Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî cebirxaneyên DAIŞê li Enbarê bi dawî dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî roket û teqemenîyên ku di veşartgehên "Deleta Îslamî" de hatin kifşkirin raber dikin li parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roket û teqemenîyên ku di veşartgehên "Deleta Îslamî" de hatin kifşkirin raber dikin li parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyonên berdewam li Enbarê cîbicî dikin da ku li komgehên teqemenîyan ên veşartî ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bigerin û wan wêran bikin berî ku rêxistin karibe wan bi kar bîne bo encamdayîna kiryarên terorî.

Operasyonên lêgerîn û wêrankirinê , siwênkarên depokirinê yên nepenî yên dagirtî bi bombeyên bidestçêkirî, cebirxane û çekan dikin armanc, serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kûd ji Diyaruna re got.

Di encama van kiryaran de, "jêderên dabînkirina DAIŞê bi teqemenîyan hatin valakirin", wî got.

Piştî ku DAIŞê girte ser parêzgehê di havîna sala 2014an de, wê mêjerên mezin ên teqemenîyan depo kirin, piranîya wan li deverên bîyanî nêzîkî bajaran, Kûd got.

Leşkerên Îraqî bombeyên "Dewleta Îslamî" yên ku li jêr erdê li Enbarê hatibûn veşartin ra dikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî bombeyên "Dewleta Îslamî" yên ku li jêr erdê li Enbarê hatibûn veşartin ra dikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Ev depo "gefeke yekser û berdewam e ji bajarên rizgarkirî re", wî anî ziman, ji ber dibe ku hin çekdarên DAIŞê ên ku ji êrîşa Îraqî revîyane hewl bidin ku xwe li deverê bigirin da ku çekan vegerînin û di êrîşên pêşerojê de bi kar bînin.

Lê armanckirina bi mebest û wêrankirina van cebirxaneyan aniha hiştiye "gengaz be ku mirov wê gefa ew li ser bajaran çêdikin bi dûr bixe", Kûd got.

Li gorî nîşanên ewlekarî yên vê dawîyê, ew [bermahîyên DAIŞê] aniha rastî arîşeyên mezin û rast tên di peydakirina teqemenîyan de, ev yek bi saya pêngavên berdewam ên ranawestin bo xelaskirina deverê ji van depoyan," wî got.

Wî got ku DAIŞ nikarîbû cebirxaneyên xwe vegerîne, û ew di vî warî de hat têkbirin, hêzên Îraqî xwe li ser sînorê Sûrî geleî hêzdar dikin, zincîrên dabînkirinê armanc dike û xalên derbasbûna bi dizî digirin.

"Dijmin ne tenê derdê kêmbûna depo û cebirxaneyan dikişîne, lê herwiha çekdarên wê jî kêm dibin, ji ber gelek caran dema ku veşartgehên DAIŞê tê kifşkirin, endamên ku di malên mêvandarîyê û penagehan de li biyabanê xwe vedişêrin jî tên kuştin," wî got.

Wêrankirina Cebirxaneya DAIŞê

"Hêzên ewlekarîyê gelekî çalak in di şopandina deverên ku terorîstan teqemenîyên xwe tê de veşartine," endamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Enbarê Murdî Mihemed Xelef Mehelawî ji Diyaruna re got.

Mehelawî dîyar kir ku aramîya zêde ya ku li bajarên Enbarê peyda dibe delîl e ku ev stratîjî bi kêr tê.

Mehelawî got ku "yekîneyên operasyonên meydanî rûberin mezin ji biyabanê dimalin," bi piştgirîya çavdêrîya hêza cewî ya Îraqî û ya hevpeymanîya navdewletî.

"Vê çalakîya zêde desteserkirina teqemenî û bombeyên terorîstan encam da, herwiha kifşkirina jêderên çek û cebirxaneyên wan," wî got.

Wî eşkere kir ku hêzên Îraqî 268 bombeyên bidestçêkirî yên ku li devera Elbû Hesenê ya Amerîyata Felûcayê hatibûn veşartin wêran kirin di navbera 1 û 20ê Mijdarê de.

Mehelawî da zanîn ku herwiha veşartgeheke ku 146 alavên teqîner dihewandin hat kifşkirin, "hin ji wan di şêweyê tenekeyeke 20 kîlo de bûn ya dagirtî teqemenî".

Wî got kudest li ser 100 bombeyên bidestçêkirî û nîv ton teqemenîyên C-4 li biyabana Jezîrayê li rojavayê Enbarê hat danîn.

Herwiha hêzên Îraqî 43 bombe li deverên Melaib û Melahimayê li Remadîyê û 17 bombeyên bidestçêkirî li bajarokê Kebîsayê li navçeya Hîtê hatin dîtin.

Rêgirtin li ber êrîşên siberojê

"Standina teqemanîyan ji endamên DAIŞê beşeke ji planeke ewlekarî ku bi zanebûn hatiye danîn bo sînordarkirina bandora wan û nehiştina pêkanîna êrîşan," endamên komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Enbarê Şelal Nacî Obêdî ji Diyaruna re got.

Wî got ku niştecîyên sivîl ên Enbarê, bi taybet niştecîyên gundên biyabanê, roleke mezin di van xebatan de gerandine û da zanîn ku wan "hêzên ewlekarîyê ber bi kifşkirina hejmareke mezin ji teqemenî û çekan ve bir".

"Gefa ku ev siwênkarên depokirinê dikin ne kêmtir e ji ziyana ku şanê razayî çêdikin," Obêdî got.

Wî anî ziman ku îro sivîlên Îraqî her tiştê ji dest wan derdikeve dikin da ku alîkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re bikin û van gefan rakin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500