Nûçeyên Iraqê
Civak

Feyleqa Pasdaran oldarên Îranî ber bi Sûrîyayê ve dişîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Fermandarê Pasdaran emîd Jewad Xifarî, yê ku serkirdeya hemû milîsên Îranê çêkirine da ku li Sûrîyaê şer bikin dike, di nav endamên milîsên xwe de li Helebê tê dîtin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Fermandarê Pasdaran emîd Jewad Xifarî, yê ku serkirdeya hemû milîsên Îranê çêkirine da ku li Sûrîyaê şer bikin dike, di nav endamên milîsên xwe de li Helebê tê dîtin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Feyleqê Pasdaran) alozîyên mezhebî gur dike li deverên li jêr kontrola wê li Sûrîyayê, bi taybet li parêzgehên Humis, Heleb û Dêra Zorê, çalakekî ji Diyaruna re got.

Wî çalakvanî got ku ew vê yekê di rêya xebatên xwe yên berdewam ji bo ku guhertineke dîmografî û olî çêke ya dibe gefek bo resenîya taybetmendîyên van deveran.

Feyleqa Pasdaran devera kontrola xwe li Dêra Zorê berfereh kiriye di rêya milêsên girêdayî wê re û di rêya avakirina ofîsên ku eqîda Wilayet el-Feqîh han didin (Serwerîya Feqîh), çalakê Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re got.

Ji xelkên li deverên li jêr kontrola Feyleqa Pasdaran tê xwestin ku dilsozîyê ji Wilayet el-Feqîh re bikin -- Serkirdeyê Îranê yê herî Bilind Elî Xameneiî -- ê ku serwerîya herî bilind û tenya ye li ser Pasdaran dike.

Xortên ciwan ji Humsê di şahîyeke zemawenda komî de ya ji alîyê Hizbula yê Libnanî ve tê tewîlkirin beşdar dibin, pêşbînî heye ku zava dê tevlî milîsê bibe. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Xortên ciwan ji Humsê di şahîyeke zemawenda komî de ya ji alîyê Hizbula yê Libnanî ve tê tewîlkirin beşdar dibin, pêşbînî heye ku zava dê tevlî milîsê bibe. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Perestgeheke ji alîyê Feyleqa Pasdaran ve hatiye avakirin bala mêvanên Îranî dikişîne ser Dêra zorê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Perestgeheke ji alîyê Feyleqa Pasdaran ve hatiye avakirin bala mêvanên Îranî dikişîne ser Dêra zorê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Li gorî Ebid, niştecîyên Dêra Zorê ji berê ve rastî ti arîşeyên mezhebî nehatine, ji ber babetên mîna van, "kirêt in ku nîqaşê di wan de bikin".

Lê aniha, ev doz bûye xaleke tevlihevîyê, wî got, ji ber ew bi rêbazin engizandî tê pêşkêşkirin, mîna sepandina ramana bi zorê û bedreftarîya ji lawazîya sivîlan a aborî û siyasî.

Hewlên bandorkirina li sivîlan

Di van rojên dawî de, Navenda çandî ya Îranî li Dêra Zorê propeganda di nav sivîl û fêrgehên zarokan de belav dikir û posterên ku pesnê Feyleqa Pasdaran didin didanîn, Ebid got.

Ev yek tê piştî îlaneke ji alîyê ,sekirdeyê êlî yê Sûrî Newaf Beşîr yî girêdayî Feyleqa Pasdaran, ku mizgefta Ebû Ebd li orta bajarê Dêra Zorê weke perestgeh û hewze bo hecacîyên Îranî û Îraqî re hat destnîşankirin.

Ebid got ku rewş li Humsê heman e, cihê ku ciwan bo berjewendîyên Îranî bi pereyan tên xirkirin.

Wî got ku zemawendeke bi kom ku ji alîyê Hizbula ya Libnanî ve hatiye temwîlkirin, zemawenda ku ji bo hejmareke ciwanê deverê, vê dawîyê li gundê Kefer Abidê yê Humsê hatibû lidarxitin, pêşbînî heye ku zava dê tevlî refên Hizbula bibin.

Wî daxuyand ku Hizbula hemû lêçûnê zemawenê girtine xwe, û hejmareke fermandarên partî û Pasdaran li herêmê di zemawendê de hazir bûn.

Heleb jî rast heman êrîşa çandî hatiye, wî got herwekî ku Feyleqa Pasdaran mizgefta Irwet el-Bir kire navendeke medya û piştevanîyê.

Berê, piranîya xelkê hevûdû qebûl dikirin, bêy ku guh bidin gêrêdana wan a olî û mezhebî, Ebid got

Lê herwekî ku Feyleqa Pasdaran berdewam van gavan dikin, wî anî ziman ku nakokîyên mezhebî dest pê dikin derdikvin holê, wî destnîşan kir ku di dema pêş de ew nakokî dê xeternaktir bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500