Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzeke taybet a hewalgirîyê paşmahîyên DAIŞê li Nînewayê armnac dike

Xalid Taî

Endamine Fewca Misyona 1mîn roja Sêşemê (4ê Kanûna Yekem) gihaştin bajarê Mûsilê daku operasyonine taybet pêk bînin li dijî paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Birêveberîya Hewlagirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine Fewca Misyona 1mîn roja Sêşemê (4ê Kanûna Yekem) gihaştin bajarê Mûsilê daku operasyonine taybet pêk bînin li dijî paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Birêveberîya Hewlagirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzeke taybet ya hewalgirîyê roja Sêşemê (4ê Kanûna Yekem) gihaşt bajarê Mûsilê daku operasyonine di asteke bilind de li dijî paşmahîyên DAIŞê pêk bîne li parêzgeha Nînewayê, berpirsine xwecihî ji Diyaruna re got.

Fewca Misyona 1mîn a Bireveberîya Hewalgirîya Serbazî ya girêdayî Wezareta Berevanîyê, bo "misyonine ewlehî xurt" pêk bîne hatiye şandin, endamê komîteya ewlehîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Hesen Şebîb got.

Şebîb ji Diyaruna re got "ew hêzeke êrîş û hewalgirîyê ye ku endamên wê xwedî pisporîyeke mezin in, herwiha di alîyê lipeyketin û pêkanîna êrîşên nişkayî de pir perwerdekirî ne."

Wî got ku "fewc dê armancine terorî yên taybet pişopîne li parêzgeha Nînewayê li gorî planine baş amadekirî."

Niştecihên Mûsilê bo pêşwazîkirina Fewca Misyona 1mîn kom dibin, a dê operasyonine taybet pêk bîne bo paqijkirian parêzgeha Nînewayê ji paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Birêveberîya Hewlagirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Niştecihên Mûsilê bo pêşwazîkirina Fewca Misyona 1mîn kom dibin, a dê operasyonine taybet pêk bîne bo paqijkirian parêzgeha Nînewayê ji paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Birêveberîya Hewlagirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şebîb anî ziman ku ew dê "serkirde û endamine DAIŞê yên bibandor bigirin yan jî bikujin" ên ku hîna ji hindirê veşartgehên xwe yan ji baregehên xwe yên razî li parêzgehê çalakîyan pêk tînin.

Komine ji Fewca Misyona 1mîn serçeteyekî DAIŞê yê komkirina çekan li Mûsilê girtin, li ser bingeha agahîne hewalgirî yên deqîq, hewalgirîya serbazî ya Îraqî di daxuyanîyekê de roja Sêşemê ragihand.

Daxuyanîyê got ku kesê gumanbar, yê ew bo dadgehê xwestî ye, di kemînekê de li qehwexaneyeke li rojhilatê Mûsilê hat girtin.

Şebîb got ku dibe operasyonên taybet "bigihêjin armancine ku xwe di deverine pirxelk de veşartine li hawizê çemê Dicleyê li başûrê Mûsilê yan li deverine biyabanî yên zehemt."

Wî ragihand "hîna hinek paşmahîyên DAIŞê mane, tevî ku ew nema weke berê xwedî heman gef in, ji ber ku ew tên şopanidn."

Di dawîn êrîşên wan de, paşmahîyên DAIŞê roja Sêşemê Raxib Bedranî kuştin, muxtarê gundê Umraînîyê li devera Hemam Elîlê, li başûrî Mûsilê, piştî revandina wî bi çend saetan.

Mirina paşmahîyên DAIŞê "nêzîk e"

Rewşa ewlehî li Mûsil û Nînewayê bi giştî aram e, serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê, Mehmûd Cibûrî got.

Cibûrî ji Diyaruna re got ku şanên DAIŞê yên mayî "çarenûsa wan mirin e û dê nikaribin aramîyê bihejînin an jî lingên xwe di bihusteke parêzgehên me de radin."

Wî got "em dikarin ji herkesî re teqez bikin ku hêzên me ... hişyar in û ew operasyonine serkeftî li dijî terorîstan pêk tînin."

Cibûrî anî ziamn ku Fewca Misyona 1mîn bo piştgirîkirina operasyonên xurtkirina ewlehîyê hatiye.

Wî eşkere kir ku niştecihên xwecihî jî roleke sereke di parastina ewlehîyê de digerînin. Ew di girtina bêhtir ji 2,000 endamên DAIŞê de vê salê, bi hêzên ewlekarîyê re alîkar bûn, "ev yek amadebûna xelkê ya xurt ji alîkarî û têkbirina terorê re nîşan dide."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev rêkareke baş e, û em bi destên hêzên ewlekarîyê digirin û em wan han didin ku sînorekî ji hemû terorê re deynin.

BERSIV BIDE