Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ li Diyalayê di vê salê de rastî xesarên herî mezin tê

Xalid Taî

Polîsê Îraqî fermanan werdigire berî destpêkirina operasyonekê bo ewlekirina sînorên Xaneqînê li rojhilatê parêzgeha Diyalayê, wêne roja 15ê Cotmehê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî fermanan werdigire berî destpêkirina operasyonekê bo ewlekirina sînorên Xaneqînê li rojhilatê parêzgeha Diyalayê, wêne roja 15ê Cotmehê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hatiye wergirtin]

Paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Diyala ya Îraqî dinalin ji ber "xesara xwe ya herî mezin" ji destpêka vê salê ve, li gorî rayedarên xwecihî.

Li gorî serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Diyalayê, Salih Husênî, hêzên ewlekarîyê 40 endamên DAIŞê kuştine ji destpêka Îlonê de di çarçoveya êrîşên li ser veşartgehên wan ên li parêzgehê.

Husênî ji Diyaruna re got ku êrîşên ku veşartgehên rêxisitnê yên weke cihên "asê û ewle" dihatin raçavkirin armanc kirin û bûn encama "xesarên herî giran ên rêxistinê di vê salê de" û girtina "bi dehan" endamên DAIŞê.

Di nav wan de fermandarên DAIŞê û endamên şanên razayî û yên çalak hebûn.

Wesayitên serbazî yên Îraqî êrîşî paşmahîyên DAIŞê li gundên parêzgeha Diyalayê dikin, wêne roja 19ê Cotmehê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hatiye wergirtin]

Wesayitên serbazî yên Îraqî êrîşî paşmahîyên DAIŞê li gundên parêzgeha Diyalayê dikin, wêne roja 19ê Cotmehê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hatiye wergirtin]

"Hêzên me li pey van endaman in li her bihusteke parêzgehê," wî got. "Serdestîya ewlekarîyê aniha li her dever û gundan heye, ew çiqas dûrdest bin jî."

Husênî got ku di van operasyonên ewlekarî de, hêzên Îraqî karîn baregehên serekî yên tiştê jê re tê gotin Wîlayeta Diyala ya DAIŞê wêran bikin.

Wî dîyar kir ku ew "gurzeke dijwar" bû ji rêxistinê re, ji ber ku wê ev ceh weke navendeke serekî bi kar tanî, bo ew rêzên xwe bi hêz bike û çalakîyên têkbirina seqamgîrîyê pêk bîne.

Girtinên li ser bingeha agahîyên hewalgirî

Fermandarê Operasyonên Diyalayê, ferîq Mizher Ezawî got ku hêzên fermandarîya Operasyonên Diyalayê fermandarekî bilind ê DAIŞê girtine.

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku di lêpirsînên di pişt re wan karî agahîyan li dor baregehên Wîlayeta Diyalayê bi dest bixin.

"Dema me agahîyên hewalgirî bi dest xistin, me berê xwe da cih, yê ku ji 20 tunêlên jêrzemînî pêk dihat, li tixûbê rezên Hemrînê," wî ragihand. "Ew tunêl bi temamî hatin wêrankirin."

Ezawî da zanîn ku DAIŞê ew tunêl bo depokirina çekan û cebilxaneyê û xwarinê bi kar tanîn.

Ezawî got ku sê fermandarên mezin ên Wîlayeta Diyala ya DAIŞê di êrîşê de hatin kuştin, û dîyar kir ku ev operasyon di çarçoveya gelek êrîşên serbazî yên ku veşartgehên paşmahîyên DAIŞê li seranserê Diyalayê dikin armanc tên.

Ev jî bûn encama wêranbûyîna veşartgehên DAIŞê li navçeya Kampa Ayişa li Hemrînê; rezên Tebac; Zûr li Xaneqîn; Şêx Baba li Celewlayê; Behraza başûrî; û Serha û Azîm li nêzî sînorê Selahedînê.

Ezawî dîyar kir ku roja 8ê Mijdarê şaneke DAIŞê ya ji sê endaman pêk dihat hat têkbirin li devera Kilî, di navbera Xaneqîn û Celewlayê de li rojhilatê Diyalayê.

"Yekîneya hewalgirîya Diyalayê karî cihê şanê destnîşan bike bi xwesipartin bi agahîyên hewalgirî yên bi dest xistin," wî got.

Wî got ku girtîyên di operasyonê de lêpirsîn bi wan re tê kirin, bi hêvîya ku ew agahîyan eşkere bikin ku bibin encama kifişkirina torên terorî yên din.

"Em didin ser pişta wan li biyabanan û şikeftan, û dema em wan dibînin, bi xar yan wan digirin û yan wan dikujin," Ezawî got.

"Em dê tu derfetê nedin wan bo ew dîsan karînên xwe ava bikin," wî got. "Leşkerên me karên xwe dikin û bi nehiştina gefa terorîzmê pêbend in."

"Waneyên sext" ji DAIŞê re

Di heman demê de Fermadarîya Polîsê Diyalayê "waneyeke sext" di operasyonên ewlehî yên dawî de da DAIŞê, peyvdarê fermndarîyê eqîd Xalib Atîya ji Diyaruna re ragihand.

Wî got jî "hêzên me vê dawî heft terorîstên xeternak kuştin," û 17 stargehên rêxistinê dîtin û wêran kirin.

Atîya daxuyand ku operasyon li navçeyên rojhilatî û bakurî yên Diyalayê pêk hatin, û DAIŞê sûd ji kendûkozên zehmet wergirtin di xweveşartinê de.

"Em tev ajansê din ên ewlekarî û hewalgirî karê xwe dibin serî bi canê yek tîmî, em nexşerêyekê bi kar tînin di kifişkirina şanên terorîstan û veşartgehên wan de," wî got.

"Em pêşketinekê pêk tînin, lê hinek encam dê niha neyên eşkerekirin, da ku em pêşketina hatiye bidestxistin ji dest nedin," Atîya got. "Dijmin diherife, û kesên mayî li benda qedera girtinê ya kuştinê ne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500