Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hevpeymanîya Fetih a Îraqî dixwaze ajendaya Îranê bi cih bîne

Faris Umran

Serokê Hevpeymanîya Fetih, Hadî Amirî di pîrozbahîyekê de bi boneya salvegera 37ê ya damezrandina Rêxistina Bedir a ser bi Îranê ve diaxive. [Wêne ji medya civakî hatiye wergirtin]

Serokê Hevpeymanîya Fetih, Hadî Amirî di pîrozbahîyekê de bi boneya salvegera 37ê ya damezrandina Rêxistina Bedir a ser bi Îranê ve diaxive. [Wêne ji medya civakî hatiye wergirtin]

Berpirsyaran ji Diyaruna re ragihand ku derketina Hevpeymanîya Fetih, ku hevpeymanîyeke siyasî ye alîgirê Îranê Hadî Amirî rêberîya wê dike, raya giştî ya Îraqî nîgran kiriye, ji ber tirsa ku dê hegemonîya zêdebûyî ya Îranê gefê li serwerîya Îraqê bike.

"Em pir nîgeran in ji ber bandora zêdebûyî ya Îranê di karûbarên siyasî yên Îraqê de di pêşerojê de," çavdêrê siyasî Adil Eshrem Bin Emar, serokê Hevgirtina Êlên Şemer li Îraqê wiha got.

"Tiştê cihê nîgeranîyê ye ew e ku dê Îran bêhtir destêwerdanê di rewşa siyasî ya Îraqê de ji ber bike, û bandora xwe bi rêya Hevpeymanîya Fetih zêde bike," Bin Emar ji Diyaruna ragihand.

Hevpeymanî, berî hilbijartinên parleman di 12ê Nîsanê de hatibû damezrandin, û ew ji partîû milîsên ser bi Îranê ve uên ku ji mêj ve piştevanîya ajendaya Îranê dikin pêk tê, Bin Emar daxuyand.

Ew Rêxisitna Bedir, ku ev çend sal in Amirî rêbertîya wê dike, û Esayib Ehil el-Heq, Lîwayên Hizbulaha Îraqî û Lîwayên Îmam Elî.

hevpeymanîya nû 48 kursî di parlemanê Îraqê de bi dest xistine.

"Îran piştgirîya Hevpeymanîya Fetih dike bo wezna wê ya siyasî hebe, û pişt re wê weke fişarê bi kar bîne li dijî alîyên siyasî yên din ên beşdar di prosesa siyasî de," Bin Emar got.

Ev yek dê rê bide Îranê ku "polîtîkayên siyasî yên niştîmanî, arasteyên stratîjî û pêwendîyên derve yên Îraqî bike", wî got.

Zêdebûna destêwerdana Îranî

"Destêwerdana Îranê di karûbarên hundirîn ên Îraqê de pir berçav û belî ye," Bin Emar got, û da zanîn ku ev destêwerdan "di salên dawî de zêde bûye, bi bihaneya şerkirina li dijî terorîzmê".

"Em ne bi tenê qala zêdebûn yan kêmbûna destêwerdan û fişaran dikin, belê hêzên siyasî bi vekirî şopdarîya xwe ji Îranê re radighînin û hebûneke wan a çekdar û nekontrolkirî li kolanê heye," Bin Emar got.

Li gorî Bin Emar, ev hêz dikarin "kaosê, gêrî û milmilanîyê provaksyon bikin û gefê li ser bunyad û ewlehîya civakê durist bikin".

"Bi rêya biçekkirina milîsan û piştgirîkirina alîyên siyasî yên alîgirên xwe, Îran dixwaze ku serwerîya Îraqê lawaz bike" wî got.

Wî got ku Îran dixwaze Îraq bibe welatekî bê bandoreke herêmî û navdewletî û di nav zehmetîyan de teqinî, bo aramî û pêşketina wê aloz bibe.

Kiryarên Îranê gelê Îraqê bi hêrs kirine, "gelê Îraqê dixwaze ku serkirdeyên wî welat ji hejmûna Îranê biparêzin, û biryar û siyasetên giştî li gorî berjewendîya welatê xwe û welatîyan dabirêjin", wî got.

Zehmetîyên hikûmeta Îraqî

Rewşa siyasî ya Îraqê ya aniha hiştiye "ku çendîn hêzê bi temamî ser bi Îranê ve bin", peyvdarê êlên Nînewayê, Şêx Muzahim Huwêt ji Diyaruna re ragihand.

Ev yek ji Îraqîyan re cihê nîgeranîyê ye, "ji ber em salên dawî rastî gelek kêşeyan hatin ku zîyan gihandin aştîya civakî û hevgirtina welat", wî got.

Îran hewl dide ku vîna xwe bi darêzorê bisepîne û gorepana siyasî ya Îraqê li gorî berjewendîyên xwe araste bike di çarçoveya armancên wê yên berfirehxwazî li herêmê, wî got.

Huwêt got ku divê hikûmeta nû ya Îraqî biryarê dibe yan ew dê rê li ber hegomonîya Îranê bigire û parêzvanîyê li berjewendîyên gelê Îraqê bike, û yan jî divê serî ji hagomonî û ajendaya Îranê deyne.

Nofê dawî yê kiryaran dê "welatan bixe tunêleke tarî de û dê xelkê ji hikûmetê dûr bike", wî got.

"Milîs û hêzên siyasî yên Îraqê yên Îran piştgirîya wê dike dê bê guman hewl bibin ku rewşê bixin jêr bandora xwe, lê em hêvî dikin ku hikûmeta nû dê hemû fişaran vala derxe û xebatê bike bo xizmetkirina gelê Îraqê li gorî dîdgeheke niştîmanî," wî got.

Siyasetvanên ser bi Îranê ve cihê nîgeranîyê ne

Lîwa, Qasim Sulêmanî, yê fermandarîya Hêza Quds a Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê dike, karî gelek pêgehan li jêr sîwana Hevpeymanîya Fetih bicivîne, çavdêrê stratejî û serbazî, Rabîe Cewarî got.

"Hebûna kesayetên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike di meydanê siyasî de nîşanderekî xeternak e," çavdêr wiha ji Diyaruna re got.

Ev kesayet "bi temamî dûr in ji arezû û omîdên gelê Îraqê", wî got, û da zanîn ku ew bi tenê dixwazin ku hebûna Îranê biçesipînin.

"Em bawer dikin ku ev çavkanîyeke nerehetîyeke mezin e bo pêşeroja Îraqê, serwerîya wê, samanên gel û siyaseta derve ya welat," wî got.

Siyaseta derve ya Îraqê "divê li ser bingeha rêzgirtin li dewletên din û nedestêwerdan di karûbarên wan de dibe ", Cewarî got.

Wî got ku kom û milîsên tayfgerî li Îraqê xwedan sîwaneke siyasî û hêz in, û dibe ku ev yek welat bi paş de vegerîne bi sedema milmilanîyên herêmî û peydakirina mercên serhildana komên tundrew.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500