Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa alîkarîya Îraqê dike di avakirina nifşekî nû yên leşkeran de

Xalid Taî

Rahînerên Fransî di 24ê Gulanê de leşkerine Îraqî perwede dikin li ser çawanîya xwe parastina ji êrîşên kîmawî. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Rahînerên Fransî di 24ê Gulanê de leşkerine Îraqî perwede dikin li ser çawanîya xwe parastina ji êrîşên kîmawî. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fransa hevkar û alîgirekî xurt bû bo Îraqî di şerê li dijî "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) de, çavdêrine Îraqî gotin, bi van xebatan dê pêşeroja Îraqê geştir bibe û dê aramîya herêmî bêhtir bibe.

Di rêya Hêzên Misyona Narvîk û Monsabertê, artêşa Fransî li ser xurtkirina jêhatî û şîyanên şerkirinê yên endamên artêşa Îraqî dixebite.

Herdu rêxistinan gelek perwerdeyên tîyorî û praktîkî dan daku şîyanên leşkerên Firqeya Piyadeyê ya 6mîn pêş bixin, li gorî bernameyekî hevbeş bi hikumeta Îraqî re.

Van rêxistinan alîkarîya leşkeran kir daku karibin li deverên bajarî şer bikin di rêya bikaranîna şêwazên xwevedizîn, manor û bersivdayîna bilez bo bersivkirina her êrîşê.

Leşkerine Fransî rahînanan didin artêşa Îraqî di 19ê Gulanê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Fransî rahînanan didin artêşa Îraqî di 19ê Gulanê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Rahînanan herwiha pisporîya xebatkarên endazyarîya serbazî xurt kirin di vedîtin û û jihevxistina bombeyên bidestçêkirî û mayînan de.

Wan leşker fêrî çawanîya xweparastinê li dijî bandorên êrîşên kîmawî kirin, û çawa karibin alîkarîyên destpêkê ji birîndarên di hundirê şer de pêşkêş bikin.

Pisporîya ku leşkerên Îraqî ji van perwerdeyan wergirt, ew tiştê herî sereke ye di serkeftinên ku li dijî terorê de bi dest ketine, pisporê ewlehî Casim Hanûn wiha ji Diyaruna re got.

Hanûn got "Fransa yekem dewlet bû ku bi Îraqê re sekinî ji destpêka şerê li dijî DAIŞê."

Wî destnîşan kir ku "gava şerê rizgarkirinê dest pê kir, Fransa sergirtina asmanî ji hêzên me re pêşkêş û hêzên wan derbasî qadên şer jî bûn."

Pêşxistina endamên serbazî

"Piştî şer, hevparî veguherî balkişandinê," Hanûn eşkere kir.

Hanûn got ku aniha balkişandin li ser alîkarîya avakirin û pêşxistina jêhatîyên endamên artêşê ye, "tevî destweredana serbazî ya xwedî asteke bilind û hevkarîya bo têkbirina molgehên paşmahîyên DAIŞê."

"Ev hevkarî di êrîşên topavêjê de xuya dike, êrîşên ku leşkerên Îraqî û Fransî li ser asêgehên DAIŞê yên mayî li rojhilatê Sûrîyayê, pêk anîne," wî got.

Di dawîya Mijdarê de, hêzên Îraqî û Fransî cihê DAIŞê li kampa Sehmê li ser sînorê Îraqî yê bi Sûrîyayê re, bombebaran kirweke Dawîn Operasyona Hişyarkirinê , li gorî daxuyanîya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî.

Hanûn ragihand ku êrîş piştî perwerdekirineke giran û rêzerahênaine zindî hat ku hinek endamên topavêja Îraqî pêk anîn bi serperiştîya perwerdekarine Fransî li baregeha Besmayê li nêzî Bexdayê.

Di nav van rahênanan de rahênana Pasevanên Welat (Humat el-Weten) hebû, ku Firqeya Topavêjê ya 6an di 1ê Cotmehê de pêk anî, ku baş li armancên destnîşankirî xist.

Fransa pabendî alîkarîya xwe bo Îraqê ye di çarçoveya beşdarbûna wê di hevpeymanîya navdewletî de, û herwiha weke beşeke misyona NATO li Bexdayê, maomosteyê ewlehîya netewî yê Zanîngeha Nehrên Husên Elawî got.

Elawî ji Diyaruna re got ku ev pabendî di rêya pêşkêşkirina piştgirîyê ji yekîneyên artêşa Îraqî, Ajansa Dijî terorê, Ajansa Hewlagirîya Îraqî û Hêza Asmanî ya Îraqî re bi dest ket.

Nifşekî nû yê leşkeran

Elawî da zanîn ku Fransayê kakila nifşekî nû yê leşkeran da avakirin, leşkerên ku li ser bikaranîna nûjentirîn çek, tekenîk û pergalên çekan hatin perwerdekirin.

Elawî ragihand ku "ev leşkerên perwerdekîrî bûn pispor û perwerdekarên xwe, û aniha hevalên xwe yên leşker perwerde dikin û şîyanên wan ên teknîkî û fîzîkî xurt dikin."

Wî got ku Fransa "hevkar û alîgirekî xurt bû" bo Îraqê: "Ew di rizgagrkirina erdên me de alîkar bû, û bi me re paşmahîyên DAIŞê li Sûrîyayê armanc dikin."

Elawî anî ziman ku "hevkarîya me bi alîyê Fransî re baş dimeşe û li gorî nêrînên wekhev," da zanîn jî ku di rêya piştgiriîya wê ji Îraqê re, alîyê Fransî teqez dike ku dê bo cîhaneke bê DAIŞê kar bike.

"Fransî xebatên xwe bo aştî, ewlehîya navdewletî û têkbirina terorê, berdewam dikin," Elawî got.

Artêşa Îraqî dê ji perwerdekirina Fransî ya pir, sûd werbigire, pisporê serbazî û stratîjîk Mueyed Salim Cawîşî wiha ji Diyaruna re got.

"Artêşa Îraqî sazîyeke mezin e ku bêhtirî nîv milyon leşkerên xwe hene," wî got. "Ev hejmara mezin [a leşkeran] hejmareke mezin a perwerdekaran dixwaze."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ser çavan!

BERSIV BIDE