Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Parêzerekî Sûrî dibêje ku cezaya bidarvekirinê ya ji alîyê rejîma Sûrî bê wate ne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Serkirdeyê Tehrîr el-Şam ê bi navê Mihemed Husên Şera, yê bi navê Mihemed Colanî tê naskirin, ji hêla dadgeha tawanan a Şamê hat cezakirin. [Wêne li ser medyaya Civakî hatiye belavkirin]

Serkirdeyê Tehrîr el-Şam ê bi navê Mihemed Husên Şera, yê bi navê Mihemed Colanî tê naskirin, ji hêla dadgeha tawanan a Şamê hat cezakirin. [Wêne li ser medyaya Civakî hatiye belavkirin]

Beşê nû yê hikumên bidarvekirinê yên ji dadgeha tawanan a Şamê li dijî gelek serkirdeyên rêxistinên tundrew hatine derketin bi tenê fêleke medyayî ya rejîmê ye, ji ber ku hikum bê wate ne, li gorî parêzerekî Sûrî.

Hikumê ku ne bi amadebûna serkirdeyê Tehrîr el-Şam û yên din derketiye, armanc ji wan ew e ku bê dîyarkirin ku dewleta Sûrî û sazîyên wê yên qanûnî bi awayekî asayî dixebitin.

Wî ji Diyaruna re got ku wiha dîyar dibe ku ev hikum bi mebesta cezakirina tundrewan hatine derketin, lê dibe ew weke destpêk be bo derxistina bi dehan hikum li dijî dijberên rejîmê.

Medyaya Sûrî ya fermî roja Sêşemê (11ê Kanûna Yekem) ragihand ku dadgeha tawanan a Şamê hikumek li 43 kesan birî bêyî amadebûna wan.

Sekirdeyê Ceyş el-Îslam ê ku li endamên li Sûrîyayê tên dîtin, ji hêla dadgeha tawanan a Şamê ve hat dadkirin. [Wêne li ser medyaya Civakî hatiye belavkirin]

Sekirdeyê Ceyş el-Îslam ê ku li endamên li Sûrîyayê tên dîtin, ji hêla dadgeha tawanan a Şamê ve hat dadkirin. [Wêne li ser medyaya Civakî hatiye belavkirin]

Di nav wan de serokê Tehrîr el-Şam (Mihemed Husên Şera, ku herwiha bi navê Mihemed Colanî tên naskirin); serokê Ceyş el-Îsalm (Îsam Biwêdanî) û serokê Feyleq el-Rehman (Ebdul Nesar Şamir).

Besam dibîne ku hikum bi xwe bê "wate" ne, "û ew tenê fêleke rejîmê ye, ku ew dixwaze bide xuyakirin ku sazîyên dewletê û dadgehên wê bi hemû şîyanên xwe dixebetin, tevî rewşên ku Sûrîya di wan re derbas dibe."

Hikum ne weke awayayê xwe yên xuyayî ne

Besam dîyar kir ku wî deqa hikuman baş xwendiye û dît ew hikum dikarin werin vajîkirin.

"Ev tiştekî ne asayî ye bo rewşên mîna van hikuman," wî got, "ku ev hikum xwe dispêrin dozên dadî yên ji hêla gelek kesan ve tên pêşkêşkirin derbarê babetên kuştin, girtina çekan bi kesekî re, tirsandina sivîlan û terorê de."

"Ev yek nîşan dide ku ev hikum dixwaze derî di rûûyê kesên dadkirî de vekirî bihêle bo danûstandin û çêkirina rêkeftinine weke yên bi komên din ên opozîsyonê re hatin pêkanîn," wî destnîşan kir.

Besam haydarî da ku ji ber derketina van hikuman aniha, tevî ku gelek babet ji dadgehê re hatine pêşkêşkirin di 2011an, ev yek destpêkekê bo derxistina hikumên bidarvekirinê derheqê bi sedan kesên opozîsyonê de nîşan dide.

Besam ragihand ku gelek kesayetên opozîsyonê hîn di girtîgehên rejîmê de girtî ne û ew lihevkirina bi ajansên dewletê red dikin.

Wî got ku herwiha dibe ev yek weke fêlekê rejîmê be dakutawanên xwe yên li dijî girtîyan pêk tîne binuxumîne, girtîyên ku di salên borî de hatine kuştin.

Besam dîyar kir ku eger ev rewş be, dê hukim aniha derkeve û weke hatiye ragihandin dê pêk were, daku van tawanan binuxumînin û ji lêpersînê berevin di pêşerojê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hûn komeke terorîst in ku bi pereyan dixebitin. Mirin ji we re hindik e.

BERSIV BIDE