Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Protesto li gundewarê Idlibê li hember Tehrîr el-Şam derdikevin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwepêşander di bajarê Kefer Nubilê yê parêzgeha Idlibê re dimeşin weke çalakîyeke protesto li dijî Tehrîr el-Şam. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Xwepêşander di bajarê Kefer Nubilê yê parêzgeha Idlibê re dimeşin weke çalakîyeke protesto li dijî Tehrîr el-Şam. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Xwepêşandinên nerazîbûnê vê hefteyê ji alîyê çalakan ve li dijî Tehrîr el-Şam hatin lidarxistin, pîşedarê medyayê û niştecîyê bajarê Kefer Nubilê yê parêzgeha Idlibê, ya ku ji hêla îdarî ve beşek ji qazayê Maeret Numanê ye, çalakekî got.

Çalakîyên nerazîbûnê, yên ku di (26ê Mijdarê) de dest pê kirin piştî kuştina herdu çalakên medyayê yên sivîl, bang li hevalbenda tundrew kirin ku ji bajar derkeve û reftarên xwe yên çewsandinê li dijî wan rawestîne.

Xwepêşanderan sloganên dijî Tehrîr el-Şam digotin û rahiştine ala şoreşê, ya ku hevalbenda tundrew ew qedexe kiriye û bi ya xw eguhert.

"Niştecîyên Kefer Nubilê tevlî bi dehên çalakan bûn da ku xwepêşandinê li dijî Tehrîr el-Şam organîz bikin piştî endamên wê çalakên xwecihî Raid Faris û Hemûd Jinêd kuştin," çalakê Idlibî Heysem Idlibî ji Diyarunare got.

Xwepêşander radihêjin wêneyên çalakên ku ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatine kuştin, Raid Faris û Hemûd Jinêd, di xwepêşandinekê de li Kefer Nubilê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Xwepêşander radihêjin wêneyên çalakên ku ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatine kuştin, Raid Faris û Hemûd Jinêd, di xwepêşandinekê de li Kefer Nubilê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Xwpêşanderan li Kefer Nubilê ala şoreşa Sûrî rakirin, ya ku vê dawî yê betal bû û bi ya Tehrîr el-Şam hat guhertin, weke mesajekê ku ew ala nû qebûl nakin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Xwpêşanderan li Kefer Nubilê ala şoreşa Sûrî rakirin, ya ku vê dawî yê betal bû û bi ya Tehrîr el-Şam hat guhertin, weke mesajekê ku ew ala nû qebûl nakin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Herdu mêr ji berê ve ji alîyê Tehrîr el-Şam ve hatibûne girtin.

Plan hatibû organîzkirin da ku seknekê li dar bixin, lê pê re pê re bû xwpêşandinineke nerazîbûnê.

Wî got ku protestovan di Kefer Nubilê re meşiyan û demeke dirêj li pêşîya stasyona "polîs" ya Tehrîr el-Şam rawestiyan, cihê ku endamên hevalbendê asê kiribûn da ku li hember protestoyan rawestin, ew ditirsiyan ku bigirine ser stasyonê.

Wî got ku xwepêşanderan sloganên dijî Tehrîr el-Şam bang dikirin û ji hevalbendê xwestin ku ji bajar derkevin û siyaseta çewsandinê li dijî wan kesên dijberîya îdîolojîya wê ya tund dikin rawestîne. Gelakan ala şoreşê rakirin.

Xwepêşander daketin kolanan rojên Duşem û Sêşemê, lê roja Duşemê xelk bêtir civiyan, Idlibî got.

Wî not kir ku Kefer Nubil yek ji bajarê her pêşî bû ku şoreşa Sûrî jê dest pê kir, wî anî ziman ku piranîya niştecîyan li dijî îdîolojîya tund in ya ku Tehrîr el-Şam dixwaze bi zorê bisepîne.

Pevçûn di van mehên dawî de di navbera niştecîyan û ehrîr Şam de çêbûn, piştî wê hejmareke mezin ji niştecîyên sivîl û çekdarên opozîsyonê yên girêdayî Artêşa azad aSûrî Azad û komên ku kontrola ji alîyê tehrîr el-Şam ve red dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev dawîya zeman e.

BERSIV BIDE