Nûçeyên Iraqê
Civak

Berpirsên sînorê Îraqî kar dikin da ku rê li ber qaçaxçîkiirna dermanên hişbir bigirin

Hesan Ubêdî li Bexdayê

Mêrek li rex îşareteke radiweste, îşareta dibêje "Îran-Kerbela" bi Farisî û Erebî li xala Mehran a sînorî di navbera Îran û Îraqê de. [Eta Kenare/AFP]

Mêrek li rex îşareteke radiweste, îşareta dibêje "Îran-Kerbela" bi Farisî û Erebî li xala Mehran a sînorî di navbera Îran û Îraqê de. [Eta Kenare/AFP]

Îraq tekoşînê dike da ku herikandina narkotîkê ya neqanûnî di sînorê xwe yê bi Îranê re rawestîne, berpirsên Îraqî ji Diyaruna re got, bêhêvîya xwe derbirîn dikin ji ber Îran bi erkê xwe weke divê ranabe da ku nehêle qaçaxkirina narkotîkê li alîyê wê ji sînor ve çêbibe.

Di van hefteyên dawî de, polîsê Îraqî şeş torên qaçaxkirina narkotîkê li Bexda, û çend parêzgehên din ên narkotîk ji Îranê anîn ji hev xistin, berpirsan ji yekîneya qedexekirina narkotîkê ya girêdayî Wezareta Karê Hundir îlan kir.

Wan got ku ew narkotîk heşîş û hebên şipestayîdi nav xwe de dihewîne.

Di rêya bikaranîna amûrên pêşketî û rahênankirina polîsê dijî narkotîkê, hêzên Îraqî karîna xwe bo şopandina torên qaçaxkirina narkotîkê qayim kir.

Lê ev xebat hemû nikarin bi ser bikevin bêy alîkarîya li ser sînor.

"Îran alîkarîyê nake da ku nehêle narkotîk bi dizî derbasî Îraê bibe," raid Ehmed Hesan ji Birêveberîya Polîsê Bexdayê ji Diyaruna re got.

"Em bawer dikin ku karmendên pasvanîya sînor ên Îranî tên bertîlkirin û kevkar in bi ên qaçaxçî re, ên ku narkotîkê tînin Îraqê li ber çavên pasvanên sînor ," wî got.

Wî got ku bandora neyînî ya bikaranîna narkotîkê li ser civaka Îraqî dîyar e, ew hejmara bilind ya tawanên cinayî ji alîyê wan kesên ku bandor li wan bûye dest nîşan dike.

Wî got ku dibe bikaranîna narkotîkê bibe sedema ku ciwan ji fêrgeha vekişin, li gel encamên din ên civakî yên neyînî, wî anî ziman "em dikarin bibêjin ku [narkotîk] gefa herî xeternak a duwem e ji Îraqê re, piştî DAIŞê".

Girtinên piralî

"Şeş torên bazirganîya narkotîkê li Îraqê hatin jihevxistintenê di di van pênc hefteyên bûrî de, li Bexda, Besra, Nasirîya û Enbarê," neqîb Saed Etwanî ji yekîneya qedexekirina narkotîkê di Wezareta Karê Hundir ya Îraqî de ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê 53 mêr û jin ji toran girtin, û "bêtîrî 450,000 hebên narkotîkê hatin desteserkirin", di nav wan de 180,000 hebên şipestayê li jêr berenavên mîna "krîstal", "aşop" û "birh" tên hewandin.

Herwiha herî kêm 44 kîlogram heşîş, kokayîn û hin metaryalên din hatin desteserkirin, materyalên ku hatine terxankirin bo dermankirina epîlepsî û êşa nexweşên ku rastî emelîyatên cîrahî yên mezin tê dikuje, wî got.

Nimreyeke telefonê ya belaş (104) hat dabînkirinda ku endamên gel karibin raportan derbarê komên narkotîkê diguhêzin û difiroşin ji polîs re biguhêzin, Etwanî got.

"Xelatên mezin tên pêşkîşkirin ji gazîkerên ku raportên wan girtina kesên bazirganîya narkotîkê û firoştina wê encam dide, mîna xelatên tên dan ji wan kesên ko agahêyan derbarê operesyonên terorîst radigihînin," wî anî ziman.

"Parêzgehên li ser sînorê bi Îranê re ew in ê herî ziyana dijwar digihe wan," Leys Mihemed, birêveberê Diyala el-Xêr, rêxistineke ku hişyarîyê derbarê xetera narkotîkê û tawana organîzkirî bilind dike.

Hewcedarîya Diyalayê bi nexweşxaneyeke pispor heye da ku mestkarîyê derman bike.

Bikaranîna narkotîkê gelekî bervbelav bûye û aniha tê raçavkirin weke "yek ji sedemên [sereke] ku tawan zêde bûne li gelek bajarên Îraqî", Mihemed got.

Astengî hîn dimînin

Pasvanîya Sinorê Îraqî "xebatên mezin" dike da ku herikîna narkotîkên ne qanûnî rawestîne, eqîd Mihemed Muhsin, serokê Beşê rênîşandana rewişt ji Fermandarîya Pasvanîya Sînor li parêzgeha Wasitê li başûrê Îraqê, got.

"Em bi ser ketin di lêdana torên qaçaxkirinê yên di nav Îran û Îraqê de kar dikin, torên ku endamên wan welatîyên Îraqî û Îranî ne," wî ji Diyaruna re got.

Lê astengî hîn hene, wî anî ziman, di nav de daxistina nirxê pereyên Îranî, "vê yekê hişt ku bazirganî û qaçaxkirina tiştên qedexekirî bi rêyên cuda ber Îraqê ve zêde bibin".

Herwiha dirêjîya sînor jî pirsgirêkeke mezin e, Muhsin got.

"Vê dawîyê me karîbû em helîkopteran bo operesyonên çavdêrîyê belav bikin," wî got. "Lê mesele alîkarîyê ji alîyê Îranî ve dixwaze, yê divê herwiha ew jî alîyê xwe yê sînor kontrol bike."

Qaçaxçîyên narkotîkê jinan bi kar tînin, ji ber kêm gengaz ku wan teftîş bikin û hecacîyên olî, yên qedrekî wan ê bilind heye û rêzgirtin ji wan re heye, da ku bi hêsanî narkotîkê derbas bikin, wî got.

Wî anî ziman ku di haleteke tenê de 100,000 hebên narkotîkê di barkirineke mirişkan de ji alîyê mufetişên derbasgeha sînor ve hat kifşkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500