Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê veşartgeheke DAIŞê li nêzî Kerkûkê armanc kir

Xalid Ta'î

Firokeyeke şer a hevpeymanîya navdewletî di misyoneke hewayî de ye bo armanckirina çeperên DAIŞê, wêne di 4ê Cotmeha 2017an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Tîma Pêgehandina Dîcîtal ya Amerîkayê hatiye wergirtin]

Firokeyeke şer a hevpeymanîya navdewletî di misyoneke hewayî de ye bo armanckirina çeperên DAIŞê, wêne di 4ê Cotmeha 2017an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Tîma Pêgehandina Dîcîtal ya Amerîkayê hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî-Terorê ya Îraqî Duşemê (5ê Mijdarê) ragihand ku wê agahî têkildarî veşartgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li nêzî Kerkûkê radestî hevpeymanîya navdewletî kir, û ew bûn encama êrîşeke asmanî ya serketî.

"Me agahîyên hûr ji hêzên hevpeymanîyê li dor veşartgehekê ku şaneke terorîstan xwe tê de diveşart li nêzî Kerkûkê dabîn kirin," Peyvdarê Ajansa Dijî Terorê Sabah Numan ji Diyaruna re ragihand.

"Hêza asmanî ya hevpeymanîyê yekser lêdaneke asmanî ya kujêner li dijî veşartgehê pêk anî, beşartgeha ku bi dirêjahîya 500 metran bû û ji çend tunêlan pêk dihat," Numan got.

Numan daxuyand ku endamine DAIŞê di êrîşa asmanî de hatin kuştin.

Numan dîyar kir ku Ajansa Dijî Terorê tevgerên şana terorîst çavdêrê dikirin û agahîyên girîng ji hinek çavkanîyên teybet li dor cihê stargeha wan wergirt, û dema pêkanîna êrîşa asmanî ya parêzî destnîşan kir.

Numan got ku wê şanê hewl dida êrîşine terorî li dijî armancên sivîl û ewlekarî li bajarê Kerkûkê û bajarokên derdora wê pêk bîne.

"Êrîşa asmanî ya parêzî gefa terorî têk bir û fersend neda DAIŞê ku armancên xwe yên tawankarî berceste bike," wî got.

Hevahengîya ewlekarî ya berhemdar

Numan go ku operasyona Kerkûkê "bihêzbûn, dewamî û berhemdarîya hevpeymanîya bi hêzên hevpeymanîyê re nîşan dan".

Numan da zanîn ku hevpeymanîya navdewletî bi awayekî sabit piştgirîya xebatên Îraqê yên "nehiştina hebûna paşmahîyên dijmin, bi taybet li deverên biyabanî û dûrdest, û avakirina jîngeheke ewle û seqamgîr dike".

"Xebata me ya hevbeş ya veguheztina agahîyan û çavdêrîkirina çalakîyên paşmahîyên DAIŞê xweş berdewam dike, û ew êrîşên asmanî yên serketî li ser asêgehênwan pêk tînin," al-Numan got.

Numan dîyar kir ku hêzên Ajansa Dijî Terorê ji alîyê xwee ve operasyonên taybet li wan bajarokan pêk tîne, û wê karî xeterîya tor û şanên terorê bi dawî bike û çavkanîyên piştgirîya wan wêran bike.

Di nîvê Cotmehê de, weke mînak, ew bi ser ketin di têkbirina şaneke terorî ya heft-endam de paş şopandina cihê wan li bajarê Kerkûkê.

Numan eşkere kir ku ew şan ji êrîşên li dijî sivîlan li bajar berpirs bû, û da zanîn ku dest li ser çekên sivik, bombeyên bidestçêkirî û teqemenîyan hat danîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500