Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam li Idlibê şerê tundrewên biyanî dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên ya jê re tê gotin "koma biyanîyan" milîsan dişînin xaleke pêşkinînê da ku li endamên Tehrîr el-Şam bigerin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên ya jê re tê gotin "koma biyanîyan" milîsan dişînin xaleke pêşkinînê da ku li endamên Tehrîr el-Şam bigerin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanekî xwecihî got ku Tehrîr el-Şam kete şerekî dijwar bi komeke dijber re, ya çekdarên biyanî yên tundrew li bajarokê Harimê li gundewarê parêzgha Idlibê.

Di şerê di navbera herdu alîyan de hejmareke xelkê hatin kuştin, û hin din hatin birîndarkirin û vê yekê hişt ku sivîl ji deverê birevin, ew li ser jîyana xwe ditirsiyan eger ku şer zêde bibe.

Şerên berdewam di navbera Tehrîr el-Şam û koma çekarên biyanî ya piçûk hişt ku alozîyeke mezin li Harimê û deverên derdorê çêbibe.

Wî got ku piranîya çekdarên biyanî welatîyên frensî ne, hin ji wan bi esil Efrîqî ne û ew tên naskirin ku ew yek ji komên herî tund e li bakurê Sûrîyayê. Ew bi îdîolojîya Qaidê hevbeş in û hejmara wan nebêtirî 60 kesî ye.

Kolaneke li bajarokê Harimê yê parêzgeha Idlibê, cihê ku şerên dijwar di navbera Tehrîr el-Şam û tundrewên biyanî de diqewimî. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Kolaneke li bajarokê Harimê yê parêzgeha Idlibê, cihê ku şerên dijwar di navbera Tehrîr el-Şam û tundrewên biyanî de diqewimî. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku ew navê xwe dikin "biyanî" û ji alîyê tundrewê Frensî yên bi esil Sinxalî yê, bi navê Umer Umsin tên birêvebirin, herwiha ew weke Umer Diyabî jî tê naskirin.

Komvê dawîyê bû hevalbenda Huras el-Dîn , Lê endamên wê bi azadî tevgerê dikin û cuda ne ji komên din ên girêdayî Huras el-Dîn.

Huras el-Dîn, ji alîyê hejmareke îdeolojîstên Tehrîr el-Şam ên berê, di destpêka vê salê de hat damezrandin, ên parçebûna hevbendîyê ya eşkere ji Qaidê red kirin, herwekî wan hewl da ku dilsoz bimînin bi serokê Qaidê Eymen Zewahirî re.

Parçebûnên hundirîn ên sivik

Koma "biyanîyan" red kir ku bi ya fermanên emîrên Huras el-Dîn bike, yên ku aniha jê dixwazin ku hevahengîyê bi Tehrîr el-Şam re bikin weke beşekî rêkeftin û agirbesteke nû di nav herdu hevbendîyên tund de.

Li gorî vê rêkeftinê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi awayekî demkî bi hin hêzên xwe tevlî Huras Şam dibe, ya ku ew jî bi Tehrîr el-Şam re kar dike da ku li hember çi êrîşa ji alîyê rejîma Sûrî ve rawestin.

Esaf got ku ev beşeke ji planeke berferehtir ya ku Tehrîr el-Şam tê de dixwaze hemû komên tund li deverê li jêr ala xwe bike yek.

Ev alozîyên dawî çêbûn piştî çend rojan ji operesyona pagerîyê ya Tehrîr el-Şam tê de heft endamên koma biyanî girtin, vê yekê hişt ku hevalên wê xalên pêşkinînê li gelek deveran deynin.

Esaf got ku Tehrîr el-Şam bersiva vê yekê da, wê baregeha serke ya komê li Harimê dorpêç kir, cihê ku gelek kes di şerên di pey re hatin kuştin û birîndarkirin.

Wî got ku li gorî rapotên herî dawî, 13 çekdarên Tehrî Şam û pênc endamên koma biyanî jî hatin kuştin.

Wî not kir ku Huras el-Dîn endamên xwe belav nekirin da ku piştgirîya koma biyanî bikin dema ku ew hat dorpêçkirin û wî got destwerdana wan tenê ser asta ku hinek emîrên wê hewl dan pevçûnê bi awayekî dostane çareser bikin û şerê berdewam rawestîne.

Esaf got ku di heman demê de, niştecîyên Harimê ji ber tirsa ku rewş dijwartir bibe reviyan û ji ber tirsa ku şer bigihe kolanên bajarok, wî destnîşan kir ku herdu alî bi topavêj û roketan diavêtin hev.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500