Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Mûsil qonaxa dawî ya paqijkirina paşmahîyên DAIŞê dest pê dike

Ala Husên li Bexdayê

Paşmahîyên termên DAIŞê li jêr kavilan in li hin deverên Bajarê Kevin ê Mûsilê. [Wêne ji Leys Raşidî hatiye wergirtin]

Paşmahîyên termên DAIŞê li jêr kavilan in li hin deverên Bajarê Kevin ê Mûsilê. [Wêne ji Leys Raşidî hatiye wergirtin]

Hikûmeta xwecihî ya Mûsilê dest bi pêngavekê kir bo qedandina erkê qirs û zehmet êrakirina dawîn paşmahîyên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bin kavil û mozelan li Bajarê Kevin.

Bi sedan endamên DAIŞê li jêr kavil û mozelên malan û avahîyên hikûmî bin ax mabûn, gava ku hêzên Îraqî şer dikirin bo rizgarkirina beşê rojavayî yê bajêr ji destê rêxistinê di meha Tîrmeha 2017an de.

Heftîya borî, pêngava dawîn ya "nehiştina şopên DAIŞê li Mûsilê" dest pê kir, şaredarê Mûsilê, Zuhêr Arecî ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku kar ji alîyê tîmeke endazyarîya serbazî dest pê kiriye, bi hevkarî ligel şaredarîyê, berevanîya sivîl û nûjdarîya tawanzanî û birêveberîyên tendirustîyê.

Hêzên Îraqî di hefteya duyem a Kanûna Yekem de dest bi qonaxeke nû kirin bo hilanîna dawîn şopên DAIŞê li Mûsilê, di nav de teqemenîyên neteqyayî, weke di vê wêneyê de xuya dibe. [Wêne ji Leys Raşidî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di hefteya duyem a Kanûna Yekem de dest bi qonaxeke nû kirin bo hilanîna dawîn şopên DAIŞê li Mûsilê, di nav de teqemenîyên neteqyayî, weke di vê wêneyê de xuya dibe. [Wêne ji Leys Raşidî hatiye wergirtin]

"Hemû termên çekdarên DAIŞê di kampanyayên din ên paqijkirinê de hatin rakirin," Arecî got, û da zanîn ku tiştê mayî bi tenê parçên laşan in ên ku li jêr kavilan in li hinek deveran.

Ev dawîn kampanîya ye di çarçoveya xebatên paqijkirinê, kampanîya vê carê taxên Meydan û Tewalib li Bajarê Kevin dide ber xwe.

Kampanîyên berê paşmahîyên laşan ji Farûq, Bab el-Cedîd, Ras el-Cade, û Nebî Şît û deverên din ên Bajarê Kevin dabûn ber xwe.

"Me biryar daye ku karê xwe bi temamî biqedînin û bajar ji laşên mayî paqij bikin," Arecî got.

Wî got ku paş bidawîhatina kampanîyayê tîmeke pispor dê amareke seranserî ji deverê re pêk bîne bo nirxandina rewşê û hewcedarîya bi hebûna baldarîyeke bêhtir. Ji tîmê tê xwestin ku raporta xwe di heyama mehekê de biqedîne.

Bangên piştgirîyê

Arecî daxuyand ku rakirina paşmahîyên terman qet bi dawî nabe eger xebateke peralî bo rakirina kavil û Mûzelan pêk neyê, ev yek jî bi hewceyî xebateke fîzîkî ya mezin û piştgirîya darayî ye.

Wî da zanîn ku kar ji ber xetera ewlehî ji ber hebûna mayînan û teqemenîyên neteqyayî hêdî hêdî tê meşandin.

Wî got ku di her du rojên pêşîn ên kampanîyayê de, tîman bêhtir ji 12 kemberên teqîner ên endamên DAIŞê dîtin, ligel 100 fuzên ji mêcer û celebên cuda.

"Ev teqezîyê li ser hewcedarîya bi xebatên hikûmetê û rêxistinên navdewletî dike," wî got, û da zanîn ku ev xebat pir pere li wan diçin, ji ber bi tonan kavil hene ku divê bi selametî werin rahilandin.

Wî got ku hewcedarî bi hebûna buldozer, xebatkarên ezmûndar û tîmên serbazî heye bo rahiştina cebilxaneya neteqyayî.

Wî bal kişand ser pêwîstîya bi hebûna alîkarîyeke berferehtir bo parastina kevirên xwedan girîngîyeke dîrokî û dûrxistina wan ji ziyanine din.

Arecî got ku sazîyên şaredarîyê û ji xweber nikarin vî coreyê kar hilgirin ser milê xwe. û rola wan bi tenê ramaliştina kolanan û rakirina kavilên sivik e.

Xeterên tenduristî

Xeterên tenduristî û jîngehê û bargiranîya civakî û derûnî dê berdewam bin li bajêr, heta ku paşmahîyên mirovî bi temamî neyên rahilandin, Fatin Hilfî ji Komîsyona Bilind a Mafê Mirov a Îraqî wiha got.

Genîbûna laşan "xeterê dighîne jîngeh, zevî û avê", wê ji Diyaruna got, û egera hebûna laşên sivîlan li jêr kavil û malozan jêdereke din a nerehetîya raya giştî ye.

Hilfî bang li Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a NY (OHCHR) kir ku piştgirîya xwe bi hikûmetê re zêde bike bo ew karibe ku xebatên xwe yên lêgerîn û rakirina laşan bi hevahengî ligel desthilatdarîyên Mûsilê berdewam bike.

"Piştgirîya şênîyan di vê qonaxê de pir pêwîst û girîng e ji hêla xeberdarkirin ji hebûna termên DAIŞê," endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê, Mihemed Brahîm ragihand.

Wî got ku sazîyên hikûmetê kar li ser rakirina paşmahîyan dikin, "lê dîtina paşmahîyên di nava kavilan de bi hewce ye ku kesek rêberê tîmên pispor be, û şênî dikarin bi vê rolê rabin".

Wî xelk haydar kirin ku nabe ew destê xwe bidin tu laşekî ya paşmahîyeke gumanbar ji ber tirsa ku dibe ew bombrêjkirî bin yan teqemenî bin yan jî materyalên ku xeterê li ser jîyan çêdikin li derdorê hebin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500