Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Ala nû ya Tehrîr el-Şam rastî redkirinê tê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ala nû, ya ku Tehrîr el-Şam li bakurê Sûrîyayê sepandiye rastî redkirinê tê ji ber ku ew hevşêweyî ala şoreşa Sûrîyayê ye. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Ala nû, ya ku Tehrîr el-Şam li bakurê Sûrîyayê sepandiye rastî redkirinê tê ji ber ku ew hevşêweyî ala şoreşa Sûrîyayê ye. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Hewla dawî ya Tehrîr el-Şam a têkildarî alê -- ev cara sêyem e ku ala xwe diguhere, û vê carê ala wê dişibe ala şoreşa Sûrîyayê -- rastî redkirinê hat ji alîyê çalakvan û sivîlên Sûrî ve.

Çalakvan ditirsin ku ev yek dê navûdengîya kesên li nava Sûrîyayê û derve xerab bike, û dê di cîhan bibîne ku opozîsyon yan tevlî enîya tundrew bûye û yan jî hebûna wê qebûl dike.

Biryara veguhertina Ala Tehrîr el-Şam bi aleke bû ji alîyê komîteya damezrêner a qaşo Hikûmeta Felatê ve hatie dayîn, Hikûmeta Felatê sîwana siyasî ya Tehrîr el-Şam e.

Ew rastî gelek rexnê û redkirinê hat, çi li bakurê Sûrîyayê û çi li derve, ji ber ku ev biryar weke gurzeke nû ye li dijî şoreşê.

Ev ala Enîya Nusrayê ye, ku rêxistinê ew bi kar neanîye ji dema ku navê xwe kiriye Tehrîr el-Şam. Ew kom dixwaze ku aleke nû bide qebûlkirin ku nivîsên li ser bi heman staylê ala wê ya berê ne. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Ev ala şoreşa Sûrîyayê ne, ku 2011an hatiye pejrandin, û di xwenîşandanekê de li bakurê Sûrîyayê hatiye bilindkirin. Çalakvan ji gava Tehrîr el-Şam a sazkirina aleke hevşêweyê wê nîgeran in. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Komîteyê vê heftîyê aleke nû sepand û îlan kir ku divê bi xar li deverên li derveyî kontrola rejîmê were qebûlkirin, kesayeteke opozîsyonê bi navê parêzer Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ala nû gelekî dişibe ala şoreşê, bi heman rengê kes, sipî û reş, lê sê stêrên sor ên ala şoreşê bi Şehadetê hatine guhertin.

Nivîsîna Şehadetê jî bi heman staylê ya li ser ala Enîya Nusra ye, koma ser bi Aîdayê ve ku paşê navê xwe kir Tehrîr el-Şam.

Redkirineke berfireh

"Biryara têkildarî ala nû bi awayekî berfireh ji alîyê raya giştî û çalakvanên mafên mirov ve hat redkirin çi li Sûrîyayê û çi li derve," Besam dîyar kir.

Wî got dibe ku ala nû bibe dî fakto, û da zanîn ku ev çend meh in ku tehrîr el-Şam bilindkirina ala şoreşê di pîrozbahîyan û xwenîşandanan de qedexe kiriye.

Wî daxuyand ku hevbendîya tundrew bi sivîlan û çalakvanan re ketiye pevçûnan de di gelek boneyan de û li ser vê meselê.

Besam got ku guhertina alê gurzeke nû ye bo şoreşa rasteqîne, û ew vê rastîyê nîşan dide "ev sivkatîkirin û mukirnehatin e bi şoreşgêrên ku jîyan xwe feda kirine û bi kesên ku birîndar bûn û hatin kuştin bi gule û rokêtên rejîmê bi dirêjahîya çend salan".

Wî got ku wiha dê her kesê ku piştgirîya şoreşê dike were nîşandayîn ku ew nêzî tundrewîyê bûye, yan jî herî kêm ew piştgirîyê dide komên îslamî yên hebûna wan li seranserê bakurê Sûrîyayê heye.

"Dema derketina vê biryarê pir xeternak e," wî got, û da zanîn ku Tehrîr el-Şam dê vê gavê bi kar bîne da ku gelek hêzên tundrew ên din tevlî hevbendîya tundrew bibin û da ku gelek komên nerim han bide ku tevlî rêzên wê bibin.

Besam got ku ev biryar dê bihêle ku hevpeymanîya navdewletî û welatên din ên şerê rêxistinên tundrew li Sûrîyayê dikin ku piştgirîya ew didin hin hêzan rakin, û got ku eger ev yek pêk bê, dê rêxistinên navdewletî û NY heman gavê bavêjin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500