Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Kêmbûna avahêyan, zarok ji fêrgehên Îraqî bazdidin

Ala Husên li Bexdayê û AFP

Şagirdeke keç li ser rûnişteyekê rûniştiye di fêrgeha ku careke din li Felûcayê hatiye vekirin bi piştgirîya UNICEFê. [Wêne ji UNICEFê hatiye wergirtin] 

Şagirdeke keç li ser rûnişteyekê rûniştiye di fêrgeha ku careke din li Felûcayê hatiye vekirin bi piştgirîya UNICEFê. [Wêne ji UNICEFê hatiye wergirtin] 

Perwerdeya giştî li Îraqê rastî kêmbûneke dijwar di hejmara avahîyan de tê, ev yek jî bû sedema ku zarok demeke dirêj dûrî fêrgehan bikevin, berpirsên Îraqî gotin.

Xirabûna binesazîya perwerdeyê li welat, a ku bi awayekî dijwar ji ber şerê bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re û ji ber lawazîya aborîyê hat ziyankirin, divê hikûmet yekser giranîyê bide wê, wan ji Diyaruna re got.

Şerê dijî DAIŞê avakirina fêrgehan dereng hişt, û bû sedema wêrankirina gelek fêrgehên din, ên ku rêxistinê dest danî ser wan û ew kirine weke baregeh ji çekdarên xwe re.

Newekhevîya aborî faktorekî qutebir ê mezin li gorî wê şagirdê Îraqî dikare xwendina xwe li fêrgehê bi dawî bike yan na, ajansa zarokan a NY meha borî hişyarî da, û wê hikûmet han da ku pereyan li perwerdeyê xerc bike, AFP ragihand.

Şagird diçin fêrgehên xwe li Felûcayê. Îraq rastî kêmbûneke li ser asteke niştimanî di avahîyên fêrgehan de tê. [Wêne ji UNICEFê hatiye wergirtin]

Şagird diçin fêrgehên xwe li Felûcayê. Îraq rastî kêmbûneke li ser asteke niştimanî di avahîyên fêrgehan de tê. [Wêne ji UNICEFê hatiye wergirtin]

Qelsbûna aborîyê, şerê bi salan bi DAIŞê re û kêmbûna piştgirîya ji alîyê hikûmetê ve hişt ku sîstema fêrgehan li Îraqê lawaz be, UNICEFê ev yek kifş kir di lêkolînekê de ku 20,000 malbatan dane ber xwe.

Rewşa civakî-aborî dihêle ku kend hebe di nav şagirdên ku ji fêrgehên navîn der diçin, 73% ji rêjeya derçûnê ji şagirdên dewlemend in, eger em wan bidin ber 23% ji şagirdên feqîr, UNICEFê got.

Sêyek ji fêrgehên Îraqê sê dewaman dikin, ew hewl didin ku çi qas şagird hebin wan qeyd bikin, ev tê wateya ku ew tenê çend saetan rojane tên perwerdekirin.

UNICEFê got ku bo ew baş perwerdeyê werbigirin, hewcedarîya Îraê bi 7,500 fêrgehên nû heye.

"Ev yek ji ber şer, hilweşana aborî, di van her bîst salên dawî de weberanîn di warê perwerdeyê de kêm bû. Demak ku kwalîteya perwerdeyê nebe, ev yek dihêle ku zarok dûrî fêrgehan bibin," birêveberê UNICEFê li welat Peter Hawkins ji AFP re got.

"Zarok siberoja vê welatî ne û ew kenda ku mezin dibe di nav wan şagirên "ku bi wan re heye" û " yên bi wan re nîne" fitnê çêdike û ji zarok û Îraqê re xirab e," wî anî ziman.

Ji bo ku gelek zarok werin fêrgehan, divê hikûmet gelek pereyan li perwerdeyê xerc bike, rêjeya herî kêm li herêmê ku tenê 7% , UNICEFê got.

Fêrgehên qerebalix

Kêmbûna avahîyên fêrgehan hişt ku fêrgeh mişt şagird bibin, endamê komîteya perwerdeyê ya encumena parêzgeha Bexdayê Fadil Şuwêlî ji Diyaruna re got.

"Hin caran tu dikarî 80 şagirdan di fêrgeeheke tenê de bibînî," wîgot, û not kir "gelek birêveberîyên fêrgehan ji şagirdan xwestin ku li malê bimînin li ser bingeha ku şagird li hev bibedilin".

Wî anî ziman ku Komîteya Perwerdeyê bêtir ji fêrgehekê di avahîyekê de li hev dicivîne li ser bingeha ku fêrgeh li hev dibedilin, û hin fêrgeh li derdora Bexdayê pêşazîya çar dewaman dikin di heman avahîyê de.

"Bandora neyînî ya van fêrgehên qerebalix û fêrgehên ku di avahîyekê de li hev dibedilin dê ne tenê bandorê li pêvanên perwerdeyî bike, lê belê ew dê bandorê li tendirustîya şagirdan jî bike," Şuwêlî got.

Wî got ku di sîya rewşa aborî ya zehmet, hikûmetê nikarîbû çareserîyên bingehî ji arîşeyê re deyne û li şûn vê yekê ew xwe dispêre çareserîyên demkî mîna dabînkirina fêrgehên guhêzbar ên belawela.

Dûrketina dirêjxayen ji fêrgehan

Dûrketina ji fêrgehan berhengarîyeke din e ku perwerde li Îraqê rastî tê, lêkolînerê di Wezareta Perwerdeyê de Ebdil Helîm Huseynî ji Diyarunare got.

Wî got ku du faktorên sereke di bilindbûna rêjeya dûrketina ji fêrgeha de beşdar bûne. Şerê li dijî DAIŞê û rewşa aborî ya zehmet ya ku gelek malbat rastî tên.

"Ewlehî û aborî du faktorên girîng in di proseya perwerdeyî de li welatê cihanê be, yên ku bêy wan hûn dê encamên xeternak li ser faktorê perwerdeyê bibînin," wî got.

"Dema ku nanderê malbatekê nikaribe pêdivîyên fêrgehê ji zarokê xwe re peyda bike, dibe ku ew zorê lê bike ku ji fêrgehê derkeve û karekî bibîne da ku pereyan bi dest bixe," Huseynî got.

Sendîkeya Mamostayan ya Îraqî gelek qewêtî ji parlemanê re şandin da ku kêmbûna di avahîyên fêrgehan de çareser bike, Muhsin Saidî, serokê şaxê Nasirîyayê yê sendîkayê wiha got.

"Yek ji qewêtîyên sereke ew e ku komîteyeke bilind bê sazkirin û ji budceya niştimanî bê temwîlkirin û yekser bi Ofîsa Serokwezîr ve girêdayî be," wî ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku dê ev komîte bi avakirina fêrgehên gelemperî li seranserê Îraqê were erkdarkirin, û dê xebatên wê bi planên stratîjî yên pênc yan deh salî werin arastekirin.

"Herwiha sendîkeyê şîret li hikumetê kir fermanê li wezaretên xwe bike ku temwîlê bo avakirina fêrgehan ji budceya salane terxan bikin," Saidî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500