Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mûsil giranîyê dide ewlehîyê paş rûdawa teqîna xwaringehekê

Xalid Taî

Hêzên elwekarî yên Îraqî cihê rûdawa teqîna otombîleke bombrêjkirî roja 9ê Mijdarê pişkinîn dikin, teqîna ku sê kes tê de hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, li nêzî xwaringehekê li Mûsilê êrşa yekem e dema derxistina DAIŞê ji bajar ji sala bûrî ve. [Zaid Obêdî/AFP]

Hêzên elwekarî yên Îraqî cihê rûdawa teqîna otombîleke bombrêjkirî roja 9ê Mijdarê pişkinîn dikin, teqîna ku sê kes tê de hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, li nêzî xwaringehekê li Mûsilê êrşa yekem e dema derxistina DAIŞê ji bajar ji sala bûrî ve. [Zaid Obêdî/AFP]

Di rojên paş rûdawa teqîna roja 8ê Mijdarê de li nêzî xwaringehekê li Mûsilê, hêzên Îraqî rêkarên elwehî yên tund sepandin bo rêgirtin li pêkhatina êrîşên wiha, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Ev rêkarên ewlehî hevdem in ligel "dayîna berbiçav" a agahîyan ji alîyê sivîlan ve, yên ku xeberlêdanan dikin çaxê ew çalakîyeke gumanbar dibihîzin.

Teqîna otombîla bombrêjkirî, ya li derveyî xwaringeha Ebû Leyla li bajar pêk hat, sê kes kuştin û 12 birîndar bûn, jêderên nûjdarî û ewlehî ji AFP re ragihandin.

Ev yekem teqîna ji dema rizgarkirina Mûsilê ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), û wê şênî hejandin.

Hêzeke serbazî veşartgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dorpêç dike di operasyoneke lêgerînê de li başûrê Mûsilê. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzeke serbazî veşartgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dorpêç dike di operasyoneke lêgerînê de li başûrê Mûsilê. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

"Em rizgar bûbûn, me bawer dikir ku ewlehî berdest bûye," xebatkarekî xwaringehê yê 25-salî bi navê Museb ji AFP re ragihand.

Ziyan gihiştiye otombîla wî, ya ku li nêzîk parkkirî bû.

"Ev çar sal bûn ku min kar dikir bo wê bikirim, lê hertişt di kêlîyekê de wenda bû," wî got.

"Êrîşên parêzî yên dijwar"

Bûyer "ji encama valahîyeke ewlehî bû ku dibe li her deverê li cîhanê rû bibe, û nayê wateya ew nîşan dide ku daketinek di asta ewlehîyê de heye", şaredarê Mûsilê, Zuhêr Aracî got.

"Êrîşê hişt ku bêhtir pêbend bin bi têkbirina paşmahîyên DAIŞê û tevgerên endamên rêxistinê li bajarê me," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Paş vê tawanê, hêzên me yekîneyên xwe belav kirin û xalên xwe asê kirin li tixûbên [bajêr], nemaze li alîyê rojavayî," wî dîyar kir.

Aracî got ku planên ewlehî bi awayekî berfireh tên berçavkirin û rêkarên parêzî yên tundtir tên sepandin.

Wî got ku ev yek "pêkanîna koleçanên himbiz li derdora bajar û derbasgehên wî yên serekî û berdewamkirina rêbendên parastinê dihundirînin", û herwiha "duqatkirina xebatên kifişkirin û armanckirina şanên raz yên terorî".

"Ji dema teqînê heta bi roja 15ê Mijdarê, hêzên me sê êrîşên parêzî yên dijwar li gundewarê Mûsilê pêk anîne," wî eşkere kir.

Ew bûn encama "kuştina 20 endamên DAIŞê yên ku xwe li deverên Badûş, Askî Mûsilê û Humêdat vedişartin", Aracî got.

