Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Girtinên bi kom ên li Deraaya Sûrîyayê alozîyê zêde dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Leşkerên rejîma Sûrî, ev wêne li bajarê Deraayê ye, girtinan bi awayekî berfireh li parêzgeha li başûrê welat pêk tînin. [Wêne ji Cumaa Mesalma hatiye wergirtin]

Leşkerên rejîma Sûrî, ev wêne li bajarê Deraayê ye, girtinan bi awayekî berfireh li parêzgeha li başûrê welat pêk tînin. [Wêne ji Cumaa Mesalma hatiye wergirtin]

Çalakvanekî got ku alozî û nerehetîyeke mezin li parêzgeha Deraayê, ya dikeve başûrê welat, belav bûye baş girtina bi kom a jin û mêrên ji temenê cuda ji hêla hêzên rejîma Sûrî ve.

Girtina sivîlan bi vî awayî weke tolhildanekê dîyar dibe, ku rejîm pê ra dibe tevî hebûna rêkeftinênlihevhatinê bi komên opozîsyonê û şênîyan re, rêkeftinên ku bûn encama rawestîyane dijminkarîyê, li gorî çalakvan Cuma Mesalma.

Wî ji Diyaruna re dîyar kir ku paş demeke kurt ji bicihanîna rêkeftinan, hêzên rejîmê dest bi girtinan li ser asteke berfireh kirin, bi giranî li gundewarê Deraayê û hewzê Yermûkê.

Wî got ku bo xwedûrkirin ji berpirsyarîya binpêkirina rêkeftinan, "rejîmê girtin pêk anîn bi rêya yekîneyên ewlehîya tawankarî paş hûnandina sûcên tawankarî di derheqê kesên xwestî de".

Ciwan li parêzgeha Deraayê li pêşîya komîteyeke asayîkirina rewşê rawestîyan e. [Wêne ji Cumaa Mesalma hatiye wergirtin]

Ciwan li parêzgeha Deraayê li pêşîya komîteyeke asayîkirina rewşê rawestîyan e. [Wêne ji Cumaa Mesalma hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî berîdê li Derayê weke baregeheke ewlehî bi kar tine, û kesên binçavkirî anîne wir bo encamdayîna lêpirsînê. [Wêne ji Cumaa Mesalma hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî berîdê li Derayê weke baregeheke ewlehî bi kar tine, û kesên binçavkirî anîne wir bo encamdayîna lêpirsînê. [Wêne ji Cumaa Mesalma hatiye wergirtin]

Wî got ku hinek sûc li ser bingeha gilîyên kesayetî ne, û yên din li ser esasê binpêkirinên yasayên avakirin, trafîk û gueh û sûcên din in.

Mesalma got ku hinek kesên ku hatibûn girtin pişt re hatin serbestkirin gotin ku ew hatine êşkencekirin û lêpirsîn bi wan re hat kirin li dor rewşa wan û navçeyê di dema ku ew navçe li jêr kontrola komên opozîsyonê bû.

Ji wan hat pirsîn ka ew çi li dor veşartgehên çekan, cihên binaxkirina leşkerên rejîmê û şervanên milîsên ser bi rejîmê ve dizanin.

Bê hewlwestî

Mesalma got ku her paş ku girtin pêk hatin, Rûs hatin xeberdarkirin li ofîsa lihevhatinê, lê ew bê hewlwêst man û tiştek nekirin.

Wî got ku tê xuyakirin ku dê alozî girantir bibin, û got ku rejîmê navê bi sedan kesan xistiye lîsteya kesên xwestî de û dema ku ew dixwaze wan digire.

Wî got şênîyên Deraayê ditirsin ku girtin bi awayekî befirehtir bên encamdayîn ji ber ku dema derengxistina girtina kesên tên xwestin bo leşkerîya neçarî li ber qedanê ye.

Wî got ciwanên navçeyê qebûl nakin ku biçin leşkerîyê paş kiryarên dawî yên rejîmê, "vê yekê tu rê li pêşîya wan nehişt yan rûbirûbûyîna rasterast bi hêzên rejîmê re yan jî mayîna li dûrî çavan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500