Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Sizayên Amêrîkî li ser endamên Hizbelahê tên sepandin li Îraqê

Faris Omran

Şibil Mihsin Ubêd Zeydî, serperiştî milîsa Elî Bexdadî, bi fermandarê Hêza Quds ya Îranî Qasim Silêmanî re rawestîyaye. [Wêne li ser medyaya civakî hat belavkirin]

Şibil Mihsin Ubêd Zeydî, serperiştî milîsa Elî Bexdadî, bi fermandarê Hêza Quds ya Îranî Qasim Silêmanî re rawestîyaye. [Wêne li ser medyaya civakî hat belavkirin]

Gerînendeya Xezîneya Amêrîkî siza li çar zilaman sepand ku dibêje ew serokên çalakîyên milîsa Hizbellaha Libnanî bûn li Îraqê, AFP Sêşemê (13ê Mijdarê) ragihand.

Şibil Mihsin Ubêd Zeydî, mirovekî Îraqî ye, serperiştîya milîsa Îraqî ya Îran piştgirîya wê dike ya bi navê Lîwaya Îmam Elî dike, û Libnanîyê bi navê Yûsif Haşim, Ednan Husên Kewseranî, û Mihemed Ebdul Hadî Ferhat, weke "terorîstine navdewletî" hatin dabeşkirin.

Gerînendeyê got Zeydî kordîneyekî serek bû di nava Hizbellah, Feyleqa Qqudsê ya girêdayî Hêzên Pasevanên Şoreşger ên Îranî yên Îslamî (Pasdaran) û alîgirên wan li Îraqê de, û ku hersêyên din agahîne hewalgirî dan.

"Hizbellah nûnerekî terorîst bo rejîma Îranî ye ku dixwaze desthilata Îraqî lawaz bike û aramîya Rojhilata Navîn xerab bike," Sîgal Mandilker, nûnera Xezîneyê ya karûbarên teror û hewalgirîyên darayî got.

Çekdarine Îraqî bi Lîwayên Seyid El-Şuheda ên Îran piştgirîya wan dike re li Sûrîyayê wêne girtine. [Wêne ji Rûpela Seyid el-Şuheda hatiye wergirtin]

Çekdarine Îraqî bi Lîwayên Seyid El-Şuheda ên Îran piştgirîya wan dike re li Sûrîyayê wêne girtine. [Wêne ji Rûpela Seyid el-Şuheda hatiye wergirtin]

"Em kesên hêsankirîyê bi terorê re dikin mîna Zeydî ku neftê bo Îranî rê dike, pereyan ji Hizbellah re kom dike, û çekdaran dişîne bo Sûrîyayê IRGC-QF li şûna Qasim Silêmanî, armanc dikin," wê got.

"Rêkarên Xezîneyê dixwaze hewldanên Hizbellah ên razî ku Îraq bo spîkirina pereyan bixapîne, têk bibe, her wiha hewldanên mîna kirîna çekan, rahênankirina çekdaran, komkirina agahîyên hewalgirî wekî nûnerekî Îranê," Mandilker anî ziman.

Hevahengîya darayî û pêkanînê

Zeydî weke kordîneyekî darayî di navebra IRGC-QF û komên çekdar ên tayîfî li Îraqê de dixebitî û bo meşandina vebiranînan li Îraqî li şûna fermandarê IRGC-QF lîwa Qasim Silêmanî alîkar bû, wezaretê got.

Ew berpirsê "şandina hejmarên mezin ên pereyan bo Libnanê bû daku piştgirîya Hizbellha di şerê Sûrî yê navxweyî de bike."

Herwekî wî neft jî dibir Sûrî li şûna Îranê, û çekdarine Îraqî rê dikir bo Sûrîyayê li gorî daxwaza Feyleqa Qudisê.

Zeydî eşkere bi Silêmanî re herî kêm sê caran di wêneyan de derdiket, Xezîneyê ragihan.

Zeydî têkilîyên xwe yên kar ji berpirsên Hizbellahê û fînanserê wê Edhem Tabaca qut nedikr. Ev çalakî parastin ji şaxên li Îraqî re peyda kirin ku Hizbellah ji hêla darayî ve piştgirî da wan, her wiha veguhastina fînansa Hizbellah a Îraqê bo vebiranînan, hêsan kir.

Yûsif Haşim serperiştîya hemû çalakîyên pêkanînê yên girêdayî Hizbellah li Îraqê dike, herwiha ew berpirsê parastina berjewendîyên Hizbellahê li Îraqê ye, li gorî Xezîneyê.

Haşim jî pêwendîyên Hizbellahê bi rê ve dibir bi komên çekdar ên li Îraqê re , di nav de belavkirina çekdaran li Sûrîyayê.

Ednan Husên Kewseranî miamelatên bazirganî bo Hizbellah dimeşîne û rahênankirin, piştgirîya darayî û siyasî û lojistîk bo milîsên Îraqê pêşkêş dike.

Mihemed Ebdul Hadî Ferhat bo komkirina agahîyên ewlehî û hewalgirî hatibû erkdarkirin li Îraqê û her wiha bo pêşkêşkirina raportan ji serokê Hizbellah û fermandarîya Îranî.

"Derbeyeke biêş"

"Armanckirina van kesan derbeyeke biêş e ji deshilata Îran û şaxên wê re, an ku Hizbellah û milîsên Îraqî" anelîzerê serbazî û stratîjîk ê Îraqî Rebîi Cewarî wiha ji Diyaruna re got.

Neçarkirina endamên Hizbellah "pertekeke asayî ye derbarê kirarên tund ên van kesên ku ji hêla Îran hatine tecnîdkirin daku xizmeta wê bikin, û ku zîyan gihand Îraqîyan û gef li ewlehîya welat û cîhanê bi tevahî xwarin," wî got.

Cewarî anî ziman jî ku "em sepandina sizayin bêhtir li ser şaxên Îranî texmîn dikin, û em hêvî dikin ev yek zû pêk were," çi ku Hizbelah û koma xwe ya çekdar li Îraqê herwiha komên çekdar ên din ên Îran piştgirîya wan dike, di nav de Lîwaya Îmam Elî, "divê bên têkbirin."

"Ev milîs di operasyonên çekdarkirî de çalak in ên gefan li aramîyê dixwin û ew berpirsîya gelek tawanan dike û herwiha pêkanîna çalakîyên darayî û aborî bo desthilata xwe ya zîyandar biparêzin," Cewarî got.

"Divê em nehêlin ew bimînin, û divê em bihêzê wan û serokên wan têk bibin," wî dupat kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500