Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Şirovekar hewlên Îranê yên bêdengkirin rexnegirên Îraqî şermezar dikin

Faris Omran

Ev wêneyê Şewqî Hedad e, yê ku roja 3yê Tîrmehê hat terorkirin paş ku wî Îran bi sextekirina hilbijartinên Îraqî tohmetbar kir,wêne li ser rûpela wî ya Facebookê di 11ê Tebaxa 2016an de hatiye belavkirin.

Ev wêneyê Şewqî Hedad e, yê ku roja 3yê Tîrmehê hat terorkirin paş ku wî Îran bi sextekirina hilbijartinên Îraqî tohmetbar kir,wêne li ser rûpela wî ya Facebookê di 11ê Tebaxa 2016an de hatiye belavkirin.

Şirovekarên warên siyasî û ewlehî yên Îraqî nîgeran in ji destêwerdana Îranê di karûbarên welatê xwe de, û dibêjin ku Îran hewl dide ku kesayetên giştî yên Îraqî yên ku dijberîya polîtîkayên wê yên destêwerdanê dikin bikuje.

Roja 29ê Mijdarê, rojnameya Birîtanî Telegraph di raportekê de qal kir ku Îran "tîmên terorkirinê bi kar tîne li Îraqê bo bêdengkirina rexnegirên hewlên Îranê yên destêwerdanadi pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de".

Li gorî Telegraph, tê gotin ku tîmên terorkirinê bi fermana Qasim Sulêmanî, fermandarê Hêza Qudis a elîte ya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Hêza Qudis) cih girtine.

Yek ji targetên wan siyasetvanê Îraqî Adil Şakir Temîmî bû, yê ku bi tundî rejîma Îranî rexne dikir û hevbendê serokwezîrê berê Heyder Ebadî bû, û tê gotin ku yekîneyeke Hêza Qudis di Îlonê de ew teror kir, li gorî Telegraph.

Şervanên milîsa Hereket Nuceba ya ser bi Îranê ve di merasîmekê de cih digirin li Bexdayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hereket Nuceba hatiye wergirtin] 

Şervanên milîsa Hereket Nuceba ya ser bi Îranê ve di merasîmekê de cih digirin li Bexdayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hereket Nuceba hatiye wergirtin] 

Di Tebaxê de, Radî Taî, ku şêwirmendê zanayê Şîa Elî Sistanî ye, ji hewleke terorkirinê rizgar bû paş ku wî banga kêmkirina bandora Îranî di hikûmeta nû de kir.

Û roja 3yê Tîrmehê, Şewqî Hedad, ji hevbendîya zanayê olê Meqteda Sedir bû, hat têrorkirin paş wî Îran bi sextekirina hilbijartinên Îraqî tohmetbar kir.

'Siyaseta jinavbirinê'

Ev terorkirin di çarçoveya "polîtîka rejîma Îranî ya jinavbirina" dijberên xwe tê, analîzerê Îraqî Adil Eşram Bin Emar ji Diyaruna re daxuyand.

Wî got ku Îran xwedan "dîrokeke dirêj" a encamdayîna tawanên bi vî awayî ye di derheq kesên ku dijberîya bandor û awatên wê dikin.

Wî dîyar kir ku Îran hewl dide ku agahîyan li dor hemû siyasetvan, zanayên olî û çalakvanên Îraqî, kom bike.

Ev yek paş rewşa dawî ya xwenîşandanên antî-Îranî li Îraqê û zêdebûna bawerîya bi hebûna rola wêrankar a Îranî li Îraqê bi rêya milîsên ser bi Pasdaran ve tê.

Wî tekez kir ku li ser asta siyasî, Îran giranîyê dide hewla xistina Îraqê di bin çengê xwe de ji ber ew rûbirûyî sizayê aborî û fişarên navdewletî dibe.

"Xwestekeke xurt heye bo bazara Îranî bi temamî vekin [bo Îraqê] û xwe ji sizayan vedizin û bandora wan li ser aborîya Îranî kêm bikin," wî got.

Belavbûna Îranîyan li Îraqî

Hêzên Feyleqê Qudis, hêza Basîj û ajansên hewalgirî yên Îranî bi awayekî nehînî li Bexdayê û parêzgehên başûrî yên Îraqê belav bûne, berdevikê êlên Nînewayê Şêx Muzahim Huwêt ji Diyaruna re teqez kir.

"Ev tîm fermanên xwe ji lîderên Îranî werdigirin, herî zêde ji Fermandarê Hêza Qudis Qasim Sulêmanî, bo pêkanîna terorkirinê diyarkirî," wî got.

Wî got ku van hêzan "kesayetên siyasî û olî û çalakvanên niştîmanperwer armanc kirin, ên ku li dijî polîtîka Îranê derketin û bi awayekî vekirî destêwerdana Îranê di karûbarên Îraqî de rexne dikin".

Li gorî Huwêt, ev "hewleke bo bêdengkirina dengên Îraqî yên azad ên ku xeteke niştîmanperwerî ku berfirehxwazîya Îranî red dike dişopînin".

Huwêt bal kişand ku Îran aniha di rewşeke xeternak de ye, û aborîya wê pir kambax e ji ber sizayên Amerîkî û îzolkarîya navdewletî ya li dijî wê.

Wî got ku terorkirinên vê dawîyê "di çarçoveya polîtîka sepandina hegomonîyê de" û kirina fişara siyasî li ser serwerîya Îraqî "bi hêza tirsandinê" tên.

"Ev veguhertineke xeternak e, û me berî aniha heydarî da ku dibe Tehran dest biavêje metodên tundtir bo parastina bandora xwe li herêmê weke bersiv ji fişarên ku ew rastî wan tê," wî got.

"Peyameke gefxwarinê"

Îran dixwaze ku kêşe û qeyranên xwe bi civaka navdewletî re derxîne derve û welatên cîran bike qada çareserkirina wan, xebîrê stratejî Ala Naşo ji Diyaruna re got.

"Armanca Îranî zêdekirina hegemonîya xwe ye li ser van welatan û neçarkirina wan ku ew serî ji vîna wê re deynin ew jî bi rêya nehiştina dijberên xwe".

Wî got ku terorkirin bi destên "hewalgirîya Îranî û Feyleqê Pasdaran, û bi hevkarîya bi milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve tê pêkanîna", û armanc ji wan ew e jinavbirina kesayetên Îraqî "yên ku di rêya awatên Îranê de radiwestin".

Wî got ku Îran dixwaze ku "peyameke gefxwarinê ji cîhanê re bişîne", bi rêya hewlên nîşandana ku ew dikare "Îraqê û herêmê di nav tevlihevî û nakokîyên hundirîn de biteqinîne" li hember cizayan û fişaran.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hinek Îranî hene, lê gelek Îranî ji vê nivîsarê hez nakin.

BERSIV BIDE