Nûçeyên Iraqê
Civak

Îraq derîyên Kampa Kîlo-18 a bêwaran li Remadîyê digire

Xalid Taî

Bas amadekarîyê dikin bo malbatên mayî ji Kampa Kîlo-18 li Remadîyê veguhezin bo warên wan. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bas amadekarîyê dikin bo malbatên mayî ji Kampa Kîlo-18 li Remadîyê veguhezin bo warên wan. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Kampa Kîlo-18 a bêwaran li rojavayê Remadîyê hat qapatkirin, birêveberîya parêzgeha Enbarê Sêşemê (4ê Kanûna Yekem) ragihand.

"Di her du rojên dawî de me dest bi vegerandinamalbatên mayî li kampêbo deverên wan [ên resen] kir," Mazin Xalid Dulêmî, şêwirmendê şaredarê Enbarê bo karûbarên bêwaran wiha got.

"Me dora 30 malbatan vegerandiye, û dora 40 malbatên din li ser rêya vegerê ne bo malên xwe li bajarokê Qaimê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Dulêmî dîyar kir ku dora 100 malbat ji Kampa Kîlo-18 bo kampa Bajarê Geştyarî li Hebanîyê, li rojavayê Enbarê, hatibûn veguestin, û da zanîn ku ew dê tevlî malbatên bêwar ên mayî li parêzgehê bibin.

Yek ji kampên herî mezin ên bêwaran li Îraqê, Kîlo-18 ye ku dora 1,600 malbatan vedihewîne, malbatên ku ji deverên xwe bêwar bûn paş ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çend bajar li Enbarê kontrol kirin.

"Ev malbat bi piranî ji Remadîyê ne û paşê ew tevlî malbatên din ji bajarên li rojavayê Enbarê bûn, bi taybetî bajarên Qaim, Rawa, û Anahê, di dema pêngava rizgarkirina van bajaran de di dawîya sala par de," Dulêmî got.

Wî got ku proseya vegerê hêdî hêdî û li ser çand nifşan ji sala borî ve berdewam dike.

"Çaxê her bajarek dihat rizgarkirin û paqijkirin ji teqemenîyan û sektorên xizmetguzarîyan dihatin vejîyandin, me dest pê dikir alîkarî dida kesên bêwar bo vegerin warên xwe," wî got.

Vegera jixweber

"Veger ne neçarî ye, lê belê jixweber e", wî teqez kir, û got ku polîtîkayên hikûmetê xelkê han didin vegerin malên xwe û carereke din di nav komelgehên xwe de xwedan rol û tevger bin.

Wî got ku Kampa Kîlo-60 li rojavayê Remadî di nîvê 2017an de hat girtin, û Kampa Xalidîyayê -- ya ku ji 11 kampên piçûktir pêk dihat -- di dawîya Îlonê de hat girtin.

"Her sê kampên mayî ev in: Hebaniya, Amirîyet Felûja û Bezbiz, yên ku aniha mêvandarîya dora 6,000 malbatan dikin," Dulêmî daxuyand.

Wî got ku Kampa Bezbiz sêyem kamp e di lîsteya kampên dê werin girtin de "Em texmîn dikin ku wê di çend rojên bên de bigirin, û em dê paşê her du kampên din bigirin."

"Em dixwazin ku rewşa bêwarîyê bi dawî bikin û vê rûpelê bi yekcarî bigirin," wî got. "Bajarên me rizgar in û aniha em rewşeke aram û seqamgîr û çalakîyeke avakirinê jîyan dikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500