Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tundrew bacên nû li bakurê Sûrîyayê disepînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Biyanî yên Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê, ku hebûna wan li bakurê Sûrîyayê heye, bacên nû li ser masîgiran disepînin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên Biyanî yên Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê, ku hebûna wan li bakurê Sûrîyayê heye, bacên nû li ser masîgiran disepînin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanekî ragihand ku masîgirên Sûrî li gundewarê parêzgeha Hemayê gazinan dikin, ji ber bacên nû yên ku komên ser bi Qaîdayê ve, yên ku deverên serekî yê girtina masîyan kontrol dikin, sepandine.

Di demekê de ku çekdarên biyanî yên Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê bacên nû li ser girtina masîyan disepîne, Tehrîr el-Şam dest xwe danîye ser bazirganîya pêwîstîyên bingehîn, di nav de ard û sûtemenî, çalakvanekî Idlibî bi navê Museb Esaf ragihand.

Gava Tehrîr el-Şam a zêdekirina nirxê ard û sûtemenîyê, barekî nû danî ser milê şînîyan, ên ku ji berê ve rewşa wan a darayî pir xerab e, wî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Esaf got ku bacên nû yên giritna masîyan li ser masîgirên ku li Bendava qerqûrê li gundewarê rojavayî yê Hemayê kar dikin hatine sepandin, ew dever jî li jêr kontrola Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê ye, bi hevahengî ligel Tehrîr el-Şam.

Ev masîgirine Sûrî li Çemê Feratê masîyan digirin. Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê vê dawîyê bacên nû li ser karta masîgirtinê li gundewarê rojavayî yê Hemayê ferz kirine. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ev masîgirine Sûrî li Çemê Feratê masîyan digirin. Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê vê dawîyê bacên nû li ser karta masîgirtinê li gundewarê rojavayî yê Hemayê ferz kirine. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

"Girtina masîyan li deverê gerekdar e bi vekirina dergehên bendavê, lewra Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê wan bo demeke kurt vedike, li hember dayîna dora 150 $ bi diravên Sûrî," wî got.

"Hinek qebûl nakin ji ber ew nikarin nîvê nêçîra xwe bidin komê ji ber ew wiha bê qezenc dimînin," wî wiha dîyar kir.

Esaf got ku Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê herwiha girtina masîyan çend rojan di heftîyê de qedexe kiriye, û di wan rojan de ew ji berjewendîya xwe re masîyan digirin.

Wî got ku van bacan hişt ku nirxê masîyan li qiraxên parêzgeha Hemayê û parêzgeha Idlibê bi awayekî mezin bilind bibe, û da zanîn ku nirxê berê yê masîyan li gor qudreta her kesî bû, û masî mîna "xwarina xizanan" dihat hejmartin.

Sivîl di tirsê de jîyan dikin

Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê, ku girêdanên wê bi Qaîdayê re hene û ligel Tehrîr el-Şam hevbend e, bi giranî ji Ugursîyan pêk tê, ew jî hinikahîyeke Musilman e li parêzgeha Xinjyangê ya Çînê.

Her du koman roja Înê (9ê Mijdarê) meşeke leşkerî ya mezin li gundewarê parêzgeha Idlibê pêk anîn.

Bi dehan navgînên leşkerî, tank û çekên giran ji Cisir el-Şixûr bi rê ketin û berê xwe dan xeta temasê bi deverên ku li jêr kontrola hêzên rejîma Sûrî re, tevî ku ew dever dikevin sînorên herêma veqetîner a bêçek de ku vê dawîyê hatiye ragihandin.

Esaf got ku careke din meşa leşkekî tirs xist hinavê xelkê, û ew dibînin ku ev teqezîyeke bi hêz e ji alîyê Tehrîr el-Şam ve ku ew xwedan girêdaneke xurt e bi Partîya Turkistanê ya Îslamî li Sûrîyayê ve û ew kontrola partîyê li ser herêmê qebûl dike û nas dike.

Wî got ku Tehrîr el-Şam di heman demê de bacên hevşêwaz disepîne, û dest dideyne ser birêveberîya giştî ya danyûleyan û dibêje ku divê hemû bazirganî bi rêya hevbendîyê be, bi taybetî pêdivîyên xwarinê, yên mîna ard.

Ev yek rê dide hevbendîya tundrew ku nirxan kontrol bike û bi kêfa xwe bilind bike, û got ku wê heman siyaset di mazotê de kir, ji ber ew ji bo germkirinê tê bikaranîn û ew dixwaze ku sûdê ji pêwîstîya gelek bi mazotê di werzê zivistanê de wergire.

Esaf got ku Tehrîr el-Şam qorexkarîyek sepandiye di rêya kompanîya wê ya firoştina sûtemenîyê de, ya bi navê Weted, paş kirîna qasên mezin ji mazotê di mehên dawîn de ji bazirganên sûkê bi nirxên pir kêm.

Wî got ku zêdekirina nirxê pêdivîyên serekî nirxên hemû tiştên din zêde kirine, û zehmetîyên ku xelk rastî wan tê dijwartir kirine, ji ber ku şênî bê kar in û herikîna hewarçûna mirovî jî hatiye rawestan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500