Nûçeyên Iraqê
Aborî

Qorexkirina Tehrîr el-Şam ji mazotê re nirxan li Idlibê bilind dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Firoşyarekî ku mazotê li Idlibê difiroşe, ya ku alava sereke ye bo germkirinê li herêmê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Firoşyarekî ku mazotê li Idlibê difiroşe, ya ku alava sereke ye bo germkirinê li herêmê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Herwekî zivistan nêzîk dibe, Sûrî li parêzgeha Idlibê ya li bakurê welat û deverên derdora wê derdê nirxê mazotê yê bilind dikişînin, çalakên xwecihî gotin.

Nirxên dîzil û nefta bo germkirinê (mazot) hatiye bilindkirin ji çaxa ku Tehrîr el-Şam di rêya Kampanîya Weted Petrolyom, a girêdayî wê bazarê kontrol dike, tevî ku kampanîyê bi awayekî eşkere red kir ku têkilîya wê bi hevbendîya tundrew re hebe.

Ew serdest bû ye li bazarê di rêya armanckirina pêşbirka dina kesên ku mazotê belav dikin û di nav bazirganên piçûk de, çalak Heysem Idlibî ji Duyaruna re got.

Nirxên mazotê li Idlibê û li derdora parêzgehên Hema û Helebê yên ciran "bilind bûye heta asteke nayê gotin dema ku demsala zivistanê nêzîk dibe", wî got.

Wî got ku nirxê lîtreke mazotê ji 200 lîreyên Sûrî (0.3$an) gihaye 350 lîreyên Sûrî (0.67) van rojan, wî not kir ku Weted bazara mazotê qorex dike.

Wî got ku nirxên nû hatin piştî fermanên bazirganîya mazotê qedexe kir û hiştin ku tenê Weted mazotê bifiroşe.

Bakurê Sûrîyayê mêjereke mezin ji mazotê xerc dike "ji ber ew alava tenê ku li herêmê bo germkirinê tê bikaranîn", Idlibî wiha got.

"Mazot yek car li bazara [normal] peyda nabe ji ber kampanî mêjera mazota berdest kontrol dike," wî got. Ev yek bo sedema "ji nû ve derketina bazara reş, cihê ku nirxê her litreke mazotê 400 lîre ye (0.77$), herî kêm".

Zivistan tê û pêşbînî heye ku nirx bêtir bilind bibin dema ku zivistan dest pê bike û "mazot yek car dest jê nabe", wî anî ziman.

Nirx ji hemû alîyan ve bilind dibin

"Ne tenê nirxên mazotê bilind bûn lêbelê nirxê benzînê jî bilind bû, vê yekê hişt ku di sektorê guhastinê de kar dikin nirxên xwe bilind bikin," çalakekî Idlibî bi navê Muiseb Esaf ji Diyaruna re got.

"Nirxên mazotê yên bilind bandor li nirxên hemû tiştan kir bê istisna ji ber hemû bazirganan, di nav de bazirganên fêkî û şînkahîyê û pêdivîyên sereke, nirxan bilind dikin bi bihaneya lêçûna guhastinê ya bilind," wî got.

Ev bo sedema ku nirx di kemû waran de bilind bûn, heta asta ku gelek niştecî aniha nema hin pêdivîyan dikirin, Esaf got.

"Tehrîr el-Şam yekser berpirsa vê bilindbûna nirxan e, ji ber ew jêdera sereke bo mazotê li bazarê," wî got.

Hevbendîya tundrew herêmê bi rê ve dibe, û eger ew bixwaze ew dikare "nirxan sînor bike û vegerîne weke berê ku li gor taqeta niştecêyên herêmê be", wî got.

Esaf got ku di heman demê de, pêleke nirxên bilind li bazarên bajarê Idlibê û deverên derdora wê peyda bû weke encamekê bo bilindbûna nirxê mazotê.

Robareke qezencê bo Tehrîr el-Şam

"Nirxên şînkatîyê, weke mînak, hema hema 100% zêde bû ji ber xwedîyên bexçeyan mazotê di avadanîyê de bi kar tînin," çalakê medyayê Mehmûd Hac Kamil ji Diyaruna re got.

Herwiha nirxê nan jî bilind bû, wî got, û metaryalên germkirinêm yên alternatîv, mîna tep, kepek, qaşûlên fisteqan, û nefta ne parzûnkirî, û ku tevlî materyalên din dikin da ku bikine sotemenîyeke ku were şewitandin.

"Tehrîr el-Şam hewl dide ku rastîyê ji niştecîyan veşêre, ew angaşt dike ku têkilîya wê bi kampanîya Weted re nîne, lê ya rast ew e ku kampanî destê temwîlkirinê yê rastê ye bo Tehrîr el-Şam," Kamil got.

Di rêya wê re, hevbendî "dikare berhemên neftê derxe û biparzine û proseya belavkirina wê kontrol bike", wî got.

"Komê kontrola bazara mazotê girte dest xwe da ku bibe jêdereke berdêl ji temwîlkirina wê re, ji ber kes nema danan dide wan û nema tiştek ji bacan dikeve dest wan de," Kamil got.

Wî da zanîn ku herwiha nirxên mazotê yên bilind bandor li karê rêxistinên mirovî jî kir, rêxistinên ku li deverê kar dikin, bi taybet xwedîyên terektoran ên ku avê diguhêzin, ji ber ew li ser nirxine destnîşankirî bi firoşyarên mazotê re li hev dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500