Nûçeyên Iraqê
Civak

Xebatên çaksazîkirina sazîyên xizmetguzarîyê û projeyên pîşesazî li Enbarê dîsan dest pê dikin

Sêf Ehmed li Enbarê

Pira Qasim li bakurê Remadîyê vê dawîyê hatiye nûkirin. Pişka şêr a projeyên nûkirinê ji para rê û piran e li Enbarê, ji ber ku 80 pirên girîng hatibûn rûxandin di dema kontrolkirina DAIŞê ji parêzgehê re. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Pira Qasim li bakurê Remadîyê vê dawîyê hatiye nûkirin. Pişka şêr a projeyên nûkirinê ji para rê û piran e li Enbarê, ji ber ku 80 pirên girîng hatibûn rûxandin di dema kontrolkirina DAIŞê ji parêzgehê re. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Hikûmeta xwecihî xebatên di warê projeyên xizmetguzarîyê û pîşesazîyê yên hatibûn rawestandin paş ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rûberên berfireh li Îraqê kontrol kirin dîsan berdewam dike.

Piranîya projeyan qewl bû ku sala 2014an hatibane pêkanîn, lê ew ji ber rewşa ewlehî rawestîyan, serokê komîteya destpakîyê ya parêzgeha Enbarê Fehed Reşîd wiha got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku proje ev in: "pira Zeytûn li navenda Remadî, projeya mezin a ava Remadîyê, pira sêyem li Felûcayê, projeyên zelalkirina avê, avahîyên dibistanan û avahîyên hikûmetê".

"Birêvebirîyên pêwendîdar dest bi avakirina 40 dibistanan li çendîn navçeyan dikin, di nav de heft dibistanên amade, û ew dîzaynên nûjen bo hemû derbasgehê bajaran durist dikin," Reşîd ragihand.

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê navend û burcên avê li parêzgehê nû dike paş ku DAIŞ ji deverê hat derxistin. Di vî wêneya burcekî avê ye li navenda Remadîyê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê navend û burcên avê li parêzgehê nû dike paş ku DAIŞ ji deverê hat derxistin. Di vî wêneya burcekî avê ye li navenda Remadîyê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Reşîd dîyar kir ku kar li dar e bo firehkirina rêya ku Remadî û Felûcayê bi naveçya Kermayê ve girê dide.

"Projeyên ku hatibûn rawestadin [di sala 2014an de] yekser dîsan dewam kirin dema ku wezaretên pêwendîdar budceyên pêwîst ji wan re veqetandin" Reşîd daxuyand û got ku vê yekê alîkarî da hêsankirina vegera şênîyên Enbarê bo bajarên wan.

Endamê encumena Enbarê Adal Fehdawî ji Diyaruna re ragihand ku endazyar û teknîkkaran dest bi nûkirina projeyên kehrebeyê li Remadî, Felûca û Hîtê kirine.

Reşîd got ku xebatên nûkirin di heşt kêlgehên kehrebeyê, hilgireke kehrebeyê û veguhêzeran de dest pê kirin, yên ku qewl bû hemû berîya dawîya sala 2014an bên qedandin.

Fehdawî got ku xebatên hikûmetê ne bi tenê di warên berdewamkirina projeyên rawestîyayî de ne, lê belê ew projeyên nû li gorî budceya li ber dest encam dide, di nav de nûkirina avahîyên dibistanan û avahîyên hikûmetê, mîna apartmentên niştîmanî li Remadî, Felûca, Qaim, Rawa û Anahê.

Pêkanîna projeyên pir girîng

"Pişka şêr a xebatên nûkirinê û dîsanavakirinê ji para rê û piran e, bi taybetî ji ber ku operasyonên terorî 80 pirên girîng wêran kirine," endazyarekî bi navê Mihemed Dulêmî ku bi birêveberîya pir û rêyan a Enbarê re dixebite got.

Wî dîyar kir ku hejmarek ji piran hatine çaksazkirin, û kar di pira sêyem a Felûcayê û pira Hîtê de berdewam e.

"Dê di demeke nêz de projeyên girîng dest pê bikin, bi taybetî bendava Nezim Werar li Remadîyê, ku beşekî mezin jê hatiye qedandin, herwiha çend pirên li ser rêya navdewletî," Dulêmî got.

"DAIŞê piranîya jêrxaneya Enbarê wêran kir û geşkirin rawestand," şenîyekî Remadî bi navê Ebas Xudêr, yê 44 salî, wiha ji Diyaruna re got.

"Projeyên ku me dixwest wan bixin warên bicihanînê de, anîha qedîyane paş ku hebûna terorîstan hat bidawîkirin," wî wiha got.

"Enbar befireh dibe, nemaze Remadî," wî got, û bang kir ku projeyên girîng yên behtir bên pêkanîn, mîna Balefirgeha Navdewletî ya Enbarê, Nûkirina rêya navdewletî û projeyên çandinîyê û yên pîşesazî.

Zêdebûna aramî û ewlehîyê li Enbarê dê palderekî ji kompanîyên weberanîn re durist bike ku ew projeyan li parêzgehê dest pê bikin, ev yek jî dê di xizmeta xelkê Enbarê de be, şênîyekî Rawayê bi navê Zuhêr Hîtî wiha dibîne.

"Enbar sêyeka xaka Îraqê pêk tîne û xwedan samanên xwezayî ye, di nav de fosfat, sulfur, xaza xwezayî, û ew rûberên berfireh ên guncan ji çandinîyê û projeyên geşkirinê dihundirîne," wî ji Diyaruna re şirove kir.

Wî got ku "em hêvî dikin ku hikûmeta xwecihî dê weberanînê bike [di van samanan de] û dê projeyên girîng dîsan vejîn bike", ev yek jî dê jîyanê li Enbarê vegerîna rewşa wê ya asayî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500