Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwendekarên Zanîngeha Idlibê qewitandina mamosteyên li dijî Tehrîr el-Şam protesto dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwendekarên Zanîngeha Idlibê bi birêveberîya zanîngehê re dicivin, ya ku dixwaze wan ji xwepêşandana wan a têkildarî mijara qewitandina hejmarek ji mamosteyan sar bike. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xwendekarên Zanîngeha Idlibê bi birêveberîya zanîngehê re dicivin, ya ku dixwaze wan ji xwepêşandana wan a têkildarî mijara qewitandina hejmarek ji mamosteyan sar bike. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanekî got ku xwendekarên Zanîngeha Idlibê xwepêşandanan berdewam dikin li dijî qewitanandina çend mamosteyên ku biryarên birêveberîya zanîngehê qebûl nekirin, zanîngeha ku girêdayî Tehrîr el-Şam e.

Xwendekar gelek xwepêşandan li dar xistin li dijî qewitandinê, û wan got ew dê ji xwepêşandanan venegerin heta ku birêveberîya zanîngehê ji biryara xwe venegere, û mamosteyan venegerîne kar û mûçeyên wan jî nede wan.

"Birêveberê zanîngeha Idlibê fermaneke belav kirku ji birêveberîya sivîl derketiye, ya li jêr destên rêxistina Tehrîr el- Şam e , derbarê rawestandina 13 mamosteyan de, çalakvanê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Esaf anî ziman ku sedema rawestandinê "ew bû ku hejmarek ji mamosteyan biryareke birêvebrîyê qebûl nekirin, biryara girêdayî bidûrkirina mamostêyên ku li ser peymana ku dibêje divê ew li zanîngehên nerêdankirî kar nekin îmze nekiribûn."

Xwendekarên Zanîngeha Idlibê bidûrxistina hejmarek ji mamosteyan şermezar dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xwendekarên Zanîngeha Idlibê bidûrxistina hejmarek ji mamosteyan şermezar dikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Lê belê xwendekar texmîn dikin ku sedema ku di biryara birêveberîyê de hatiye dayîn tenê bihaneyek bû, û dan zanîn jî ku ew ji ber ew mamoste li dijî Tehrîr el-Şam in.

Esaf got mamosteyên rawestandî endamine fakulteyê ne û ji damezirînerên zanîngehê ne, ku berî çend salan bi piştevanîya hinek kesên xwecihî wan zanîngeh dest pê kir, berî ku Tehrîr el-Şam destê xwe deyne ser.

Li gorî Esaf, xwendekarên nerazî gotin em dest ji xwepêşandanan bernadin heta ku zanîngeh ji biryara xwe venegere û mamote venegerin karê xwe û herwiha mûçeyên xwe yên rawestandî wernegirin.

Esaf ragihand ku rûtengijîn di navbera birêveberîya zanîngehê û mamosteyên rawestandî de berî demekê rû daye, gava hejmarek enamên Tehrîr el-Şam di zanîngehê de weke mamosteyên fakulteya şerîetê û zagonê hatin erkdarkirin.

Di nav wan de tundrewê Misrî yê bi navê Yehya Tahir Ferxelî, yê herwiha bi navê Ebû Fatih Ferxelî tê naskirin, ku fermandarekî Tehrîr el-Şam e û berpirsekî şerîetê ye.

Mamoste li dijî biryarê derketin ji ber ew ditirsin ku xwendekar zanyarîyên çewt derbarê babetên olî de bistînin, û ew dibînin ku ev biryar metodeke Tehrîr el-Şam e bo belavkirina îdyolojîya xwe ya tundrew.

Esaf dîyar kir ku Tehrîr el -Şam dixwaze îdyolojîya xwe bi awayekî berfireh belav bike, "daku desteserîya xwe li ser Idlibê misoger bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500