Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Nîgarkêşeke Sûrî rû bi rûyê gefên Tehrîr el-Şam tê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nîgarkêş Ehmed Xelîl Celal ji ber rexnekirina hevbendîya tundrew tê şopandin. [Wêne ji Ehmed Xelîl Celal hatiye wergirtin]

Nîgarkêş Ehmed Xelîl Celal ji ber rexnekirina hevbendîya tundrew tê şopandin. [Wêne ji Ehmed Xelîl Celal hatiye wergirtin]

Lîwayê Îqabê (Cezakirinê) yê girêdayî Tehrîr el-Şam li pey çalakîvanên ku li dijî wê derdikevin dikeve û wan digire yan dikuje, nîgarkêşekî Sûrî yê ku ji hêla hevbendîya tundrew tê şopandin ji Diyaruna re got.

Celal anî ziman ku lîwayê Îqabê êrîşek ber ser mala nîgarkêş Celal li bajarê Kefer Nebilê li parêzgeha Idlibê daku wî bigirin, û wî ji wê çaxê ve xwe daye alî.

Celal bi nîgarkirina wêne û nivîsandina lafîteyan navdar bû, ew di xwepêşandanan de dihatin hildan, weke wî heman tişt di destpêka şoreşê de dikir.

Lafîteyên wî yên dawî bi giranî Tehrîr el-Şam û Qaîdayîê tawanbar kirin.

Xwepêşander lafîtene ku Celal nivîsîne hildidin di xwepêşandanekê de li Idlibê, li bajarê Kefer Nebilê, ku tê de kuştina çalakvanên dijberên Tehrîr el-Şam şermezar kirin. [Wêne ji Ehmed Xelîl Celal hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam Ehmed Xelîl Celal dişopîne ji ber çêkirina lafîtene şermezarkirinê weke vê lafîteya di 30yê Mijdarê de hatiye hildan ku doza derketina paşmahîyên Qaîdayê dike. [Wêne ji Ehmed Xelîl Celal hatiye wergirtin]

Celal ji Diyaruna re got ku "hevbendîya tundrew çalakvan li Idlibê binpê dikirin ji ber ku îdyolojîya çekdarên wê ji ya çalakvanan cuda ye."

Celal anî ziman ku Tehrîr el-Şam şer şerekî îdyolojîk dibîne, û da zanîn jî ku kiryarên wê texmînkirî ne, ji ber ku ev kesên xwedî îdolojîykek gişgir bin "kesên din qebûl nakin û hewl didin wan têk bibin."

Wî got ku kuştina dijberên îdyolojî li ba Tehrîr el-Şam ne tiştekî nû ye, da zanîn jî ku çekdarên hevbendîyê çalakîvanê bi navê Raid Faris heta du salanhate şopandin û dawîyê ew kuştin.

"Ez Misilman im û bi vê yekê serbilind im"

Li gorî Celal, hinek navbînkaran hewl dan ku wî bidin qayîlkirin daku zimanê rexneyê yê tûj derbarê rêxistinê de sivik bike, bi hêvîya ku bigihêjin lihevkirineke bi hevbendîyê re da wî serbest berdin, lê wî qebûl nekir.

Celal ragihand ku rewş li Idlibê pir xerab e, çimkî sivîl ji hevbendîyê ditirisin, û wê di rêya Lîwaya Îqabê re herêm zeft kiriye.

"Piranîya dengên azad ên li dijî rejîma Sûrî di 2011an de derketin hatin girtin an tesfîyekirin ji hêla rejîm û komên tundrew ve," wî got. "Ez texmîn nakim ku sivîl berteke diyarker nîşan bidin."

Celal anî ziman ku wêneyên wî nîgar dikirin êrîşeke belî û yekser li ser rêxistina Tehrîr el-Şam bûn, û wî texmîn dikir ku tundrew gefan lê bixwin.

Wî got ku tevî kuştina wî egereke belî ye, lê belê wî soz daye ku bê deng nemîne, ku ew dê di rêya lafîteyên xwe re li beramberî Tehrîr el-Şam bisekine.

Celal eşkere kir ku "belkî hinek min kesekî ilmanî û li dijî olê bibiînin, û ji ber vê yekê ez êrîşî Îslamîyên tundrew dikim, lê belê ew şaş in."

"Ez Misilman im û bi vê yekê serbilind im, û erkê min derbarê ola min de (ola rehmê) ew e ku berevanîya wê bikim û ji wan kesên ku hewl didin wê xerab bikin, biparêzim," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500