Nûçeyên Iraqê
Civak

Rejîma Sûrîyayê dest bi operasyonên rûxanê dike li derdora Şamê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Taxa Qabûnê ya rojhilatê Şamê, ya ku berê asêgeheke sereke ya opozîsyonê bû, tê hilweşandin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Taxa Qabûnê ya rojhilatê Şamê, ya ku berê asêgeheke sereke ya opozîsyonê bû, tê hilweşandin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî dest bi cîbicîkirinaproseya guhertina dîmografî li derdora Şamê kiriye, çalakvanekî Sûrî ji Diyaruna re got.

Li rojhilatê taxa Qabûnê, ku berê asêgeheke sereke ya opozîsyonê bû, proseke hilweşandinê ya berfereh berdewam e, çalakvanekî bi navê Mihemed Bêk ragihand.

Qabûn li gor rêkeftinên lihevhatinê yên vê dawîyê radestî rejîmê hat kirin û bi awayekî tam ji niştecîyan hat valakirin , wî ji Diyaruna re ragihand.

Ev demeke ku sazîyên hikûmeta Sûrî dest bi valakirina taxa Qabûnê dikin, wan dest bi kargehan kir, kargehên ku bi dehên salan kar dikirin, paşê wan berê xwe da malên tabet jî, Bêk wiha got.

Operasyonên hilweşandinê hemû avahî û projeyên bazirganî li rojhilatê taxa Qabûnê ya Şamê dan ber xwe. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wrgirtin]

Operasyonên hilweşandinê hemû avahî û projeyên bazirganî li rojhilatê taxa Qabûnê ya Şamê dan ber xwe. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wrgirtin]

Ev yek hat pêkanîn bi behaneya ku dever careke din tê pilankirin û wan avahîyên bi awayekî bê rêxistin hatine avakirin rakin li gorQanûna Nûkirina Bajêr, ya ku bi giştî weke yasaya 10an tê naskirin, yasaya ku nûorganîzkirin û ji nû ve plankirina deverên Şamê dihewîne.

Yasaya 10an destûrê dide hikûmetê ku dest deyne ser samanên taybet da ku projeyên zonên pêşketî çêbike, bi mercê parinan di projeyên nû de bide xwedîyên van milkan.

Lê pisporên navdewletî û rêxistinên mafên mirov tirsa xwe derbirîn kirin û dibêjin ku cîbicîkirina ve yasayê li Sûrîyayê mişt binpêkirin e.

Wan got ku eger erdê wan beşek ji pêşketineke nû be, xwedîyên samanan dê samanên wan ji dest wan biçin û divê ku tedbîrên rotînî di demeke destnîşankirî de bi dawî bikin da ku parên wan di bûrsayê de hebin. Lê gelek caran xwedîyên erdan bêwar in, û kaxezên wan winda bûbe yan dibe ku hayê wan ji tiştên tên xwestin nebe di dema guncan de.

"Stratîjîyeke zelal e"

Li gor Bêk, girtina kargehan, deverên pîşesazî û workşopan stratîjîyeke dîyar e ji bo birîna jêderê mûçeyan ên niştecîyên deverê.

"Xwedîyên kargeh û workşopan ti qerebû wernegirtine," wî got.

Dema ku ji xwedîyên kargehên mezin hatin vexwendin ku xwe biguhêzin devera Edrayê ya pîşesazî, li rojhilatê Şamê, ji wan hat xwestin ku pereyan bidin heqê erdê ku ew dê kargehên nû li ser ava bikin, wî got.

Wî anî ziamn ku nirxê erd zêdeyî taqeat pîşesazan e,û balkişand ku rejîm eşkere nêt dike "ku bi van şert û mercên negengaz bi yekcarî berde wan ji deverê".

Pêk, têkildarî rewşa niştecîyên sivîl ên xwecihî, got ku hemû hatin derkirin û soz dane wan ku ew dê qerebûkirinên diravî werbigirin li hem ber erdên wan ên ku dê avahî li ser bên avakirin.

"Vê yekê hişt ku gelek ji wan samanên xwe bi arzanî bifiroşin da ku destevala dernekevin eger rejîm biyar bide ku destên xwe deyne ser samanên wan," wî got.

Wî got ku rejîmê sûd ji rewşê wergirt û dîyar kir ku alîgirên rejîmê saman bi arzanî kirîn û paşê ew firoştin sazîyên rejîmê.

Bêk got ku proseya hilweşandina Qabûnê bi temamî dest pê kir û ew dê ji nû ve li gor ku bi plana dîmografî ya nû re digunce bê avakirin, plana ku rejîma Sûrî cîbicî dike, ya ku li gorî wê ji bilî alîgirên rejîmê dê di taxê de bi war nebin.

Wî got ku kompanîyên Îranî-Sûrî li deverê hazir in û dê avakirina bajarê nû cîbicî bikin,û herwiha dê komên alîgirên Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranêli vir werin bicihkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500