Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Girtîyên girtîgeha Hemayê girêveke birçîbûnê pêk tînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Wêneyeke ku ji hundirê Girtîgeha Navendî ya Hemayê hatiye derxistin, protestoyeke girtîyan a li dijî cezayên derheqê hinekan ji wan de derketine nîşan dide. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Wêneyeke ku ji hundirê Girtîgeha Navendî ya Hemayê hatiye derxistin, protestoyeke girtîyan a li dijî cezayên derheqê hinekan ji wan de derketine nîşan dide. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Girtîyên Girtîgeha Hemayê girêveke birçîbûnê pêk tînin bi aramanca ku zextê li birêveberîya girtîgehê bikin ku cezayên di derheqê hinek girtîyan de derketine berdewam nekin û wan neşînin girtîgeha Sêdnayayê ya serbazî.

Cezayên ku di nava xwe de cezayên ebedî û sêdarkirinê dihindirînin dê li Sêdnayayê werin pêkanîn, medyavan Fêsel Ehmed wiha ji Diyaruna re got.

Di raporteke Sibata 2017an de, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî kifş kir ku rejîma Sûrî dora 13,000 girtî li Sêdnayayê bi dar ve kirine ji 2011an ve, û wê hikûmeta Sûrî bi dewamkirina "siyasta qirikirinê" tawanbar kir.

Ehmed ji Diyaruna re got ku girtîyên Girtîgeha Navendî ya Hemayê girêva birçîbûnê berdewam dikin, girêva ku wan vê heftîyê dest pê kiriye bo şermezarkrina cezayên ku ji hêla dadgeha serbazî ve li dijî 20 gitîyan hatine derxistin.

Dayîkên hinek girtîyan li pêşberî Girtîgeha Hemayê protestoyekê li dar dixin bo piştgirîkirina zarokên xwe. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Dayîkên hinek girtîyan li pêşberî Girtîgeha Hemayê protestoyekê li dar dixin bo piştgirîkirina zarokên xwe. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Wênyeke ku bi dizî hatiye girtin rewşa beşekî ji Girtîgeha Navendî ya Hemayê dîyar dike.[Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Wênyeke ku bi dizî hatiye girtin rewşa beşekî ji Girtîgeha Navendî ya Hemayê dîyar dike.[Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Wî got ev hejmar, 11 ji wan cezaya bidarvekirinê li wan hatie birîn û nehên din cezaya zindankirina ebedî, û da zanîn jî ku piranîya girtîyên girtîgeha Hemayê, di nav de ev kesên ku cezayên vê dawîyê li wan hatine birîn, ev bêhtirî pênc salan e ku hatine girtin.

Ehmed anî ziman ku piranîya wan girtîyên siyasî ne -- endamine opozîsyonê yên bi beşdarbûna di protestoyan de hatin tawanbarkirin.

Wî daxuyand ku girtîyên Hemayê yên di protestoyan de beşdar in, wêne û vîdyone protestên di hundirê girtîghê de tên pêkanîn bi dizî derxistine ji derveyî girtîgehê.

Xizim protestoyan li dar dixin

Herwiha girtîyan bang li xizmên xwe kir ku piştgirîya wan bikin, yên ku pişt re protestoyek li derve bi rêxstin kir, û bangewazîyek mîna ya wan arasteyî gelê Sûrî û sazîyên mirovî yên navdewletî û xwecihî û rêxistinên mafên mirov kirin.

Dayîkên hinek girtîyan protesto roja Çarşemê (14ê Mijdarê) û herwiha Pêncşemê li dar xistin, berî ku ji hêla hêzên rejma Sûrî werin belavkirin.

Ehmed anî ziman ku hêzên rejîmê rêkarine ewlehî ên dijwar li derdora girtîgehê sepandin ji roja Pêncşemê ve, bo qedexekirina protestoyan bi awayekî berfirehtir, piştî belavbûna nûçeya girêva birçîbûnê ya ku girtîyan pêk anîye.

Wî got ku êvara Pênşemê, xizmetguzarîyên pêwendîyê hatin rawestandin û hêwendîkirin bi girtîyan re qut bû, û da zanîn jî ku girtîyan di vîdyoyên ku derxistibûn ji derve de amaje kiribû ku dê ev yek rû bide.

Herwiha vîdyoy dîmenin girtîyên ku li dora girtîyên hikum li wan hatine birîn rûniştibûn nîşan didin, yên hinekan ji wan gotin ew dê xwe bikujin eger rejîm ji cezayên xwe venegere.

Ehmed ragihand ku bûyerên nû nîşan didin ku komîteyeke Wezareta Lihevanînê dê bi girtîyan re dawîya vê heftîyê danûstandinan bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500