Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq pêşketinan di projeyên nûavakirinê dike

Xalid Taî

Îraqî pira polat li Mûsilê derbas dikin piştî nûavakirin di 14ê Adarê de hat temamkirin. [Wêne ji Gencîneya Nûavakirinê ya Deverên ji ber Operasyonên Terorî Ziyandar in]

Îraqî pira polat li Mûsilê derbas dikin piştî nûavakirin di 14ê Adarê de hat temamkirin. [Wêne ji Gencîneya Nûavakirinê ya Deverên ji ber Operasyonên Terorî Ziyandar in]

Hikûmeta Îraqî bi sedan projeyên nûavakirin û nûtahîlkirinê di sektorê xizmetguzarîyan çêkirin li bajarên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin, berpirsekî ji gencîneya nûavakirina niştimanî got.

Ev proje ji alîyê hikûmeta Îraqî ve hatine temwîlkirin, û ew bendewarîya gihiştina temwîla navdewletî dikin ji alîyê xêrkerên ku soz dan pereyan bidin diKonferensa Navdewletî ya Kwêtê bo Nûavakirina Îraqê de, ku qewl e di meha Sibatê de bigihe.

Xêrkeran soz da ku bi 30 mîlyar dolaran piştgirîya nûavakirina 200 projeyan li Îraqê bikin.

Bêtirî 500 projeyan ji 722 projeyên hatine plankirin ku ji nû ve werin avakirin, di hemû sektoran de heta aniha li bajarên rizgarkirî hatine cîbicîkirin, Mistefa Hîtî, yê ku serokatîya Gencîneya Nûavakirinê dike li Deverên ku ji ber Operasyonên Terorî ve Ziyanbar in, got

Çementoya nû li ser rêyekê belav e li Felûcayê ya ku di şerê derkirina DAIŞê de hat ziyankirin. [Wêne ji şaredarîya Felûcayê hatiye wergirtin]

Çementoya nû li ser rêyekê belav e li Felûcayê ya ku di şerê derkirina DAIŞê de hat ziyankirin. [Wêne ji şaredarîya Felûcayê hatiye wergirtin]

"Pereyên ji budceya niştimanî hatine terxankirin ji bo van projeya hatin dan," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku piranîya wan "bi taybetî giranî dane vegerandina avê li bajarên ku ji ber kiryarên terorîzmê hatin ziyankirin".

Di nav projeyan de nûavkirina 53 fêrgehan li Enbar û Nînewayê, nûavakirina 42 avahîyên Zanîngeha Mûsilê û sazkirin û jinûverastkirina 300 kîlomitir rêyên ku ji berê şerê derkirina DAIŞê hatin ziyakirin.

Hîtî got ku zêdeyî vê yekê, hejmareke stasyonên enerjîyê yên hatin ziyankirin hatin guhertin û projeyin din di sektorê tendirustî, û ewlehî de hatin cîbicîkirin.

"Nûtahîlkirina bendavên Remadî û Nedîm el-Wirwar li Enbarê hinek ji projeyên herî girîng in herwekî ew dê avê ji avadanîyê re dabîn bikin ji dora 15 mîlyon hes re," wî got.

Wî got ku bendav dê piştevanîya zadan bikin, herwiha projeyên girêdayî enerjîyê û pêşxistina aborî.

Wî got ku Îraq bendewarîyê dike ku pereyên di konferensa Kwêtê de hatine terxankirin werin dan, ji ber ev pere dê bihêlin ku xebatên nûavakirinê zû werin cîbicîkirin û "alîkarîyê bikin di sivikkirina barê aborî ji ser milê welat".

Vejîyandina aborîya Îraqê

Hikûmeta Îraqî komîteyek çêkiriye ya ku hat erkdarkirina bi "misogerkirina ku sozên xêrkeran bi rastî werin cîbicîkirin"

"Di konferensê [ya Kwêt] de, me bêtirî 200 derfetên weberanînê li ser bingeheke niştimanî pêşkêş kirin," wî got.

Wî dîyar kir ku mebest ew bû ku em weberanînê li Îraqê han bidin li şûn ku barê welat bi deynan giran bikin her wekî ku ew karên nûavakirinê dike.

"Li şûn wê me weberînan xwest û me soz da ku em ji ji weberênanan re hêsantir bikin ku bi azadî û ewlehî kar bikin," wî got. "Em dê di rêya komîteya hikûmetê re kar bikin da ku em pêşketinê cîbicî bikin û em xêrkeran han bidin ku sozên xwe cîbicî bikin."

Îraqê planeke nûavakirinê ya ser du pêngavan daniye, ku ew di destpêka vê salê dest pê kiriye û dê berdewam bike, û amaje kir ku ew giranîyê dide operasyonên aramîyê li bajarên rizgarkirî.

Wî daxuyand ku di pêngava duyem, a pêşbînî heye ku di dawîya sala 2027an de bi dawî bibe, dê cîbicîkirina projeyên stratîjî yên girêdayî çandinî, pîşesazî, rê û piran werin dîtin.

Û teqez kir ku hin ji van projeyan mîna nûtahîlkirina Balefirgeha Mûsilê , ji berê ve hatibûn destpêkirin.

Zûkirina nûavakirinê

"Weberanînkirin ew e alava herî bêqisûr bo zûkirina proseya nûavakirin û pêşxistinê, bi taybet li deverên rizgarkirî," aborînas Macid Suwerî ji Diyaruna re got.

Suwerî got ku li gor texmînkirina hikûmetê, bi giştî 88 mîlyar $ ji nûavakirinê re tên xwestin, "ew jî mêjereke pir mezin e".

Wî teqez kir ku Îraq bi tenê nikare lêçûnê bide, ya ku tê wateya "rê li pêşîya me nîne ji bilî ku em li weberhênan bigerin, yên ku ew jî hewcedarîya wan bi proseyeke sazemenî ya zelal heye ku ti cih ji bîrokrasîya û gendelîya [zêde] re nîne".

Hebûna birêveberîyeke bişîyan pir girîng e, ligel planên ku atmosferekî balkêş ji rasmalê weberhênanê re çêdikin, li gorî Suwerî.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev çi nûavakirina ku hûn behsa wê dikin? Ev pere têra avakirina dewleteke nû dikin; $30 bilyon û 5 pir li Mûsilê, tevî ku bêhtirî 2 milyon kes li wir dijî. Tenê ji xwe re bihizirin ku bajarek bi vê qaseyê tu pirên wê tune ne. Bes derewan bikin; hemû pere li ber ba çûn.

BERSIV BIDE

Bira, deverin hene ku xelkên wê ji çaxa ku wan jê koç kiriye berî çar salan heta niha malên xwe nedîtine.

BERSIV BIDE