Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî stargehên DAIŞê li Kerkûkê wêran dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî veşatrgeheke DAIŞê li Wadî Şeyî li Kerkûkê dorpêç dikin di vê wêneyê de, di 22yê Mijdarê de li ser enternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Navenda Agahîyên Ewlehîyê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî veşatrgeheke DAIŞê li Wadî Şeyî li Kerkûkê dorpêç dikin di vê wêneyê de, di 22yê Mijdarê de li ser enternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Navenda Agahîyên Ewlehîyê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja Duşemê (26ê Mijdarê) şeş stargehên ku ji hêla "Dewleta Îslamî" DAIŞ) dihatin bikaranîn wêran kirin li Kerkûkê, berpirsekî ji parêzgehê roja Sêşemê got.

Polîsê Federal li ser bingeha agahîne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya li Kerkûkê operasyonek pêk anî, birêveberê ofîsa agahîyan li parêzgeha Kerkûkê Merwan Anî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Anî anê ziman ku operasyon dest bi şopandina "endamên terorîst ên li Wadî Şeyî xwe vedişêrin kir di navbera bajarên Daqûq û Reşadê de" li beşê başûr-rojavayê parêzgehê.

Anî got di operasyonê de polîsê sê stargeh dîtin ku metryalên teqemenîyê dihindirandin, "herwiha kemberên teqîner û çekên cihêreng."

Polîsê Federal di Wadî Şeyî li parêzgeha Kerkûkê de digere di vê wêneyê de, di 21ê Mijdarê de li ser enternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Federal di Wadî Şeyî li parêzgeha Kerkûkê de digere di vê wêneyê de, di 21ê Mijdarê de li ser enternetê hatiye weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Wî got ev heyber hatin wêrankirin, û stargeh hatin şewitandin.

Anî got operasyon şeş rojan piştî hêzên Îraqî ku 20 deverên DAIŞê dîtin li heman herêmê tê, di rêya agahîyên serkirdeyê DAIŞê yê hatiye girtin re.

Ev dever tunêl û konên tijî xwarin û pêdivî dihindirandin, li gorî daxuyanîyekê ku ji hêla Navenda Agahîyên Ewlekarîyê hatiye ragihand.

Daxuyanîyê got ku yek ji van deveran weke kampeke perwerdekirinê ya DAIŞê dihat bikaranîn.

Balafirên Hevbendîya Navnetewî rêzeêrîşin di çend rojên dawî de pêk anîn, sê serkirdeyên DAIŞê kuştin "ên gef li ewlehî û aramîya deverên navbera parêzgehên Kerkûk, Dîyala û Selaehedînê dixwar," Anî anî ziman.

Wî ragihand ku hêzên Ajansa Dijî Teror roja Duşemê berê xwe dan bilindahîyên navçeya Dibsê li bakur-rojhilatî Kerkûkê, ku "sê stargehên din dîtin."

Paşmahîyên DAIŞê di nav êgir de ne

Anî got ku aramnckirina veşartgehên DAIŞê berdewam e, çi ku hîna hejmareke piçûk a milîtanan ku li deverên neavakirî xwe veşartine navbera Wadî Neft û Wadî Zexêtûnê li navçeya Hewîcayê, li rojava û başûr-rojavayê Kerkûkê.

Anî ragihand ku "ev terorîst şikeftan keysbaz dikin daku xwe lê veşêrin gava ew di komên razî disafirin ku tenê çend endam in, ku ji demekê heya demekê êrîşinan dibin ser sivîl û gundên çandinîyê."

Anî got "lê belê hêzên ewlekarîyê dest girêdayî namînin derbarê çi gefê de, herwiha her tim operasyonan li dijî deverên terorîst pêk tînin bi alîkarîya niştecihên xwecihî."

Anî anî ziman îsal heta niha, hêzên ewlekarîyê 310 endam û serkirdeyên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê kuşt û bi dehan kes girt ên bo tawanên teorê dihatin xwestin.

Herwekî wan dora 50 stargehên DAIŞê wêran kirin di heyama şerê rizgarkirina Hewîcayê de di dawîya 2017an de "weke beşeke veguherîna wan deveran bo deverine pêkanîna êrîşan," Anî eşkere kir.

Wî got "di dema bê de, em dê operasyonine xurttir bo têkçûna paşmahîyên terorê pêk bînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500