Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq salvegera yekem ya serkeftina li dijî DAIŞê pîroz dike

AFP

Endamekî yekîneyeke Bersivdayîna Lezgîn li pêşîya nexşeyeke dîwarî radiwest di şahîyekê de ku hêzên Îraqî pîroz dike li baregeheke serbazî di hundirê Baledirgeha Bexdayê ya Navdewletî, di pîrozkirina salvegera serkeftina Îraqê li dijî DAIŞê de, di 10 Kanûna Yekem de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamekî yekîneyeke Bersivdayîna Lezgîn li pêşîya nexşeyeke dîwarî radiwest di şahîyekê de ku hêzên Îraqî pîroz dike li baregeheke serbazî di hundirê Baledirgeha Bexdayê ya Navdewletî, di pîrozkirina salvegera serkeftina Îraqê li dijî DAIŞê de, di 10 Kanûna Yekem de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî Duşemê (10ê Kanûna Yekem) salvegera yekem ya serkeftina welatê xwe yali dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pîroz kir, û soz da ku şerê gendelîyê bike.

Berî salekê, serokwezîrê berî wî, Heyder Ebadî dawîya şerê sê salan bo derkirina DAIŞê îlan kir, û dawîyek ji "xîlafeta" ku xwe li Sûrîya û Îraqê îlan kir danî.

Ew "serkeftina herî mezin bû li dijî hêzên şer û terorîzmê", Ebdul Mehdî Duşemê got, ew di merasîmekê de li Wezareta Berevanîyê diaxêvî.

Wî got dibe ku aniha Îraq seteke din ji berhengaîyan bigire dest, di nav de bi sed hezaran xelkên ku hîn bêwar in, bêkarî û gendelîya berfereh.

Endamin ji yekîneyeke Bersivdayîna Lezgîn radîhêjin wêneyên leşkerên ku şehîd ketine bilind dikin di merasîmekê de li baregeheke serbazî di hundirê Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê bo pîrozkirina salvegera yekem a serkeftinê li dijî DAIŞê, di 10ê Kanûna Yekem de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamin ji yekîneyeke Bersivdayîna Lezgîn radîhêjin wêneyên leşkerên ku şehîd ketine bilind dikin di merasîmekê de li baregeheke serbazî di hundirê Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê bo pîrozkirina salvegera yekem a serkeftinê li dijî DAIŞê, di 10ê Kanûna Yekem de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

"Serkeftina dawî ku em hêvî dikin ew e ku daxwaz û hêvîyên xelkên me werin cîbicîkirin," wî got.

"Ji berê de û heta anîha , gendelî dimîne yek ji şêweyên wêrankirin û terorîzmê. Eger em wê tine nekin, serkeftina me dê kêm bimîne," wî anî ziman.

Pîrozkirina serkeftinê

In a congratulatory note on social media, Iraqi President Barham Saleh said Monday marked "Salvegera serkeftinê li dijî êrîşa tawanî ya herî kirêt ku di dîrokê de hatiye dîtin".

"Lehengên me serkeftina serbazî bi nirxekî bêhempa pêk anîn, bi vî awayî barê cîbicîkirina serkeftina dawî dane ser milê me ku em serkeftina siyasî, civakî û çandî cîbicî bikin," wî got.

DAIŞ, a ku vedigere Qaidê li Îraqê, girte ser sêyekê ji rûbera Îraqê di sala 2014an de û dest danî ser bakurê bajarê Mûsilê, û ew kire paytexta defakto.

Sê salan, hêzên Îraqî, yekîneyên parleman û hêzên hevpeymanîya navdewletî şerên dijwar kirin da ku rêxistinê der bikin, û dawî musil di Hezîrana sala 2017an de vegerand.

Di saetên destpêkê de di 9ê kanûna Yekem de, Ibadî serekeftina li dijî DAIŞê îlan kir û roja di poşt re weke betlaneyeke niştimanî îlan kir.

Da ku salvegera srkeftinê roja Duşemê nîşan bide, xalênpêşkinînê û navgînê serbazî li seranserî Îraqê bi balonan hatine xemilandin.

Hikûmetê got ku ew dê beşekî ji Zona Kesk ya asta ewlekarêya wê bilind e ji nû nû ve veke, ya ku ofîsên fermî yên sereke lê hene, her êvar pênc saetan ji Duşemê ve.

Lê piştî şahîyan, hîn welat di krîzê de dikevize.

Berhengarî mayî

Hilbijartinên Parlemanî di meha Gulanê de ti hevpeymanîya hukmdar ya zelal encam neda, ji ber parçebûnên siyasî xebatên Ebdul Mehdî bo dagirtina payeyên wezarî dagire pûç kirin.

"Ji ber kêmanî di baregeha siyasî û gelêrî de heye, Ebdul mehdî xwe rehîne dît ji berjewendîyên qayim û hêzên siyasî re yên ku xelkên Îraqî hêvî dikirin ku hikûmeta wan li hember raweste" Fener Hedad, pisporekî Îraqî li Enstîtua Rojhilata Navîn ya girêdayî Zanîngeha Singaforayê, got.

"Proseya çêkirna hikûmetê ya dûrûdirêj gelek kar xwest ji niştecîyan bêtir ji dema ku wan pêşbînî dikir -- ew bang dikin -- bi destpêkirineke nû piştî têkçûna DAIŞê ya herêmî," Hedad got.

Sozên Adil Ebdul Mehdî bo ku gendelyê tine bike mîna sozên Ibadî ne dema wî sala bûrî serkeftin li dijî DAIŞê îlan kir.

Berhengarî ne tenê siyasî ne. Piranîya welat hîn wêrankirî ye, di nav de rûberên berfereh li bakur, herwekî desthilatdarî xebatê dike da kiu perayan ber hev bike da ku ji nûve ava bikin.

Bêtir ji 1.8 milyon Îraqî hîn bêwar in, gelek ji wan li kampan in û heşt mîlyon hewcedarîya wan bi alîkarîya mirovî heye, li Encumena Penaberan ya Nerwêcî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500