Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Girtîyên berfireh li Idlibê paş pevçûnên di navbera Tehrîr el-Şam û opozîsyonê de

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Enîya Rizgarîya Niştîmanî li gundewarê rojavayî yê Helebê kom bûne, li cihê ku ew di rojên dawî de bi hevbendîya Tehrîr el-Şam re ketin şer û pevçûnan de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Enîya Rizgarîya Niştîmanî li gundewarê rojavayî yê Helebê kom bûne, li cihê ku ew di rojên dawî de bi hevbendîya Tehrîr el-Şam re ketin şer û pevçûnan de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Nîgeranî û nerihetî li gudewarê rojavayî yê Helebê berbelav in paş gihiştin bi rêkeftineke agirbestê roja Çarşemê (31ê Cotmehê) di navbera Tehrîr el-Şam û Enîya Rizgarî ya Niştîmanî, piştî derketina pevçûnên xwînî yên ku bûn kuştin û birîndarbûna hejmarek ji kesan.

Çalakvan Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand ku tevî gihiştin bi agirbestê, gelek malbatan biryar da deverên gundewarî li pişt xwe bihêlin û biçin bajarê Idlibê ji ber tirsa ji nûbûna pevçûnan di navbera herdu alîyan de.

Pevçûnên dijwar di navbera hevbendîya Tehrîr el-Şam a tudrew de û Enîya Rizgarîya Niştîmanî ya ku Turkîya piştevanîya wê dike Duşemê derketin li herêma veqetîner a li derdora herêma Idlibê.

Pevçûn bûn sedema kuştina 13 kesan di 24 demjimêran de, di nav de heft endamên Tehrîr el-Şam û du sivîl.

Endamên Tehrîr el-Şam xwe amade dikin bo cengekê li dijî hêzên ser bi rejîmê ve û komên opozîsyonê li herêma Idlibê li Sûrîyayê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam xwe amade dikin bo cengekê li dijî hêzên ser bi rejîmê ve û komên opozîsyonê li herêma Idlibê li Sûrîyayê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf got ku rêkeftina agirbestê û rawestandina operasyonên serbazî di demjimêrên destpêkê yên Çarşemê hat wajûkirin di navbera hevbendîya tudrew de ji alîyekî, û komên Enîya Rizgarîya Niştîmanî, Nûredîn Zenkî û Ehrar el-Şam ji alîyekî din.

"Sivîl ditirsin û nîgeran in, û gelek ji wan berê xwe dan deverên ewletir li nêzî bajarê Idlibê, û herdu alî di rewşa amadebaşîyê de ne tevî wajûkirina rêkeftinê," Esaf da zanîn.

"Ev ne cara yekemîn e ku şer di navbera her du alîyan de dest pê dike paş rêkeftinên [agirbestê]," wî got, û da zanîn ku piranîya şer li deverên niştecihbûyî pêk tê, ji ber ku hêz xwe di wan de asê dikin.

Esaf got ku pevçûn derketin paş hewlên Tehrîr el-Şam ên berfirehkirina devera li jêr kontrola xwe de li ser hesabê hêzên din.

Pevçûnên destpêkê li bajarokê Kefir Hemra ya ku Tehrîr el-Şam dixwaze wê kontrol bike pêk hatin, û vê yekê hişt ku şer li seranserê deverên gundewarê rojavayî yên Helebê belav bibe, ji ber ku bajarok asêgeheke serekî ya Enîya Rizgarîya Niştîmanî ye.

Di pevçûnan de hêzên ser bi rejîmê tên kuştin

Di berbanga Pêncşemê de, endamên Tehrîr el-Şam erîşbingeheke hikûmetê li rojhilatê Idlibê kir û çar şervanên ser bi rejîmê ve kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

"Çar şervanên rejîmê di êrîşê de hatin kuştin, û endamekî Tehrîr el-Şam mir," serokê Rewangehê, Ramî Ebdil Rehman, ragihand.

Serokê Rewangehê da zanîn ku "her du alî bingehên hev armanc dikin" li devera ku ew beşeke ji zona bêçek a avakirî.

Hevalbenda rejîmê Rûsyayê û piştevana opozîsyonê Turkîya li hev kirin ku zoneke veqetîner li derdora herêma Idlibê di meha Îlonê de pêk bînin.

Biryar bû ku nîvê Cotmehê were bicihanîn lê belê hinek ji beşên planê hatin paşxistin, ji ber pevçûnên belawela di navbera tundrew, komên opozîsyonê û hêzên hikûmetê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500