Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Kalemêrekî Sûrî dimire piştî lêdana ji alîyê Tehrîr el-Şam

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Muhened Herkî yê 70-salî ji ber birînan mir dema ku ew ji alîyê endamekî Uzbekî yê Tehrîr el-Şam ve hat lêxistin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Muhened Herkî yê 70-salî ji ber birînan mir dema ku ew ji alîyê endamekî Uzbekî yê Tehrîr el-Şam ve hat lêxistin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Niştecîyên Idlibê yên bi hêrs, yên ku di cenazeya kalemêrekî de beşdar bûn, kalemêrê ku mir ji ber ku ji alîyê endamekî Uzbekî yê girêdayî Tehrîr el-Şam ve hat lêxistin, dixwazin ku hevbendîya tundrew kesê tawanbar ji ber tawana wî ceza bike.

Alozî bilind bû paş ku niştecî di merasîmên cenaze û eza kalemêrê heftî salî Muhened Herekî de civiyan, ê ku ji alîyê çekdarê biyanî û hevjîna wî ve li derveyî mala xwe li orta bajarê Idlibê hat lêxistin, çalakê xwecihî Heysem Idlibî got.

Piştî sê rojan, Herekî ji ber birînên xwe mir, Idlibî ji Diyaruna re got.

Pevçûnê dest pê kir dema ku Herekî ji cîranê xwe yê Uzbekî xwest ku deng bi şev bilind neke, vê yekê hişt ku mêr û hevjîna xwe êrîşî wî bikin, Idlibî got.

Endamên Uzbekî yên Tehrîr el-Şam çekên xwe hildidin li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Uzbekî yên Tehrîr el-Şam çekên xwe hildidin li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Herekî bo nexweşxaneyê hat veguhestin, û gurçikeke wî û patreşka wî hatin rakirin, lê piştî sê rojan ji bûyerê ew mir ji ber gelek xwîn jê hat, ji ber rewşa wî ya tendirustî xirab bû.

"Çekdarê Uzbekî di roja bûyerê de ji mala xwe reviya," Idlibî got, "lê piştî rojekê ew bi hejmareke tundrewên Uzbekî re vegeriya."

Civatek ji niştecîyên bajar ên hêrsdar di eza û merasîmên cenazeyê civiyan û daxwaz kirin ku kesên tawanbar rastî dadwerîyê werin kirin û Tehrîr el-Şam wan ji bi sîwana xwe derxe.

Bangek hat weşandin, weke nerazîbûn da ku vê bûyera tundîyê şermeza bikin û nerazîbûnê ji ber bêqanûnîya li bajar û deverên hundir belav e, cihê ku niştecî gelek caran rastî bedkarîyê tên, di nav de girtin û kuştin.

Idlibî got ku taxeke ku piranîya niştecîyên wê Uzbekî ne ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatiye girtin û qedexe ye ku siware derbasî wê taxê bibin.

Wî got ku berî rojekê ji lêdana kujêner, endamên Tehrîr el-Şam guleyek avêtin siwareyeke ku ji alîyê sivîlan li bajar dihat ajotin, yê ku di guhertina pereyan de kar dike.

Wî got ku zilamê di siwareyê de bi hevjîn, zarok û xesûya xwe re bû, û xesûya wî bi guleyekê birîndar bû û paşê mir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500