Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞê ya ji 5 endaman pêk tê digirin

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî li ba endamekî DAIŞê ku ew li Qayimê girtine radiwestin, wêne di 14ê Îlonê de li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li ba endamekî DAIŞê ku ew li Qayimê girtine radiwestin, wêne di 14ê Îlonê de li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî pênc endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin li ser sînorê bajarokê Qaimê li parêzgeha Enbarê, berpirsekî xwecihî roja Sêşemê (18ê Kanûna Yekem) ragihand.

Hêzên ewlekarîyê her ku keys tê operasyonên lêgerînê pêk tînin daku şanên DAIŞê li Qyimê têk bibin, serokê şaredarîyê Ehmed Dulêmî wisa ji Diyaruna re got.

Dulêmî got "di çarçoveya van xebatan de, hêz di çend rojên dawîn de bi ser ketin ku şaneke terorîst li herêma Kerbelayê girt."

Wî got ku şan ji pênc endaman pêk tê, di nav de jinek, ku bo dadê tên xwestin, û da zanîn jî ku girtin li jêr fermanên girtinê ji hêla dadgehê hatiye pêk anîn.

Endamekî hêzên ewlekarîyê agahîyên penaberên Îraqî yên ku ji kampan vegerîyane Qaimê qeyd dike di vê wêneyê de, di 9ê Kanûna Yekem de li ser înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Firqeya 8an a artêşa Îraqî hatiye wergirtin]

Endamekî hêzên ewlekarîyê agahîyên penaberên Îraqî yên ku ji kampan vegerîyane Qaimê qeyd dike di vê wêneyê de, di 9ê Kanûna Yekem de li ser înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Firqeya 8an a artêşa Îraqî hatiye wergirtin]

Dulêmî anî ziman ku "ajansên hewalgirî û ewlehîyê li pey şanên DAIŞê yên razayî dikevin li giştî bajêr, ku nahêlin ew tu derfetê bo palankirinê bibînin an lihevkirineke ewlekarî.

"Têkildarî rewşa li derdora bajêr û li ser sînor bi Sûrîyayê re, her tişt aram e," wî got.

Dulêmî anî ziman ku "yekînene artêş û êlan ên mezin, Qayimê ji hemû alîyan ve dorpêç dikin, û vê dawîyê ji hêla lîwayekê tendarkirî hatiye xurtkirin weke beşeke rêkarên xurtkirinê bo parastina sînorên bi Sûrîyayê re."

Nehiştina derbasbûna di sînor re

Dulêmî anî ziman ku "operasyonên ewlehîyê li ser sînor ranawestin," da zanîn ku Îraqî û hêzên hevpeymanîya navdewletî jî armancine DAIŞê di rêya sînor re li erdên Sûrîyayê armanc kir.

Dulêmî diyar kir ku ev yek hişt gefên terorîst dûrî erdên me bin, da zanîn jî ku " tu derbasbûn tunebû" ji sînor ber bi Qayimê ve.

DAIŞ "henasên xwe yên dawî distîne li dawîn asêgeha xwe ya li rojhilatê Sûrîyayê," wî got. "Endamên DAIŞê dabeşkirî û parçekirî ne, û bihn û berata wan li bîyabana Enbarê nemaye."

Rewşa ewlehîyê li Qayimê hişt dora %70 niştecih vegerin ku di salên dawî de dest ji bajêr berdabûn ji ber DAIŞê, wî anî ziman.

Koma dawî ya ku berî hefteyekê, ji kampên Bazbiz û Amrîya Felûcayê vegerîya, di nav de 113 malbat hebûn, ku bi giştî 528 kes bûn, Wezareta Koçberî û Penaberîyê ya Îraqî roja Duşemê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500