Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Xeta trênê a di navbera Îran û Sûrîyayê de cihê metirsîyê ye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Biryar heye ku Xeta trênê ya komara Îranê ya Îslamî dest bi karê avakirina xeta trênê bike li Îarqê, xeta ku Îranê bi Sûrîyayê ve girêde bike. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Biryar heye ku Xeta trênê ya komara Îranê ya Îslamî dest bi karê avakirina xeta trênê bike li Îarqê, xeta ku Îranê bi Sûrîyayê ve girêde bike. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Îran nêt dike ku xeteke trênê ya ku di Îraq û Sûrîyayê re derbas dibe ava bike da ku Komara Îslamî di rêya bej re bi keştîgeha laziqîyayê li ser Deryaya Navîn ve girêde, çalakekî Sûrî ji Diyaruna re got, û hişyarî da derbarê serêşîyên gengaz ên vê tevgerê.

Wî got eger ev xeta trênê were danîn, ev yek dê proseya dabînkirina çekan ji tevgerên girêldayî Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) li Sûrîya, Îraq û Libnanê hêsan bike û dê bihêle ku bazar li ber lehîya kel û pelên Îranî herin.

Herwiha dê derfetekê bide Îranê ku xwe ji cezayên li ser hatine sepandin vedize.

"Biryara damezrandina xeta trênê da ku Îranê bi Sûrîyayê ve girêde li ser asta herî mezin li Îranê hat standin," çalakê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Derbasgeha Şelemje ya sînorî di navbera Îran û Îraqê de weke xala destpêkirina projeya xeta trênê ya ku Îran, Îraq û Sûrîyayê bi hev ve girêdide hatiye pêşniyakirin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Derbasgeha Şelemje ya sînorî di navbera Îran û Îraqê de weke xala destpêkirina projeya xeta trênê ya ku Îran, Îraq û Sûrîyayê bi hev ve girêdide hatiye pêşniyakirin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Keştîgeha Laziqîyayê ya Sûrî, li ser Deryaya Navîn, ew e mebesta ku projeya xeta trênê ya Îranê jê re hatiye plankirin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Keştîgeha Laziqîyayê ya Sûrî, li ser Deryaya Navîn, ew e mebesta ku projeya xeta trênê ya Îranê jê re hatiye plankirin. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Wî got ku serkirdeyê Îranî Hesen Rûhanî destûr da da ku dest bi avakirina xeta trênê ya di navbera Îran û bajarê Busrayê yê Îraqî de bike.

Birayar heye ku rê ji derbasgeha Şelmejayê ya sînorî dest pê bike di navbera Îran û Îraqê de û di Îraqêre bigihe keştîgeha Laziqîyayê ya Sûrîyayê, cîgirê serokê kargêr ê Xeta Trênê ya Komara Îslamî Mezyar Yezdanî ji Ajansa Faris News re eşkere kir.

Ebdula got ku Îran dê rahêje barê avakirina lêçûna avakirinê li ser erda Îraqî, lê li beşê Sûrî ji rê xeta trênê ya kevin dê were sazkirin û çalakkirin, wî anî ziman ku ku hinek karê avakirinê berê vê dest pê kiriye.

Ebdula hişyarî da ku ev bi rastî ev xet weke kenalekê bo dabînkirina çekan ji komên girêdayê Feyleqa Pasdaran ve li Îraq, Sûrîya û Libnanê, bi taybet Hizbulah, ji ber sînordarîyên hatine sepandin ser çalakîya hewavînîyê û ji ber pêşkinîna zêde.

"Girêdana di rêya xeta trênê re dê rêya herî hêsan be bo guhastina çekdarên gelek komên ji alîyê Feyleqa Pasdaran ve li Îraq û Sûrîyaê hatine çêkirin," wî got.

Arezûya gihiştina bi deryayê

Parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got ku Feyleqa Pasdaran berî çend salan amadeyê bo avakirina xeta trênê dikir da ku xewna xwe ku bigihe Deryaya Navîn cîbicî bike.

"Wê ev yek kir di rêya israrkirina ser imzekirina rêkeftinên dualîbi Îraq û Sûrîyayê re ên rehendîyên wan ên bazirganî hene, di nav de tekilîyên gumrikê û hêsankirina tevgera kel û pelan," wî got.

Herwiha Feyleqa Pasdaran hazirêya rêkeftineke sêalî dike bi Bexda û Şamê re da ku çarçoveya qanûnî ya dawî ji vê xeta trênê ya nû re deynin, wî anî ziman.

Besam hişyarî da ku eger ev xeta trênê hat avakirinm ew dê dergihekî ji Îranê re bi Deryaya Navîn re dabîn bike û ew dê navgîneke be da ku berhemên xwe biguhêze bazarên Îraqî, Sûrî û dibe ku yên Libnanî û ji wê derê ber bi gelek welatên di ve jî.

Wî got ku Lê da ku xwe ji sizayan vedize, hewcedarî heye ku şehadetên eslê berhemên Îranî werin guhertin, wî got, dibe ku ev yek rê veke ku cizayin zêde li ser sazemenîyên Îraqî û Sûrî werin sepandin û zehmetîyên aborî ên ku xelk derdên wan dikşînin zêde bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bes e! Hûn her tim behsa dîtaneyên plangerî dikin. Divê em li jîyaneke baştir bigerin.

BERSIV BIDE

Çi bi we re çêdibe? Ji ber nefreta we ji Îsraîlê we Îran jî ji bîr kiriye, ey pîsino!

BERSIV BIDE