Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta Îraqî parastina ewlehîya bajarên rizgarbûyî dispêre polîs

Xalid Ta'î

Efserekî polîsê Îraqî kesekî xwekujî ku dixwest xwe li Kazimîyayê, li Bexdayê biteqîne destgîr dike, ev wêne vedigre 25ê Gulana 2016an. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Efserekî polîsê Îraqî kesekî xwekujî ku dixwest xwe li Kazimîyayê, li Bexdayê biteqîne destgîr dike, ev wêne vedigre 25ê Gulana 2016an. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî plan dike ku ewlehîya bajarên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin ji artêşê werbigire û Wezareta Hundir pê bispêre, şahrezayên warê ewlehîyê yên Îraqî pêşwazîya vê gavê dikin.

Pisporên warê ewlehî ji Diyaruna re gotin ku ew dibînin ku veguhestina van erkan ji artêşê bo polîs gaveke pêwîst û girîng e, ji ber rewşa giştî ya aram paş şerê li dijî DAIŞê.

Wan got ku ev gav pêşbînkirî bû, û divê xebatên baş werin encamdayîn bo bihêzkirina sazîyên wezaretê, ji alîyê rahînanê û zêdekirina xebatên hewalgirî ve.

Tê çaverêkirin ku erkê ewlehî bi temamî radestî hêzên polîs werin kirin di destpêka salê tê de, destpêkê li pênc parêzgehan: Dîwanîya, Wasit, Meysan, Zî Qar û Musenayê.

Endamên tîma Hewarîyê (SWAT) ya Enbarê zîrekîyên xwe di vê wêneyê de nîşan didin. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Endamên tîma Hewarîyê (SWAT) ya Enbarê zîrekîyên xwe di vê wêneyê de nîşan didin. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Pispor û berpirsyarê berê di Wezareta Hundir, Casim Hanûn ji Diyaruna re dibêje ku biryara veguhestina erkê ewlehîyê bo polîs "girîng e".

"Aniha rewşeke din li ser zemînê heye," wî got, û da zanîn ku xeterîya ku rêxistinên tudrew ên mîna DAIŞê pêk tanîn bi dawîbûye.

"Ev destketineke dîrokî ye, ew bi saya xebata hemû hêzan pêk hatiye, navên wan çi bin, ew bi yekrêz bûn," wî got.

"Serkeftinê rewşa asayî vegerandiye, û aniha divê dubare erkên ewlekarî bên serrastkirin, ji ber ku rewşên ku em neçar kirin ku hertim em di amadebaşîyê de bin bi dawîbûne," wî wiha anî ser ziman.

Polîs baş rahînankirî ne

"Di vê qonaxê de pir girîng e ku ewlehîya bajaran bi Wezareta Hundir were spartin, ji ber hewcedarî bi hebûna hêzên artêşê di taxan de tune ye" Hanûn dîyar kir.

"Polîs baş hatiye rahînankirin, ajanseke pêşketî ya hewlgirîyê heye ku xwe dispêre taknolojîyên çavdêrîkirinê yên nûjen di lêgerîna li şanên terorî de," wî got, û da zanîn ku databêzeke wezaretê heye ku navê kesên tên xwestin ji ber sûcên terorî dihundirîne.

Vegerandina erkên parastina ewlehîyê li bajarên Îraqî bo Wezareta Hundir "gaveke rast e û li gorî makzagonê ye", peyvdarê berê yê Wezareta Hundir Ebdul Kerîm Xelef ji Diyaruna re raghiand, û got ku lê ev gav ne dûr e ji "tehedîyê cidî".

"Hêzên polîs, nemaze Polîsê Federal, asteke bilind ji zîrekîyê bi dest xistine, di salên şerê li hember DAIŞê, û ew aniha erkên xwe bi hostetî û pîşeyî pêk tînin," wî got.

Wî got ku "lê divê em bê westîyan bixebitin bo rahînankirina samanên mirovî, bi taybetî tîmên Hewarîyê (SWAT)", ku hejmara wan dora 120 tîman e li seranserê welat.

Wî teqez kir ku "divê ev hêz korsên pêwîst ên twanasazîyê bibînin li gorî asta berpirsyarîya li ser milê wan, ev yek jî bi rahînaneke astbilind û çirûpir gerekdar e".

Wî got ku divê çek û alavên pêşketîtir ji van hêzan re berdest bin bo ew bikaribin asteke nemûneyî ya ewlehîyê misoger bikin, û tu valahîyên ewlehî nehêlin û rê li ber derbazbûnên bi dizî bigirin.

Dê artêş baldarîya xwe bide parastina sînor

Serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd ji Diyaruna re got ku "ew piştgirîya xebatên polîs ên bo gerandina rola xwe ya serekî di parastina bajaran de dike".

Wî got ku ev yek dê rê bide artêşê ku baldarîya xwe bide parastina sînor û ewlekirina biyabanê û deverên vekirî, û got ku bi nêrîna wî, ev erkdarkirina nû û dabeşkirina berpirsyarîyan dê ewlehîyê li welat xurttir bike.

Wî got ku polîsê lokal û polîsê federal û yekîneyên hewarî, ewlekirin û hewalgirîyê cihê xwe li bajaran girtine "û ew erkên xwe bi hostetî bi cih tînin".

Wî got ku ewlehîya bajaran bi temamî berpirsyarîya van hêzan e, û teqezî li ser hewcedarîya bi zêdekirina hejmarên wan û dabînkirina rahînan û amadebaşîya wan kir.

Kiûd ronî avêt ser girîngîya çalakîyên hewalgirî.

"Agahîy ji çekan bihêztir bûne, û bi saya xebatên hewalgirî, hêzên me karîn operasyonên parêzî li dijî terorîstan pêk bînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500