Di heman demê de, polîsê Nînewayê 14 kesên dihatin xwestin girtin li taxên Mûsil el-Cedîda, Heramat Qudis, Intîsar û Kerama, ku hinek ji wan çekdarên DAIŞê û endamên "hesba" (polîsê şerîetê) yê rêxistinê bûn.

Haydarîya zêdebûyî

Aracî ragihand ku paş teqîna roja 8ê Mijdarê, şênîyan nîşan da ku ew dixwazin bajarê xwe biparêzin, û da zanîn ku xeberlêdanên ewlehî "bi awayekî berbiçav" zêde dibin.

"Şênî aniha bêhtir ji berê agahîyan didin xebatkarên ewlekarî û wan ji çalakîyên gumanbar û tişt û otmbîlên xerîb agahdar dikin," wî got. "Haydarîyeke mezin heye û hevkarîyeke mezin heye di parvekirina berpirsyarê de."

Wî got ku "vê bûyera terorî em bi tenê hêzdartir kirin," û da zanîn ku xelk diçe ser karê xwe li bajêr weke rewşa asayî.

Paş êrîşa Mûsilê, encumena parêzgeha Nînewayê civîn bi serkirdeyên ewlekarî re girê dan bo nîqaşkirina rêyên pêkanîna xebatên pêwîst bo çespandina aramîyê, endamê encumenê Ayid Loweyzî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir "me rêkarên girîng dane ber xwe bo bipêşxistina ewlehîyê," wî got, di nav de zêdekirina hejmara yekîneyên destnîşankirina teqemenîyan (sonar) li her heşt derbasgehên bajêr.

Wî got ku divê bazirganên bajêr kamîrayên çavdêrîkirinê li firoştgehên xwe deynin, û divê hejmara kamîrayên çavdêrîyê li deverên giştî dûbil bibin.

Rêkarên ewlehî herwiha "bihêzkirina rola muxtarên taxan dihundirînin", Loweyzî got.

Encumenê di heman demê de bang kir kudivê efserên polîs vegerin ser karê xwe, û efserên nû tevlî kar bibin bo dagirtina valahîya heyî, wî got.

"Me pêşniyazek divê derbarê darasteyî hikûmetê kir, ji ber hejmara efserên polîs ên karê hatiye rawestan 12,000 efser e, û hewcedarîya me bi hebûna 40,000 efseran heye bo ew li nava bajaran û li ser sînor cih bigirin," wî daxuyand.

Parastina destkeftîyên ewlehî

Serkeftina li ser DAIŞê "nîşangeheke dîrokî ya ronakdar e", endamê komîteya ewlehî ya encumena Nînewayê Binyan Cerba wiha ji Diyaruna re anî ziman. "Lê qonaxa paş-serkeftinê bi hewcedarî xebateke qerase ye ji alîyê hemû kesî ve bo parastina vê destkeftîya dîrokî."

"Li hember vê xerqa ewlehî me rêkarên ewlehî yên bi lez wergirtine," wî got, û da zanîn ku şênîyan bi "helwesteke êrênî" bersiv da.

"Lê belê, divê em bizanin ku ev rewşa aniha tenê bi rêkarên ewlehî çareser nabe, belê rêkarên civakî û aborî jî pêwîst in," Cerba ragihand.

Wî teqez kir ku ewlehî jê re xebatên bêhampe lazim in bo rûbirûbûyîna xizanî û bêkarîyê, misogerkirina pêşketinê û çaksazîkirinê û bihêzkirina aştîya civakî.

Teqîna 8ê Mijdarê nîşana "tirsonekîya terorîstan e", şênîyekî Mûsilê bi navê Îsam Mehmûd, yê ji taxa Zuhûr a bajêr, wiha got.

Paşmahîyên DAIŞê "texmîn dikin ku ew dê bi wan re ne bi cedî bin, lê em di rewşa amadebaşîyê û hazirîyê de ne", wî ji Diyaruna re got. "Me qelenekî mezin da da ku em rizgar bibin, û em dest ji vê destkeftinê bernadin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê xelkê Mûsilê baş hişyar û baldar bin.

BERSIV BIDE