Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş: Biyabana rojavayî ya Enbarê ewle ye ji gefên DAIŞê

Xalid Taî

Leşkereî Îraqî cihê xwe digire li rojavayê Enbarê di çarçoveya operasyoneke ewlekarî de bo paqijkirina biyabanê ji paşmahîyên ''Dewleta Îsalmî'', wêne roja 21ê Cotmehê hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkereî Îraqî cihê xwe digire li rojavayê Enbarê di çarçoveya operasyoneke ewlekarî de bo paqijkirina biyabanê ji paşmahîyên ''Dewleta Îsalmî'', wêne roja 21ê Cotmehê hatiye weşandin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Biyabana rojavayî ya parêzgeha Enbarê ewle ye ji gefên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Çarşemê (21ê Çarşemê) ragihand.

"Hêzên ewlekarî serkeftinên mezin bi dest dixin di operasyonên li dar de li biyabana rojavayî ya Enbarê, bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re," peyvdarê Fermandarîyê, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîşên bi kuwalîte û nişkayî alîkarî kirin di binxistina paşmahîyên DAIŞê de, û herwiha pêkanîna lêdanên asmanî li ser şiyanên wan ên lojistî, birîna xetên wan ên îmdada çek û çekdaran, û rêgirtin li ber wergirtina her corekî piştgirîyê.

"Dronên me û beşên din ên xebatên koleçanê çavdêrîya biyabana rojavayî bi berdewamî dikin," wî got, û dîyar kir ku ew aniha "baş ewle ye, û sînor girtî ne".

Resûl got ku hêzên Operasyonên Cezîrê, Artêşê û êlan bi awayekî berdewam pêngavên ewlekarî li dijî milîtanan li dar dixin, û got ku wan vê dawîyê gelek cih wêran kirine ku qasên mezin ji bombeyên bidestçêkirî, rokêt û mûşek dihundirandin.

Wî got ku çek û teqemenîyên hatin dîtin di van cihan de hatin komkirin û ew li cihine ewle hatin hiştin bo careke din destê endamên DAIŞê negihêje wan.

Hêzên Îraqî armanc dikin ku rê nedin çekdaran ku ji biyabanê birevin û penagehên ewle ji xwe re li deverên çiyayî û biyabanê peyda bikin, "bi taybet li rojavayê parêzgeha Selahedînê û deşta Nînewayê".

Hevpeymanîya Navdewletî roja 10ê Mijdarêdest bi êrîşên asmanî li ser girên Atşana, li rojavayê Mûsilê, kir û 14 endamên DAIŞê, yên xwe li çar cihên cuda diveşartin, kuştin.

Resûl got ku hêzên Îraqî "bê westîyan û bi coş" kar dikin bo welat ji paşmahîyên DAIŞê paqij bikin.

"Em dê tu valahîyê ji wan re nehêlin bo ew çalakîyên xwe yên tawankarî bikin û şiyanên xwe ji nû ve ava bikin," Resûl da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500