Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî torên veşartgehên DAIŞê li Kerkûkê armanc dikin

Xalid Taî

Polîsê Îraqî veşartgeha DAIŞê li devera Daqoqê li başûrê Kerkûkê kifş kir. [Wêne Fermandarîya Polîsê Federal ya Îraqî hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî veşartgeha DAIŞê li devera Daqoqê li başûrê Kerkûkê kifş kir. [Wêne Fermandarîya Polîsê Federal ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî xebatên xwe du taq dikin da ku bermayîyên "Dewleta Îslamî" li parêzgehê tone bike di rêya komeke operesyonên ku vê dawîyê rêxistin kirin armanc, berpirsan ji Diyaruna re got.

Di nav wan de operesyoneke jihevxistina toreke teror ya ji 27 endaman pêk dihat li Kerkûkê, tora ku berpirsên êrîşên Cotmehê li bajar bûn, Fermandarê Operesyonên Kerkûkê liwa Maen Saidî got .

Endamên torê, di nav wan de fermandarekî DAIŞê yê navdar ê bi navê Ebû Ebdil Rehman tê naskirin, bi wan re kemerên teqîner û teqemenîyên têra ku du otombîlên teqîner amade bikin hene, wî got.

Tor berî şeş mehan hatibû çêkirin, weke beşekî ji ya jê re tê gotin Wîlayeta Kerkûkê, wî got.

Karmendê Ajansa Îraqî ya Dijî Terorîzmê(CTS)operesyoneke teftîşê li Kerkûkê cîbicî dike. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Kerkûkê hatiye ergirtin]

Karmendê Ajansa Îraqî ya Dijî Terorîzmê(CTS)operesyoneke teftîşê li Kerkûkê cîbicî dike. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Kerkûkê hatiye ergirtin]

Çalakîyên wan bi awayekî raz li taxên Kerkûkê hatin cîbicîkirin, cihê ku endamên wê agahî dane hev û bi navgîn û motoran bi şevê li taxan tevger dikirin da ku teqemenîyan biguhêzin û li derdora bajar veşêrin.

Torê hewl da ku bi van êrîşên "ceban" balê bikişîne ser xwe, peyvdarê Ajansa Dijî Terorîzmê (CTS) Sebah Numan ji Diyaruna re got.

"Lêbelê, hêzên me bi xurt û derbin êşdar bersiv dan" wî got. "Ajansên me yên istixbaratan çalak bûn û me karîbû em terorîstan bigirin weke encamekê bo operesyonên şopandinê yên astbilind."

"Aniha em gelekî xwe dispêrin xurtbûn û çalakîya agahîyan ji bo ku em bidin dûv torên terorîst, bi taybet ew torên ku hewl didin xwe di nav sivîlan de veşêrin," Numan got.

Çavdêrî yeksrer dest pê dike

Em dest bi çavdêrîya endamên van toran û tevgerên wan dikin yekser piştî ku em agahîyên istixbaratî werdigirin, Numan got, û gava ku dem guncan be, hêzên ewlekarîyê "bi awayekî xurt li hember wan derdikevin".

"Herwiha em bi hevpeymanîya navdewletî re jî kar dikin, di rêya dabînkirina agahîyên deqîq ên ku ber bi veşartgehên dijmin ve dibinda ku ew karibin yekser wan armanc bikin," wî got, wî behsa derba 5ê Mijdarê kir weke mînakeke nûjen ser vê alîkarîyê.

Êrîşa asmanî ya ku 19 endamên DAIŞê tê de hatin kuştin li bakurê Kerkûkê, hat cîbicîkirin li ser bingeha agahîyên istixbaratî yên ji alîyê Ajansa Dijî Terorîzmê hatin dabînkirin, wî got.

Di heman demê de, wî anî ziman, "Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî hejmareke ne kêmî 20 endamên DAIŞê girtin di nîvê pêşî ji vê mehê de".

Girtin çêbûn din encama agahîyên ji alêyê niştecîyên sivîl ve hat, herwiha girtina ser malan û operesyonên teftêşê bo tekekesên tên xwestin li seranserî Kerkûkê, wî got.

Ê herî navdar di nav kesên girtî de serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê, ê weke "Ebû Emar" tê naskirin who worked at the group's "ofîsa perwerde û şîretdanê" ya rêxistinê de kar dikir.

Ew di 13ê Mijdarê de li bajarokê Leylanê li başûr û rojhilatê Kerkûkê hat girtin.

Hejmareke tawanbarên berpirs bo kuştina karmendên polîs û sivîlan hatin girtindi pêka girtinan de. Ew berpirs bûn bo êrîşên teqîner ên berê û êrîşên teror û navên wan li ser lîsteya navên kesên ku dihatin xwestin bûn.

Xebat bo lawazkirina DAIê

"Ev pêngav beşek in ji xebatên hevahengîyê da ku çalakîyên terorîst ên milîsan lawaz bikin û da ku wan tine bikin," birêveberê medyayê ê Fermandarîya Polîsê Kerkûkê aqîd Afrasiao Kamel Weiss ji Diyaruna re got.

"Me hejmareke mezin ji êrîşan li dijî endamên terorîst cîbicî kirin, êrîşên ku bandordar bûn," wî got. "Em bi ser ketin û me planên wan têk birin, herwekî ku em berdewam dikin û em li hember çalakîyên wan ên raz li deverên niştecihî derdikevin û em didin dûv wan li dervey bajar."

Ev operesyon li ser bingeha planên ewlekarî û raportên istixbaratî yên ji alîyê niştecîyê sivîl ve tên cîbicîkirin û di rêya hevkarêya bi ajansên ewlekarîyê yên din re, wî anî ziman.

"Xebatên me yên hevaheng aramî vegerandine Kerkûkê."

Hêzên Îraqî "karê xwe bi hestê berpirsyarîyê û bi piştevanî dikin",endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal ji Diyaruna re got.

"Çi ji dest wan tê ew dikin da ku em karibin jîyaneke normal bijîn," wî got, wî anî ziman ku ew bi ser ketin di kêmkirina gefa ji alîyê endamln DAIŞê ve.

Serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Kerkûkê Burhan Asî ji Diyaruna re got dê girîng be ku em gelek hêzên ewlekarîyê yên din bînin parêzgehê.

"Em dibînin ku divê hejmara van hêzan were zêdekirin û bi awayekî baştir werin çekdarkirin, ji ber ku parêzgeha me mezin e û gelek gundên dûr tê de hene," wî got. "Li ser asta ewlekarî, me gelek encamên balkêş bi dest xistin û em dixwazin wan qayim bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê we bi ser bixe!

BERSIV BIDE