Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Endamekî DAIŞê ku bi kuştina endamên êla Ebû Nemrê tawanbare, li Enbarê tê girtin

Xalid Taî

Hêzên ewlekarîyê endamekî "Dewleta Îsalmî" digirin ku bi rolgerandin di tawanan de li bajarê Hîtê li rojavayî Enbarê tê gunehbarkirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê endamekî "Dewleta Îsalmî" digirin ku bi rolgerandin di tawanan de li bajarê Hîtê li rojavayî Enbarê tê gunehbarkirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî endamekî "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) girtin ku ew bi kuştina 10 endamên êla Ebû Nemr gunehbar e, berpirsekî parêzgeha Enbarê Înê (7ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên ewlekarîyê li Enbarê, piştî operasyonine hewalgirî yên tekûz, karîbûn endamekî DAIŞê bigirin," serokê komîteya ewlehîyê ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd wiha ji Diyaruna re got.

Kiûd anî ziman ku yê milîtan di komkujîyên ku DAIŞê li dijî êla Ebû Nemr pêk anîne de cih girtiye.

Di navbera 2015, 2016an de, DAIŞê bidarvekirinên bi kom derheqê dora 700 endamên êla Ebû Nemr ya Sunî de pêk anîn, ji ber ku ew li dijî îdyolojîya wê bûn.

Mezintirîn bidarvekirin li bajarê Hîtê li rojavayî Enbarê çêbûne, ku gelek malbatên girêdayî êlê li wir dijîyan.

Kiûd, ku rûsipîyekê Ebû Nemr e, got ku endamê DAIŞê yê girtî "berpirsê kuştina 10 endamên êlê bû," û da zanîn jî ku ew li tawanên xwe mukur hat.

DAIŞ hewl dide ewlekarîyê asteng bike

Kiûd anî ziman "hêzên ewlekarîyê pisporî û jêhatîyên mezin di lipeyketina terorîstan de bi dest xistine, nemaze ew şanên razayî yên ku xwe li nav sivîlan vedişêrin."

Kiûd dîyar kir ku "ew[terorîst] texmîn dikin ku dikarin demeke dirêj sax bimînin li dûrî çavên hêzên ewlekarîyê û yên hewalgirîyê, û dikarin ji qanûnê birevin."

"Lê ew nikarin rizgar bibin, her çi qas ew hewl bidin," wî got. "Çarenûsa wan an bimirin an di zindanan de birizin."

Kiûd haydarî ji hewldanên DAIŞê bo astengkirina ewlekarîyê di rêya pêkanîna êrîşine terorîst ên cihê re dan.

"Wan [endamên DAIŞê] roja Pêncşemê otombêleke ku sîpeyekî diajot şand daku wê li bajarê Felûcayê biteqîne," Kiûd eşkere kir.

Hêzên Îraqî otombêla ku 100 kîlo teqemenîyên tirsnak hildigirtin rawestandin, berî ku ajokerê 14-salî derbasî bajêr bibe.

Kiûd ragihand "şîyarbûna hêzên me, hişt ajoker li rêbenda Miwazefînê were girtin li dergehê rojavayî yê bajêr."

Wî got ku bûyerek din ku di hefteya borî de qewimî, endamine DAIŞê bi cilên leşkerî êrîşî mala muxtarê gundê Qenanê kirin li bajarê Hîtê kiribûn.

Kiûd got "kesên êrîşker gule berdan muxtar, ew kuştin û lawê wî birîndar kirin, berî ku birevin cihekî nenaskirî."

"Van êrîşên terorîst hiştin em bêhtir li ser têkbirina endamên DAIŞê yên mayî rawestin û êrîşine nişkayî li dijî wan pêk bînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ma qey ne bes e terorîst û tawankar welat wêran dikin û xelkê dikujin li gorî daxwaza bîyanîyan?!

BERSIV BIDE