Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Malbatên Enbarê endamên DAIŞê radestî hikûmetê dikin

Xalid Taî

Serokên êlan û berpirsyarên ewlekarî li rojavayê Enbarê di Tîrmehê de dicivin bo nîqaşkirina awayên rûbirûbûyîna paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Serokên êlan û berpirsyarên ewlekarî li rojavayê Enbarê di Tîrmehê de dicivin bo nîqaşkirina awayên rûbirûbûyîna paşmahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Niştecihên Enbarê endamên malbatên xwe yên tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûbûn radestî desthilatdarîyên ewlehî kirin li parêzgehê, serokê êleke Îraqî Sêşemê (20ê Mijdarê) ragihand.

Hinek malbatan li rojavayê Enbarê karîn xizmên xwe yên dihatin xwestin ji ber tevlîbûna wan di rêzên DAIŞê de qayil bikin ku xwe radestî hikûmetê bikin, Şêx Qeterî Semermed, fermandarê hêzên êlan li navçeya Bexdadî ragihand.

Wî ji Diyaruna re dîyar kir ku van malbatan xizmên xwe piştrast kirin ku tu cih tune ye ku ew xwe lê veşêrin li biyabanê, û dê hêzên ewlekarîyê lêgerîna li wan ranewestînin, û qedera wan yan girtin e û yan kuştin e, aniha be yan pişt re be.

Wî got ku "yekane rêya ew xwe bi selemetî bihêlin ew e ku xwe radest bikin û bihêlin ku dadwerî karê xwe bike".

Hêzên Artêşa Îraqî li cihên xweveşartina paşmahîyên DAIŞê digerin li biyabana li derdora bajarokê Qaimê yê sînorî yê parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Artêşa Îraqî li cihên xweveşartina paşmahîyên DAIŞê digerin li biyabana li derdora bajarokê Qaimê yê sînorî yê parêzgeha Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku di heftîyên dawî de, "bêhtir ji 20 kesên tên xwestin bi banga dêûbavên xwe kirin û wan xwe bi awayekî jixweber bi rêya malbatên xwe radest kir".

Wî got ku ew aniha li zindana Remadîyê girtî ne.

Wî got ku hêzên Îraqî yên Fermandarîyên Enbarê û Cezîrê çend caran bang li paşmahîyên DAIŞê yên ku xwe li deverên biyabanî vedişêrin kirin ku xwe radest bikin.

Semermed got ku biryara wan ya xweradestkirina bi awayekî jixweberî dê li ber çav were girtin dema ku ew pêşberî dadgehê bibin.

Ya ku jê re tê gotin"Dawîn Operasyonên Haydarkirinê", ku 8ê Cotmehê hatiye destpêkirin, ji êrîşên berfireh li ser paşmahîyên DAIŞê û cihên wan ên raz li biyabanê pêk tê.

Semermed got ku pêngavê belavokên selametîyê û peyamên haydarîkirinê belav kirin, û du bijare dan ber paşmahîyên DAIŞê ew jî yan xweradestkirin û yan mirin.

Bihêzkirina şîrazê civakî

Semermed dîyar kir ku ev xweradestkirinên vê dawîyê "hevdem in ligel xebatên xelkê bo girtina rûpela qonaxa DAIŞê û bihêzkirina hevgirtina civakî".

"Pêwendî û civînên berdewam in di navbera berpirsyarê ewlekarî, serokên elan û rûsipîyan de li rojavayê Enbarê," wî got.

Wî got ku di van civînan de, hemû alîyan aweyên bihêzkirina ewlehîyê û pêşxistina hevahengîya hevbeş bo danûstandinkirin ligel paşmahîyên DAIŞê û şanên razayî nîqaş kirine.

"Van civînan rol gerand di çareserkirina gelek kêşeyan de, nemaze pirsa malbatên ku zarokên wan di nav DAIŞê de bûn," wî got.

"Omîdek heye bo bidawîkirina bêwarîya jin, zarok û kalên van malbatan, û vegerandina wan bo malên wan û qebûlkirina wan weke welatîyên din, yên ku xwedan berpirsyarî û erk in û xwedan maf in jî," wî dîyar kir.

"Em dixwazin ku serwerîya yasayê biçesipînin û her çavkanîyeke milmilanîyê ya ku dibe gefê li şîrazê civakî û pêwendîya bihêz a di navbera êlan de bike zuha bikin," Semermed got.

Wî daxuyand ku dema wê navçe kontrol kir, DAIŞê hewl da kîn û dijminahîyê di navbera êlan de biçîne.

Semermed got ku serokên êlan, zanayên olî. akademîkar û çalakvanên sivîl berdewam in di organîzekirina semînar û korsên zêdekirina hişyarî û têgihiştinê de li mizgeftan û dibistanan, nemaze bo ciwanan, da ku ew hizrên tundrew red bikin.

Wî got ku ev yek welatîyên Îraqî han didin ku piştgirîya xwe ji hêzên ewlekarîyê re zîde bikin û roleke mezintir bigerînin di damezrandina aştîyê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500