Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çalakvanên Îraqî dibêjin ku careke din DAIŞ neftê bi qaçaxî difroşe

Ala Husên li Bexdayê

Çalakvanên Îraqî nîgeran in ji ber raportên nû derbarê firoştina DAIŞê ji neftê re bi qaçaxî, firoştina ew amaje dikin ku dahateke nû ji rêxistinê re peyda dike. Alavên ku di vê wêneyê de tên dîtin, wêneya di 5ê Cotmehê de li ser Înternetê hatiye belavkirin, di dizîya neftê de dihatin bikaranîn. [Wêne ji Birêveberîya Giştî ya Polîsl Enerjîyê hatiye wergirtin]

Çalakvanên Îraqî nîgeran in ji ber raportên nû derbarê firoştina DAIŞê ji neftê re bi qaçaxî, firoştina ew amaje dikin ku dahateke nû ji rêxistinê re peyda dike. Alavên ku di vê wêneyê de tên dîtin, wêneya di 5ê Cotmehê de li ser Înternetê hatiye belavkirin, di dizîya neftê de dihatin bikaranîn. [Wêne ji Birêveberîya Giştî ya Polîsl Enerjîyê hatiye wergirtin]

Çalakvanên Mûsilê ji Diyaruna re dibêjin ku operasyonên firoştina neftê bi qaçaxî careke din li parêzgeha Nînewayê tên dîtin, û jêdereke nû ya dahatê ye ji "Dewleta Îslamî" re.

Berî ku DAIŞ ji Mûsilê were derxistin, wê bazara qaçaxkirina neftê û firoştina pêkhatîyên wê di navbera Îraq û Sûrîyayê de kontrol dikir, lê bazirganîya neftê ji destê wê derket di sala 2017an de dema ew hat derkirin bo alîyê din ê sînor.

Destpêkirina vê bazirganîya neqanûnî ji xelkê re nema tiştekî nepenî ye, rojnamevan û çalakvanê sivîl Leys Raşidî ji Diyaruna got.

Wî got ku hêsane ku mirov jêdera berhemên neftê yên Sûrî li bajar veşêre, hêsane ku mirov wan bi dest bixe bêyî ku kesek bipirse bê jêdera wan ji kû ye yan çawa derbasî welat bûne.

Polîsê Îraqî hejmarek ji qaçaxçîyên neftê di operasyonekê de di Cotmehê de li başûrê Îraqê girtin û dest danîn ser tankerên wan ên neftê. [Wêne ji Birêveberîya Giştî ya Polîs Enerjîyê hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî hejmarek ji qaçaxçîyên neftê di operasyonekê de di Cotmehê de li başûrê Îraqê girtin û dest danîn ser tankerên wan ên neftê. [Wêne ji Birêveberîya Giştî ya Polîs Enerjîyê hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku di heman demê de DAIŞ yekser sînorê Îraqî ber bi Sûrîyayê ve derbas dike.

Li gor Raşidî, yek ji bazirganên berhemên neftê yên sereke li Mûsilê, ê xwest ku nenas kirî bimîne, got ku tankerên wî di qulên di satirê sînor re diçin Sûrîyayê, bi taybetî li nêzî Şingalê, ber bi dergehê sînorî yê Rabîayê ve.

Li gor Raşidî, bazirganê neftê got ku ajoker mazotê ji DAIŞê li Sûrîyayê dikirin û bi heman awayî vedigerin. Dema em sînor ber bi Îraqê ve derbas dikin, ew fatûreya firoştinê ya ku ji DAIŞê werdigirin didirînin.

Raşidî got ku wî ev çîrok ji gelek ajokerên lorîyan bihîstine, û hemû teqez dikin ku DAIŞ qezencan werdigire.

Raportên derbarê qaçaxîkirinê ne rast in

Serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Mihemed Brahîm ji Diyaruna re got ku raportên derbarê qaçaxîkirinên berfereh ne rast in.

"Bi derkirina rêxistinê ji Mûsilê, qaçaxkirina neftê ji bo berjewendîyên DAIŞê heta asteke mezin hate kêmkirin, û piştî ku hêzên Îraqî sînor kontrol kirin," wî got.

Dema ku hîn hin halatên qaçaxkirina neftê çêdibin, wî anî ziman, ew ne ji berjewndîyên DAIŞê re ne, lê dibe ku ji bo komin piçûk bin ên ku bi awayekî têkilîya wan bi DAIŞê re heye.

Wî got ku aniha sînorê Îraqî-Sûrî bi temamî ji alîyê artêşa Îraqî û hêzên êlan ve hatiye misogerkirin û zehmet e ku qaçaxçî karibin derbas bibin.

Herwiha wî not kir ku ajansên rêxistinî û yên ewlekarî, di nav wan de desthilatdarîya aborî bo kontrolkirina tawanê operesyonên pagerîyê yên berdewam li bazarên xwecihî cîbicî dikin.

Ev operesyonên pagerîyê qaçaxkirina kel û pelan, kel û pelên ku ji xerckirin mirovan re naguncin destnîşan dikin û çi şêweyê destkarîkirina bi nirxan jî destnçşan dikin, wî got.

Hinek ji qezencan digihine DAIŞê

Bi rastî operesyonên qaçaxkirinê di navbera Sûrîya û Îraqê de çêdibin, lê ew ne yekser ji alîyê DAIŞê ve tên cîbicîkirin, analîstê Îraqî Sefa Esam ji Diyaruna re got.

Lêbelê, wî şîrove kir, ew ji alîyê komên din ve tê cîbicîkirin, komên ku hinek ji qezencan didin DAIŞê, herwekî ew kontrola erdê li alîyê din ji sînor ve dikin.

"Sînorê Îraqî-Sûrî ji alîyê gelek branşên hêzên çekdar ve tê ewlekirin, branşên ku tevgera milîsan û komên çekdar qedexe dikin," wî got, "Lê kontrolkirina wê ne gelekî asê ye heta asta kuku nehêle tekekes bi aramî tevgerê bikin."

Wî anî ziman ku hin caran qaçaxçî dikarin bi dizî derbas bibin.

"Dema ku rewşa ewlekarî li Sûrîyaya cîran ne aram e, cihê ku DAIŞ lingê wê hîn li ser sînor hey, di wextê hazir de zehmet e ku em qaçaxkirinê qedexe bikin," Esam got.

Wî bang li ajansên ewlekarîyê û istixbaratan kir ku gelek xebatê bikin da nehêlin ku qaçaxkirin çêbibe, qaçaxkirina ku şadamara jîyanê ji DAIŞê û komên tund ên din re dabîn dike, heta eger gerek be ku navgînên cewî yan helîkopter jî werin bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500