Dema "Yekîtîya Hesinî 9", ya ku dê heta 19ê Kanûna Yekem berdewam bike, girîng e li gor pêşketinên li Rojhilata Navîn bi giştî û li Kendavê bi awayekî taybet, berpirsan ji Meşariq re got.

"Rahênanên hevbeş ên Yekîtîya Hesinî 9 dirêjkêşandine ji zincîra rahêna hevbeş a "neperûşka hesinî" ye," eqîd Raşid Mihemed Marî, yê ku berê di Ajansa Dijî Narkotîkê de ya Polîsê Dubeyê de, got.

Rahênanên hevbeş di van salên dawî de hatin cîbicîkirin bi armanca qayimkirina şîyana serbazî operasyonên pevçûnê û wî ji Meşariq re eşkere kir.

Hêzên Amerîka û Îmarat di "Yekîtîya Hesinî 5" de beşdar in, rahênaneke serbazî ya hevbeş ya berê ya ku beşekî zincîra berdewam ji rahênana hevbeş. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Hêzên Amerîka û Îmarat di "Yekîtîya Hesinî 5" de beşdar in, rahênaneke serbazî ya hevbeş ya berê ya ku beşekî zincîra berdewam ji rahênana hevbeş. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Herwiha ev rahênan di qayimkirina hevahengîyê de û piştivanîya warên karên serbazî yên hevbeş eger ti rewşa lezgîn qewimî, wî got.

"Rahênan tên pêkanîn weke beşekî ji rêkeftinên serbazî di nav her du alîyan de, yên giranîyê didin çekdarkirin, rahênan û bilindkirina şayana pevçûnê," Marî got.

Rahênanên Yekîtîya Hesinî 9 "ji Liwayê Defrayê re girîng in ji ber ew bi cebirxaneya jîndar tên cîbicîkirin", wî got, ev yek tê wateya lasaya rewşa pevçûnê ya jîndar dikin û şîyana lîwayê bilind dikin.

Asta amadebûnê ya bilind

Defra yek ji yekîneyên serbazî yên herî girîng e li Îmaratê û bi gelek peywiran hatiye erkdayîn "ku jê tê xwestin ku li ser asta herî bilind ji amadebûnê be da ku bi lez bersivê bide ji çi rewşa ewlehî û ya serbazî ya lezgîn re", wî got.

Erkê li ser pişta liwa, yê ku laregeha wî li bingeha Defrayê dikeve, di nav wan de misogerkirina sînorên bejî û deryayî, Marî got.

Wî got ku ji bo vê yekê, rahênanên berdewam alîkarîyê dikin di misogerkirina hevahengîya rewan bo piştgirîya cewî û ya topavêjê ji liwa re di dema erkên wî yên şer de.

"Gelek berpirsyarîyên serbazî yên girêdayî ewlehîya deryayî û çavdêrîya devera beravê û ava herêmî li herêmea Kendavê li ser milê Îmarat in," wî got.

"Erkên ku spartine ser milên hêzên serbazî li herêma Gendavê di nav wan de qedexekirina çetegerî û qaçaxîyê," Xalid Zubî pisporê fakulteya qanûn de li Zanîngeha Ejmanê ji Meşariq re got.

Çetegerî û qaçaxî jêdereke sereke ne bo qezenckirina pereyan ji komên çekdar û teror re, wî anî ziman ku rahênana serbazî alikarîyê dike di berzkirina asta amadebûna bo şer de da ku çalakîyên mîna van têk bibin.

Hişyarî ji gefeke gengaz re

"Rahênanên hevbeş ji alîyê hêzên Îmarat û Amerîkayê ve di demeke gelekî girîng de hatine herwekî ku herêma Kendavê di serdemeke gelekî hestyar rederbas dibe têkildarî rewşa wê ya ewlehî," servehîya serbazî ya Siûdî ya berê liwa Mensûr Şehrî got.

Wî not kir ku bilindkirina gotara Îranî piştî cizayên Amerîkî hat.

Piştî vê yekê divê hişyarî hebe weke lêberbûnekê ji bo çi hewldana ji alîyê Îranê ve ku cizayan bin pê bike û balê ji ser xwe biguhere, wî ji Meşariq re got.

Rahênanên hevbeş dihêlin ku hêzên beşdar karibin "rêbaz û tektîkên hevbeû nas bikin yên di çi rewşa lezgîn ya hebe de tên xwestin", wî got.

Ew derfetekê didin Îmaratê da ku hînî tektîkên serbazî yên Amerîkî yên herî nûjen û rêbaz û teknîkên plankirina serbazî bibin da ku şîyana xwe ya pevçûnê qayim bikin û serbûrîya xwe zêde bike, Şehrî got.

Ev yek dê "bi awayekî erênî li ser performansa wan di warê misyonên serbazî yên jîyandar vegerin", wî anî ziman.

Wî got ku ji ber ku rahênan bi cebirxaneya jîndar hat cîbicîkirin, ev yek "dihêle ku rahêna cedî û jiwar be".

Ev tiştekî bingehîn e ji leşkeran re, "bi taybet leşkerên nû hatine tecnîdkirin, ên ku pisporîya derbarê pevçûnê li gel wan qels e", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500